aram

Kapîtalîzm û tenduristî – 1

Feraseta tenduristiyê ya xwezayî çawa hatiye berevajîkirin, gel çawa jê hatiye dûrxistin divê ewil em li ser van pirsan bisekinin, bi berfirehî veçirînin û dû re li gorî heqîqetê feraseta xwe ya nû ava bikin. Feraseta tenduristiyê ya ku hatiye berevajîkirin îro zêdetir berbiçav e û gihîştiye asteke xetere. Tenduristî ji hêla kapîtalîzmê ve wekî meta tê dîtin, ji kelepûr û dîroka xwe hatiye qutkirin. Di feraseta berevajîkirî de ezperestî, desthilatdarî (bi taybetî jî ya bijîşkan) û zayendperestî derketiye pêş. Ev feraset pêwendiyên komunal tune dihesibîne û zordestiya li ser xwezayê esas digire. Ev yek jî bandoreke neyînî li tenduristiya civakê û mirovan dike.

Berevajîkirin di hilberîna xizmeta tenduristiyê de jî derdikeve pêşiya me. Gava em lê dinihêrin îro xizmeta tenduristiyê bi tenê wekî xizmeta tibî tê dîtin û hatiye kalêrkirin. Feraseta tenduristiyê ya berevajîkirî pêwistiyên civakê nade ber çavan, zêdetir li gorî berjewendiyên sermayedaran tevdigere. Di vê ferasetê de pisporî gelek zêde derketiye pêş û di xizmetdayînê de teknolojî serdest e. Saziyên tenduristiyê wekî dikan tên dîtin û li ser esasên  pêwendiyên pergala kapîtalîzmê tên birêvebirin. Her wiha ev feraset destûr nade kedkarên tenduristiyê û civak der barê tenduristiyê de fikir û ramanên xwe bêjin û bibin xwedî soz. Ev jî cihêxwazî û dijdemokrasiya vê ferasetê radixîne ber çavan.

Wekî tê zanîn tiba nûjen bi saya endustriyalîzmê gelekî pêş ketiye. Di vê qadê de gelek razemenî hatine kirin. Tenduristî wekî tiştekî kirîn û firotinê tê nîşandayîn û ji bo ku zêde were firotin amûrên wekî çapemenî, medya û reklam tên bikaranîn. Polîtîkayên tenduristiyê her tim li ser zêdefirotina tenduristiyê tên diyarkirin. Bi vî rengî gel dixapînin feraseta xwe ya kambax xurt dikin û vêya jî wekî ya herî rast bi gel didin pejirandin. Mixabin di vî warî de bi ser ketine jî. Li aliyê din her çiqas bandora feraseta tenduristiyê ya civakî û çandî (ya otonom, xweser) kêm bûbe jî hîn heye. Hê jî qismekî civakê van rê û rêbazên kevneşopî tercîh dike. Lêbelê kapîtalîzmê dest avêtiye vê keleporê jî. Li ser navê tiba alternatîf ev kelepûr zeft kiriye û kiriye xeleka duyemîn a tiba nûjen.

Ji bo jiyaneke azad li hemberî êrîşên bîrdoziyên kapîtalîzmê (yên ku li dijî xweza û civakê) em dê çi bikin, çawa bijîn û ji ku dest pê bikin ewil divê ev pirs bi awayekî rast werin bersivandin. Modernîteya kapîtalîst hema hema di hemû qadên jiyanê de yektîpbûnê li me ferz dike. Di ziman de, di xwarin û vexwarinê de, di mezaxtinê (xerckirinê) de, di hilberînê de, di têkiliyan de yektîpbûn xwe dide der. Ev yek tenduristiya gel xera dike û gel hewceyî xwe dihêle. Îro bi hezaran sazî û dezgehên tenduristiyê û bi milyonan xebatkarên wê hene û di vî warî de gelek razemenî hatine kirin lê dîsa jî her diçe hejmara nexweşan zêdetir dibe. Gelo çima? Ji ber ku pêdiviyên gel esas nayên girtin, her wiha tecrube û azmûnên gel nayên dîtin û tenê bi mudaxaleyên sîstematîk nêzî nexweşan dibin. Ev yek jî bi serê xwe dibe sedema nexweşiyan.

Dikarî Biecibînî