Buteflîqa û daxwazên gel

Li Cezayîrê geşedanên ku di van demên dawîn de diqewimin pir balkêş in. Serokdewletê Cezayîrê Evdilezîz Buteflîqa ji salên 1990’î heta niha li ser kursiyê ye. Derdora 30 sal in yanê zêdetirî nifşek e li welat serdest e. Buteflîqa dema bû îktîdar zarokên ku 10 salî bûn, niha bûne 40 salî. Di dema îktîdara wî de çi pêşketin çêbûn û van pêşketinan bandoreke çawa li civakê kiriye?

Tişta balkêş ew e ku Cezayîr ji aloziyeke pir metirsiyar xilas bû. Di navbera kesên olperest û komên selefî de şerê îktîdarê heye. Ji ber şerê îktîdarê welat ji bo hêzên derve deriyê mudaxaleyê vekirî tê hiştin. Di encama van mudaxaleyan de welat tê wêrankirin. Ev 30 sal ji bo Buteflîqa firsendeke dîrokî bû û ji bo peşketinan gelek derfet ketin destê wî. Dikaribû di van salên dirêj de bandoreke erênî li ser civakê bikira û wê demê Buteflîqa di nav gel de dê bûbûya sembol.

Gelê Cezayîrê ji bo serxwebûna xwe li hemberî Fransayê têkoşîneke mezin meşand û gelek berdêl da. Ger mirov rewşa îro binirxîne tê dîtin ku gelê Cezayîrê bi salane tehemûlî îktîdara Buteflîqa dikin. Bi hezaran kes daketin kolanên Cezayîrê û daxwaz dikin ku Buteflîqa dev ji îktîdarê berde.

Gelê Cezayîrê bi salan li hemberî dijminên derve şer kirin û îro jî li hemberî kesên ku wekî dijminên hundirîn dibînin dadikevin kolanan. Dema rûmeta gelan were binpêkirin wê demê tu ferq di navberê de namîne û heman helwest tê nîşandan. Çi dijminê derve û çi jî dijminê hundirîn gel biçûk bixîne wê demê gel jî her cure bertekên xwe nîşan dide.

Gelek îktîdar hene ku bi kêfxweşiya serkeftinên sanal serxweş dibin. Lê tê jibîrkirin ku lûtkeya serkeftina herî mezin a gel ew e ku li hemberî dijminên hundirîn jî bi ser dikevin. Ji ber nexweşiya îktîdarê civakê dirizînin, naxwazin li ser kûrsiyê rabin û serkeftinên leşkerî wan kêfxweş dike.

Dema dagirkerî were bidawîkirin wê demê mirov dikare behsa serkeftinê bike. Serkeftina leşkerî ne şoreş e, mirov dikare wek darbe an jî serweriya komek leşker pênase bike. Ji bo wan a girîng ne civak e û ya girîng parastina îktîdar û berjwendiyan e. Pêwîst e her şoreşek ji bo xizmeta civakê pêk were û ger wisa nebe tenê nav tê guhertin û rejîma heyî bi rengekî din dewam dike.

Piştî ku zêdetirî milyonek qurbanî hatin dayîn li Cezayîrê bi rengekî şeklî hatibû rizgarkirin. Piştî rizgariyê koledarî û girêdana derve bi dawî nebû. Mekanîzmayên heyî li parlamento, dadgerî û artêşê de dewam dikir. Fransa li Cezayîrê hat qewirandin lêbelê xeyala bi hezaran kesan ew e ku koçî Fransayê bikin. Ji bo bibin hemwelatiyê Fransayê û li wir bi cih bibin çi di destê wan de heye difroşin. Dewleta Fransayê duh dijmin bû, îro bûye hevalbend û stargeh. Li Cezayîrê piraniya gel zimanê fransî diaxivin û erebî bûye zimanekî marjînal. Wê demê mirov vê pirsê bipirse û zêdetirî milyonek kes ji bo çi bûn qurbanî û canê xwe feda kirin.

Pêwîste mirov têgeha ‘şoreşê’ careke din li ber çavan derbas bike. Bi hilgirtina çek û berzkirina hinek dirûşman şoreş pêk nayê. Bi awayekî din pergala beriya şoreşê berdewam dike. Di bin navê ewlehiyê de talanê dikin û zilmê li civakê dikin. Dema tên ser kar tola xwe ji gel hildidin û kesên ku ne li gorî dilê wan be bi ajan û xayîntiyê tên tawanbarkirin.

Piştî şoreşê çerxên mirinê careke din dizivire. Di bin navê têkoşîna li hemberî dijminê derve û hundîrîn xêr û berên welat talan dikin, gel birçî dihêlin. Ji bo parastina îktîdara xwe bi rihetî civakê xerc dikin û xema wan a herî mezin berjewendî ne.

Di sedsalên derbasbûyî de êşa herî mezin di bin hinek nav û dirûşmeyan de xapandina civakê bû.  Rêberê Gelê Kurd Ocalan dibêje ku li gorî mantiqê felsefî armanca şoreş ne ew e ku tenê sazî û fabrîqeyan ava bike û şoreşa rasteqîn avakirina civak û însanê azad e.

Ji bo civak careke din di xeleka kuştin û talanê de derbas nebe û divê em bêtir girîngiyê bidin azadiya însan û civakê. Gelo Buteflîqa dê birastî jî guh bide dengê gel û ji îktîdarê vekişe? Eger daxwazên gel guhdar bike dê tiştên ku heta niha hatine kirin û bi başiyê were bîranîn. Pêwîste Buteflîqa bizanibe ku bi hezaran ewladên Cezayîrê hene ku dilê wan ji bo parastina nirxên mirovahiyê û pêşeroja welat lê dide.

Tunusê ji bo kesên ku dilê wan ji bo welatê wan lêdide îbreteke pir mezin e. Mînakên Lîbya, Sûriye û gelek welatên din îbretên mezin in. Di encamê de em dikarin dibêjin ku hilbijarde di destê gel de ye û gelo dê Buteflîqa ji geşedanên di van salên dawîn de qewimiyê dê îbretê derbixîne yan na?

Dikarî Biecibînî