aram

Bekaya Bahçelî û xizaniya civakê

Tirkiye li ber bayê guherînê ber bi gerînekeke aboriyê ve diçe. Têkoşîna ku bi dehan sal in tê meşandin guherînê li ser Tirkiyeyê ferz dike. Ev îhtimal derdorên statukoparêz bêzar dike, ditirsîne, difetisîne. Hawar û qêrîna wan a ji bo vê yekê jî têgeha bekayê afirandiye. Beka bûye maskeya veşartina gendelî û qirêjiyan.

Beka li gor ferhangan tê wateya bêdawîbûnê, mayîndebûn û ev têgeh ji peyva ebed hatiye afirandin. Her pergaleke desthilatdar xwe wekî pergala dawîn, mayînde û mutlaq bi nav dike. Mutlaqiyet ji bo van pergalan nîşaneya desthilatdariyê ye. Tiştekî ku serî hebe bêbinî, bêdawî dibe? Ev yek ne zanist e û ne jî li gor aqil e. Tu tiştekî bêserî û bêbinî tune ye. Ger ku behsa mutlaqiyetê bê kirin ew jî guherîn e. Her tişt diguhere. Mirov, dinya, sewal, ax û av, çiya û banî, erd û ezman… Li gel vê yekê yên ku dibêjin em naguherin, em bêser û ber in, li gor fikra îslamiyetê jî di nav şîrkê de ne.

Ev hawar û qêrîna wan a bekayê tirsa wan dide dest. Êdî hatine dawiya temenê xwe û lewma dibêjin ‘em nemir in, divê em heta hetayê bijîn.’ Ev di heman demê de tirs û xofa fîrewn e. Têgeha bekayê dirûşma statukoparêziyê ye. Niha nîqaşa ‘Ew behsa bekaya çi dikin’ tê kirin. Lê di vî warî de tişta girîng ne ew e, tişta girîng ew e ku wan dawiya emrê xwe dîtiye. Bêguman di bin vê hawara bekayê de rastiya xwe vedişêrin. Herî dawî şirîkê AKP’ê Bahçelî cardin beka anî rojevê û wiha got: “Meseleya me birçibûn, bêkarî û xizanî nîn e. Em îro birçî bin em ê sibê têr bin. Lê ger ku beka biçe dê dinyaya me biçe, jiyana me bitemire.”

Yên ku propagandaya bekayê dikin, ne birçî ne, ne xizan in, ne bêkar in! Lewma xuya ye ku propagandaya bekayê, xapandina birçî, bêkar, xizanan e. Xuya ye ku propagandaya bekayê veşartina newekheviyê ye, veşartina şatafata desthilatdaran e.

Neheqiyê li Bahçelî nekin, beka ji bo wan gelek girîng e. Beka ji bo wan domandina jiyana qesr û koşkan e. Beka ji bo wan mayîndebûna dewlemendiyê ye. Beka ji bo wan ka û kadîn e, hêzeke mezin e, îktidar e.

Lê dawiya bekayê hat. Bekaya wan di talûkeyê de ye. Hawar û qêrîna ‘beka ji dest çû’ di heman demê de tê wateya ‘dema azadiya bindestên me hat.’ Tişta ku jê re dibêjin beka di heman demê de gelê Tirkiyeyê jî bindest dike. Ku ev propaganda bi kêrhatî nebûya tu kesî cesareta şêlandina civakê nedikir. Desthilatdaran nikaribûn evqas hêsan ligel qesr û koşkên xwe, li gel dewlemendiya xwe civakê birçî bihêlin. Rayedaran nikaribûn bigotina ‘belê hûn birçî ne lê ka hûn buhayê guleyekê dizanin.’

Di dawiya dawî de Bahçelî mafdar e. Têkçûna bekayê têkçûna desthilatdariyê ye. Ew tişta ku ew jê re dibêjin beka têk biçe, dê civak azad bibe. Îhtimala vê yekê ji her demê mezintir e.

Dikarî Biecibînî