aram

8’ê Adarê û jinên Kurdistanê

Meha adarê jî weke hinek mehên me yên din tije şahî û şînî ne. Her wiha tije êrîşên qirkirinê û li dijî wê tije berxwedanên dîrokî ne. Weke mînak 12’yê Adara 2004’an komkujiya Qamişloyê, 16’ê Adara 1988’an qirkirina Helebçeyê û hwd.

Bêguman ji van du bûyerên herî girîng û watedar, yek jê bûyera 8’ê Adarê ye û di encama wê de piştî bi dehan salan weke Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hate pejirandin. A duyemîn jî 21’ê Adarê roja Newrozê ye û bi giştî piraniya gelên Rojhilat, bi taybetî jî gelê kurd weke cejnê pîroz dikin.

Ez dixwazim îro li ser bûyer û roja 8’ê Adarê rawestim û bi giranî di vê rojê de behsa rola jinên kurd bikim. Ji ber ku îro 8’ê Adarê ye.

Dîroka destpêka vê bûyerê 8’ê adara 1857’an e. Bûyer li New Yorkê rû daye. Jinên kedkar, ji bo mafên xwe yên xebatê bi dest bixin dikevin grevê. Xwediyê fabrikeyan bi hêzên xwe yên dewletê êrîşê dibin ser çalakvanên grevê û 120 jinên kedkar dikujin. Bi kurtsî çîrok ev e. Naverok; berxwedanek mezin û dîrokî heye û mirov dikare bêje serîhildana jinên kedkar a herî mezin bi vî awayî dest pê dike. Di heman demê de li dijî vê berxwedan û serîhildanê qirkirinek pêk tê.

Bêguman bi qirkirinê re, dawî lê têkoşînê nayê, berovajî hîn bi xurtir ev têkoşîn, li hemû cîhanê belav dibe û vê rojê, bi têkoşîna xwe, weke Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi her kesî didin qebûlkirin.

Erê li pey wê têkoşînê gelek ked hat dayîn, xwîn û xwêdan hat rijandin, hewldan û têkoşîna jinên pêşeng ên wek Clara Zetkin, Rosa Luxenburg û hwd. nayê jibîrkirin.

Lê belê ez bawer dikim, jinên tu welatî weke jinên kurd û kurdistanî, bi xurtir û bi rêxistinî şopdariya wan jinên cîhanî yên têkoşer û şehîdên leheng nekirine. Bi giştî jinên Tevgera Azadiya Kurdistanê û bi taybetî jî jinên şoreşa Rojava, mirov dikare bêje; ev şopdariya bi layiqî pêkanîne û niha jî her wê pêşengiya xwe ya şoreşgerî didin meşandin.

Têkoşîna bi kesayetî û pêşengiya Sakineyan, Bêrîvanan, Bêrîtanan, Zîlanan, Arînan, Semayan û hwd. bi sedan qehremanên jinên kurdistanî, piralî rêxistinên xwe ava kirin û her niha jî pêşengtiya xwe ya şoreşê didomînin.

Bi taybetî, vê dema dawî, navê YPJ û YJŞ’ê, ji hêza leşkerî ya desthilat a qirker DAIŞ’ê re bû weke kabûs, bû xof kete dilê wan û wisa diyar e ku temenê wan êdî xelas dibe û çend roj bi tenê maye ji emrê wan re.

Li gorî dîtina min, divê ev rojên wisa girîng, weke ku hevalên me yên jin ên têkoşer were şopandin, wê gavê digihêjin armanca xwe û watedartir dibin.

Li aliyê din em dibînin, neyarê mirovatiyê, bi pêşengtiya dewleta R.Erdogan, êrîşa herî mezin dibin ser Îmraliyê. Helbet ev ne bê wateya. Ji ber ku neyarên mezin ên mirovahiyê, baş zanin ku pêşrew û rêberê vê felsefê û şoreşê Rêber Apo ye. Wî ev felsefe û îdeolojiya jinê afirandiye, wî ev rol û mîsyon daye jinê û birêxistin kiriye.

Helbet jinên kurdistanî jî, bi xurtî li ser vê hişmendiyê tevdigerin û weke niha jî diyar e, bi pêşangiya Leyla Guven, jinan, gel û hemû raya giştî rakirin ser pêyan.

Lewma di rojek wisa dîrokî ya 8’ê Adarê de,  mirov bi hezaran silavan bişîne ji Rêber Apo re, ji Leyla Guven re û ji hemû şopdarên wan ên di çalakiya grevên birçîbûnê de ne û yên di çeperên şer de ne, kêm e ne zêde ye.

Encex em jî bi piralî bidin ser şopa wan  û  bimeşin, em ê karibin bêjin em heval û hogirên wan in û layiqî wan in!

Dikarî Biecibînî