aram

Dêrsim û êşên nejibîrkirî!

Haydar Işik di sala 1937’an li Dêrsimê hatiye dinê. Nêzî 50 salan e ji Dêrsimê dûr ketiye, lê hêşta jî ne Dêrsim ji bîr kiriye û ne jî bêxebat sekiniye. Ew yek deqe jî nikare cuda ji doza kurd û Kurdistanê bijî. Haydar Işik di cîhana wêje û siyasetê de navekî naskirî ye.

Demeke ku li ser projeya ‘Navdarên Kurd’ dixebitim ku di pêşeroke ke kurt de wê weke bername di Stêrk TV de bê weşandin. Bernameyên wiha pêwîstî bi arşîveke dewlemend, hevpeyvînên çend alî û rêvîngiyek dûr û dirêj heye. Mêvanên min carna nivîskar û siyasetmedar, carna jî hunermend û helbestvanên naskirî û xwedî kedeke dîrokî ne.

Kesên ku li pey aramancên pîroz hem ciwaniya xwe danîne û hem jî ‘çavê dil’ li dehan xweziyên jiyanê girtine ku civak bê gûheradin û kerameta jiyanê bê parastin. Kesên wiha li ba min xwedî bihagiraniyeke bêhempa ne. Ew fedakar û bi keda xwe ruheke nû didin ber laşên nîvmirî û bêcan ên civakek bindest. Pêşengên gûherandinên bingehîn ên jiyan û civakê ew in ku hemû tiştekî xwe dibexşînin lê ji bona şexsê xwe li benda tiştekî nîn in.

Min xwest tevî bîranîn, serbihûrî, azmun û şîretên kesên wiha nifşên nû bi gelek rastiyên wan yên wendabûyî bihesînim. Dîroka xwe nas bikin. Bi kar û xebata rewşenbîr û şoreşgerên xwe serbilind bin. Dijminên hebûn û înkargerên nasnameya xwe ya neteweyî baş binasin. Kesayetiya xwe ji ya kesî kêmtir nebînin. Doza xwe ya azadîxwaziyê ku bedelên mezin jê re bûne qûrban, binasin û destê hevkariyê dirêjî wê bikin. Li Kurdistana dagîrkirî karên wiha dikarin ‘hişê civakê’ bi awayê rojane zindî bihêlin.

Vê carê mêvanê min mamosta Haydar Işik bû. Kesê ku bi hatina navê wî re mijarên jêr jî dikevin bîra me:

–          Tevkujiya Dêrsim, Geliyê Zîlan û cinayetên ku ji serdema Osmanî û Kemalîstên înkarger heya Neo-Osmanîstên weke Erdogan hê jî li Kurdistanê bidawî nebûne.

–          Sîstema axa û derbegetiyê li Kurdistanê û pê re jî sedemên hevnegirtina kurdan di sed salên derbasbûyî de.

–          Cudatiya ol, netewe û zaraveyên zimanê kurdî û sûdên xebatên ku dagîrkeran bi rêyên cudabûna ol û baweriyê li Kurdistanê li dijî doza me ya siyasî bikar anîne.

–          Tevkujiya ermen û kurdan li Dêsimê û herêmên din yên Kurdistanê.

–          Nasnameya cewherî ya rêbazên olî: elewî, yarsanî, êzidî û zerdeştiyan.

–          Erkên rewşenbîrên kurd pêr, duh û îro.

–          Pena kurd çawa, çima û kengê hate damezirandin?

–          Di lîteratora almanî de kurd û pêşwaziya xwendevanên biyanî ji roman û berhemên dîrokî.

–          Jiyana dûr ji axa welat û afirandkarî.

–          PKK, Ocalan û rola wî ya çend alî di civaka Kurdistanê de.

–          Berhem û romanên ku hêvênê wan azmunên wî bixwe ne ku li pey lêkolînên berfireh bi çendî zimanên ji hev cuda ketine nav pirtûkxaneya kurdî.

–          Û daxwazên wî ji kurdan û civaka navnetewî çi ne û bi kîjan rêbazên siyasî-civakî serkeftin yê zutir bibe para me.

Di destpêkê de bi rêya gotin û bîranên mamosta Haydar Işik mirov xwe di warê berxwedan û serhildanê anku Dêrsimê de dibîne. Dêrsima ku hê jî bi sirûşta xwe a rengîn, çem û çiyayên xwe weke cenetekê ye. Ceneta ku li ser dinê navê xwe Dêrsim û ceneta din a xeyalî jî ne kesî dîtiye û ne jî tu kes jê vegeriye.

Mamosta Işik hê jî bîra çemê Munzur, çiyayên bilind û gundên avedan dike: “Qet nikarin warê xwe ji bîr bikim. Warê ku siyaseta erdê şewitî, cara yekem bi destûra Mistoyê Kor li wira ket jiyanê! Bi awayekî sîstematîk li dijî kurdan dest bi nifşkujiyê kirin. Hemû armanca wan gûherandina demografiya herêmê bû. Dayika min bi hêsirên ji xwînê behsa wan sal û rojên tije malwêranî dikir. Heya sax bû bi hesreta wê rojê dijiya ku kurd wê tolê li erdê nehêlin, lê dema hevgirtin tunebe ma yê tolhildan çawa çêbibe…“

Dema min jê pirsî: Mamosta ew hemû kîn û dijberiya Kemalîst û xûlamûkên wan li dijî dêrsimiyan ji ku derê dihat?

Bi çavên tije hêsir û axîneke kûr wiha dibêje: “Çimkî xelkê Dêrsimê heya sala 1937’an di nava xwe de bi awayê otonom dijiyan. Eşîretên kurd li herêma xwe xwediyê hemû azadiyên sirûştî bûn, zimanê tirkî nedizanîn û kurdî zimanê wan yê yekê bû. Sedema din jî ew bû ku sala 1915’an Dêrsimiyan di tevkujiya ermenan de hevkariya tirkan nekiribûn. Ew parastibûn û min di romana xwe a bi navê ‘Arevîk’ (di tevkujiya Dêrsimê de keçeke ermenî) bi dirêjî behsa vê rastiyê kiriye. Rastiyên ku li pey lêkolîneke berfireh derketine holê. Sedema din jî elewîbûna kurdên Dêrsimê ye ku xwedî rêbazeke olî ya tije felsefeyeke kûr a jiyanê ne. Pîrên elewî li ser rewşên rind yên civakê li Cemxaneyên di gund, qesebe û bajaran de dersan didin hemû çûnên civakê. Jin di nava kurdên elewî de xwedî qedirnasî û rêzeke mezin in. Tirka dixwazî ku ew ê bi rêya ziman û mentiqa xwe a hejmonî qet nikarîbin siyaseta xwe ya asîmîlasyonê li ser kurdan bidin meşandin. Îcar weke hemû sîstemên totalîter rêya Çengîzxanê Mogol û Neronê têhniyê xwîna mirovan girtin ber xwe ku ew jî tevkujî bû…“

Dema mamosta Haydar rastî pirseke min a wiha tê: “Gelo ger kurd û serok eşîrên herêmê xwedî sîstemeke otonom bûn, çima li hemberî dijminê qedera xwe nebûne yek…?“ Destên wî diricifin û heta rengê wî zertir dibe, li ser xwe lê bi hêrseke veşartî wiha dibêje: “…aha êşa gira ji wira tê. Misto û Înonû destûr dabûn ku kurdên baş û xerab, axayên dijber û dost, jin, mêr, keç, kur, zarok, bajarî, gundî, ter û hişt bi hev re bêne kuştin û tunekirin. Armanca wan tenê ew bû ku kurda jî mîna ermenan xelas bikin. Hinekan li ber xwe da lê yên din tevî ku didîtin cîran û hevalbendên wan yên sedan salan di ronahiya rojê te têne kuştin, xwe bêdeng kirin. Îcar tirk çûne ser serê wan jî, êdî kes tunebû ku bê hawara wan. Herêmên din jî bi ti awayekî agehdarî rewşa Dêrsim, Zara û Koçgirî nebûn. Heta carna ew jî haydarî êş û halê hev nebûn. Kurdên xayîn jî heya dawiyê di xizmeta dagîkeran de bûn, lê dema kar bi wan nema, ew jî hatine golebaran kirin. Çîroka Rêber, Elîşêr û Zarîfê herkes dizane ku ew xiyanet lekeyeke reş û tije rûreşî ye û hê jî di nava kurdan de wenda nebûye! Karê cehş û kuruciyan li hemberî gerîlayên me li ber çavan e. Ma ferqa wan û Rêber an jî Qasoyê hevlingê Şêx Seîdê Pîran çi ye? Aha xiyaneta kurda ya li dijî hev maka hemû êşên me yên roja îroyîn e.“

Mamosta Îşik dema behsa dayîka xwe dike, nikare hêsirên çavên xwe bigire:“ dayîka min jineke gelek kurdhez bû. Zîrek û netirs, qet bawerî bi tirkan nedianî. Hemû bîranên li ser tevkujiyên Dêrsim, Koçgirî, Amed û Geliyê Zîlan bi hesret û hêsirên çavan ji min re vedigotin. Ez bi dengê wê yê tije xem mezin bûm. Piştî ku ez bûme 6-7 salî min dixwest ji zimanê bavê xwe û zilamên din jî bibihîsim ka eskerên tirk çawa bi sernîze û singûyan zikê jinên ducanî didirandin, lê ew tirsonek bûn. Nediwêran xeber bidin. Tenê dayîka min û jinên din behsa salên 1937-38 dikirin ku li Kurdistanê holokost hebû. Hinek kes jî ji tirsa ku êdî dawî bi zûriyeta wan bê, nediwêran biaxivin. Tenê bi çavên tije wehşet û tirseke mezin li me dinêrin û hemû pirsên me bêbetsiv dihiştin. Çi sir û razên negotî û veşartî hebûn ku êdî çûne nava dilê axa sar. Ew şahidên wê dîroka bixwîn bûn. Gere te ew bidîtana ku bizanîbî çi anîne serê kurdan. Çi pênûs nikarin û hestên hemû mirovahiyê jî têr nakin ku behsa hovîtiyên faşîstên Tirk li Kurdistanê bikin. Kî dikare hema wiha hêsan behsa kuştina 70 heya 100.000 kesan li Dêrsimê bike? Ma wan dar li ser kevir hiştibûn? Ma gundek mabû ku wêran nebe? Ma şikeftek mabû ku bi bombeyên kîmyewî nebe goristana komî a sedan jin û zarokên bêguneh? Ma bajarek mabû ku neyê bombaran kirin? Lawo çîroka vê êşa giran tenê bi min nayê vegotin…“

Ew carna wisa bi mereq û dilekî tijê êş li ser rewşenbîrên kurd diaxive ku şermeke dîrokê bi bîra me tîne: “Rewşenbîr di nava me de tune ne, ger hebin jî pir kêm in. Di serdema xwe de Dr. Nurî Dêrsimî weke momkekê di nava tarîstanekê de bû. Momek xwedî ewqas ronahiyê nîne ku civakekê hişyar bike. Wî çiqas kire qêrên û hawar, lê dengê wî nehate bihîstin, gel şiyar nebû. Civak mirî bû û guhdarî wî û rêzaniyên wî nedikirin. Eger wê demê civak hişyar bûya û qet nebe guhdarî rewşenbîrên weke Nûrî Dêrsimî bikirana, ez di wê baweriyê de me ku kurd rastî şikestê nedihatin. Wê demê konfederasyona eşîretên kurd jî ava nedibû û gel weke berxên bêşivan kete destê gurên har û hov. Çerxa makîna kuştin û tunekirinê salên dirêj ket gerê daku koka kurdan ji binî de derxînin. Dîsa kurd şiyar nebûn. Ev jî yanî xiyaneta navxweyî ku encama wê li sala 1937-38’an îdama Seyîd Riza Dêrsimî, tevkujî û reva kesên weke Dr. Nûrî Dêrsimê bo binxetê bû….“

Haydar Işik bi xembarî behsa hevnegirtina kurda di vê sedsalê de jî dike: “Ger serok Ocalan û PKK nebûna êdî gelê kurd li bakurê Kurdistanê xelas bibû. Raste ku di warê ziman de PKK’ê zêde kar û xebat neda ber xwe lê heta kesên ku bi tirkî jî diaxivin û zimanê xwe yê zikmakî nizanin, daxwaz kirin ku kurd bi bîr, raman û îradeya xwe ji serxwebûnê hez bikin. Serê xwe li hemer dijmin netewînin. Xwedîtiyê li mîras, dîrok û kesayetiya xwe bikin. Ne kesî ji xwe bilndtir û ne jî xwe ji kesî nizimtir bibînin. MED TV jiyana kurdan gûherî, lê hêşta jî hinek qaşo rewşenbîrên kurd dibêjin PKK’ê ji kurdan re çi nekir! Min ji nêz ve Ocalan dît. Ew ji nava dilê civaka kurdan rabû. Kesekî vê sedsalê, xwedî ramanên modern û di hemen demê de jî girêdayî tradîsiyona me ya berê ye. Bi zekawet û civaknas bû ku pirsgirêkên kesayetiya kurd a civakî-siyasî bêtir ji hemû rewşenbîrên kurd fam kirine. Kesên wiha bixwe xwe perwerde dikin û sûda wan ji pêşkeftina doza mirovahiyê re pir zêde ye. Ji ber wê jî ez li dijî siyaseta Almanya û Ewropa sekinîm dema ku xwestin PKK’ê bêxin nava lîsta terorê. Min bi gotar, pirtûk, hevpeyvîn û hevdîtinên xwe de ji raya giştî ya Almanya re da selmandin ku koma teror û terorîstên rastîn kîne û li ku derê ne. Lê ew berjewendiyên xwe yên aborî nakine qûrana maf miletekî 50 milyonî, bes ez keyfxweş im ku êdî raya giştî li pey berxwedana Kobanê, dagîrkirina Efrîn û şerê kurdan li dijî DAIŞ’ê giranî an jî senga kurdan fam kirine. Roja îro êdî herkes dizane ku keçên kurd çi li Şengalê an jî li Dêrsimê bi çi awayî û çima têne şehîd kirin. Mentalîta AKP’ê û DAIŞ’ê li dijî kurdan weke hev e. Ger partiyên kurdan dixwazin biser bikevin pêwîste xwedî stratejiyeke hevgirtî bin. Kurda çi nemaye ku ji partiyên siyasî re nekirine, êdî dem dema wane ku pêngaveke mezin hilînin. Ev qeder heya kengî yê reş bimîne? Di nava ragihandina Almanyayê de em tenê çend kes in, lê dengê me jî êdî hatiye bihîstin. Gere ev deng bihêztir bibe. Ji ber wê jî ez dibêjim ku piraniya rewşenbîrên kurd ji bo hevgirtinê erkên li pêşberî xwe nayînin cih…“

Ji tevkujiya ermenan heya a kurdan di sed salên bihûrî de rolê dewletên rojavayî jî hebûye. Hêşta jî ragehandina welatekî weke Almanya bi aşkera behsa tevkujî û wêrankariyên li Cizîra Botan, Sûra Amedê, Geverê û Nisêbînê nake! Lê ger dilopek xwînê ji difna du hemwelatiyên Almanya li Dêrsim an jî dereke din an Kurdistanê bihata, hingî dozger û hakimên almanî yê biryara terorîstbûnê nedana pal partiyeke siyasî li Kurdistanê. Rêzdar Işik di vê mijarê de wiha dawî bi gotinên xwe tîne: “Yekitiya me hemû derdekî bêderman çare dike. Kongreya Neteweyî gere çawa berfireh bibe? Ger ew îmkanên ku di 27 salên bihûrî de li başûrê Kurdistanê hebûn di destê cihûyan de bûna, niha ji mêjde bû ku ji xwe re welatekî serbixwe îlan kiribûn. Xwezî û hesreta min ya herî mezin serxwebûna Kurdistanê ye. Me çend kesan ji bo ku dengê doza kurdan bi rêya pênûsê bigihêje guhê hemû rewşenbîrên ciha li sala 1987’an PENA Kurd damezirand. Ked û xebata kesên weke Huseyîn Erdem, Riza Topal, Ebdulrehman Neqşbendî, Dr. Husên Hebeş, Dr. Zerdeşt Haco û min bû sedem ku em dengê xwe bigehînin hezaran rewşenbîrên welatên din yên cihanê. Ger îro ez li Kurdistanê bûma û navê min di lîsteya terora deweleta Tirkiyeyê de nebûya, hingî min yê dehan berhemên din nivîsandiban, lê belkî ev hevpeyvîna min ya dawiyê beriya mirinê be. Çimkî ez nexweş im û rewşa tenduristiya min zêde baş nîn e. Ez ê heya nefesa xwe ya dawiyê li ber xwe bidim û bibime dengê wijdana xwe ku dengê kurd û Kurdistanê bigihînim her dera cihanê. Ji vê dozê nayêm xwarê. Îcar bila polîsên taybetî ên dewleta Almanya pênc carên din dîsa bêne ser min û mala min wêran bikin…“

Gotin di singê wî de zêde û weke kaniyekê naçikin. Mamosta Haydar Işik hê jî mijûlî nivîsandin û lêkolînên xwe yên dîrokî ye.

Bi hêviya ku kesên wiha di nava me de zêde û tim jî azmunên xwe bi me re parve bikin, ev ê nivîsê li vir bidawî bikim.

Dikarî Biecibînî