aram

Qonaxa piştî DAIŞ’ê!

Ji niha ve senaryoyên piştî hilweşandina DAIŞ’ê dest pê kirin. Li gorî tê xuyakirin, payîgeha wan a dawî jî tê hilweşandin. Li gor dîmen û saloxan, êdî cîgehê dawî yê DAIŞ’ê Baxoz jî, ji destê wan derdikeve û azad dibe.

Nakokiyên navbeyna dewletên sereke yên cîhanê DYA û Rusyayê, êdî  dijwartir dibin. Bi tevayî li ser Rojhilata Navîn, bi taybetî jî li ser Suriyêyê, ji bo ku li hember hevdu destên xwe xurtir bikin, bi lez û bez, bi dewlet û hêzên hevalbendên xwe re civînan û hevdîtinan li pey hev organîze dikîn, li dijî hevdu daxwiyaniyan didin û hwd.

Her du alî jî dixwazin desthilatiya xwe li xaka Sûriyeyê bi hêztir bikin. Lewma hewldanên xwe yên dîplomatîk û çapemeniyê bi xurtî didin meşandin. Rûsya li gel Îranê, dibêje “lazim e tu hêzên biyanî, bêyî destûra rejîma Şamê li ser xaka Suriyeyê nemînin”. Armanc aşkera ye; bila hêza leşkerî ya Amerîkayê derkeve! Û li pey vêna bila Tirkiye jî (eger weke me neke) derkeve û hwd.

Amerîka jî li gel Îsraîl, dixwaze hêzên Îranê ji Sûriyeyê derkevin. Ji vî alî ve Rûsya tengav dibe. Naxwaze li gel Îsraîl bibe dijber. Lewma Putîn, ji neçarî Netanyahu vexwend cem xwe û li gel wî rûnişt.

Rûsya, ji alîkî ve kesayetî û hêzên kurdî dikişînin Moskovê li gel wan civînan çêdike. Mînak, ji Ewropayê hinek kesayetiyên kurd ên weke Selahattîn Mele, Salih Derwêş û hinek kesên din vexwendine Moskovê. Her wiha digotin PYD’ê û hinek rêxistinên din jî vedixwînin û li gel wan jî rûdinên.

Ji aliyê din ve hem wezîrê derve Lavrov û hem cîgirê wî Bogdanov, ji gotinên xwe yên berê xurtir piştgiriya xwe ya ji bo kurdan didin nîşandan û dibêjin “êdî lazim e di makezagona Sûriyeyê de, statuya çarenûsa kurdan bi zelalî were destnîşankirin” û hwd.

DYA jî, ji aliyekî ve hem dibêje “em ê leşkerên xwe ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vekişînin”, hem jî dibêje “na em ê hinek leşkerên xwe bihêlin”. Ji aliyê din ve jî, heyeta Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê fermî vedixwîne Amerîkayê. Her wiha aşkera dibêje; “Em ê mafê hevalbendên xwe HSD’ê; YPG’ê, YPJ’ê biparêzin.”

Di vê hevkêşî û hevsengiya van dewletên sereke de, hema hema roleke berbiçav an jî aktorî ji Tirkiyeyê re diyar nake. Bi tenê di vê navbênê de Trump, zavayê xwe Kushner, ji bo rojekê şand cem R.Erdogan. Ev jî dibe ku ji bo gilî û gazincên wî hinekî aş bike şandiye. Ji ber ku Zava Kushner, bi tenê li gel Receb û zava Albayrak rûnişt û piştî 2 saetan vegeriya cem xezûrê xwe Trump! Di dîmenan de jî, ne memnûniyetî dihat xuyakirin, ji ber ku awirê Receb gelek tal û tirş bû!

Aliyê sêyemîn ku aliyê xwediyê malê yê bingehîn e; gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, piştî ewqas êş û ked û xwîn û xwêdanê, bû xwedî serkeftin. Jixwe ev serfirazî û destkeftina bi rûmet û bi şeref, berî herkesî û her hêzê, mafê vî gelê me û tevgera wî HSD ye!

Gelê me û tevgêrên wê YPG’ê û YPJ’ê û bi giştî HSD’ê, rûpeleke dîrokî nivîsandin. Sembola kevneperestî û qirkerî û rûreşiya cîhanê DAIŞ şikandin. Tola mirovatiyê ji zordestî û zilimdariyê standin. Bi taybetî jî tola gelê me yê êzidî, hem ji zordestî û rûreşiya cîhanê û hem ji xiyaneta herêmê û welatê me stand.

Ev serkeftin ji niha ve, li gelê me, bi giştî li tevgêra azadiyê, li mirovahiya cîhanê û bi taybetî li Rêberê hemû gelên bindest Rêber Apo û çalakvanên grevên birçîbûnê pîroz be!

Dikarî Biecibînî