Vê biharê li şûna berfê beden dihelê!

Hêvî û baweriya piştî zivistan û derketina tîrêjên rojê ya ji pişt heft tebeqeyên esman bi hatina biharê re gelek xurt û pîroz in. Îro jî hêvî û bendewariyeke me ya pir xurt ji vê bihara piştî zivistana dûr û dirêj a têkoşîna li her çar aliyan heye.

Bihara me ji şênkahî û bedewiyê re amade ye. Ew çîçek û kulîlkên spî û renga reng ku li ber xwe din ku guliyên xwe yên keskesorî li bin berfa spî hildine. Li zozan û banî, li gelî û newal li çol û çiyayan têkoşînekî xurt a hatina biharê heye. Zozanên bêriya berx û miya, deştên hesreta mêrgan, newal û zinarên kûr ên bi dengê xumexûma avê dixwazin mîna kewa gozel bixure ne. Dilê me jî bi hesreta rojê û azadiyê dikele û difûre.

Ne di çavê min de, îro di çavê her kesî de hêviyeke cuda ya ji jiyînê heye. Çavên min ê bi hesreta salan ku carekê berfa sipî ku li gir û baniyên jor ên welatê xwe bikeve û kêm jî be kulmek ji ava çem û kaniyên zozanên welatê min dertên vexwe, şahidî ji bedenên ciwan ên nû gihayî ji hêviyê tije ketine ber xirêna mirinê. Bihara welatê min li gel helandina berf û mizgîniya azadiyê jî bedenan dihelîne. Hucre dihele û çav kor dibin.

Îro beden û hucr dihelin,

Çavên ji hestan tije, elmasî diçirisin

Ne aşiqê mirinê ne,

Ji bo bijîn, bidin jiyîn dimirin…

Ev beden ne ewqas bê hêz in ku dihelin, ewqasî pîroz û rûmet in, ji bo bijîn dihelin. Ji bo dîsa nêrgis û sosin li gel beybûn û lîlozan li çiyayên azad li ber bayê reqsa azadiyê bikin, dihelin. Ji bo hevaltî bi Kemal, Xeyrî, Mazlûm, Egîd, Erdal, Çîçek, Bêrîtan, Delal û bi hezaran hevrêyên mîna wan, ji bo ku gul û beybûn li xwezaya xwe serî hildin, nek di bin solên cendirme û leşkeran de bên perçiqandin û tunekirin.

Îro jî dayika pîroz Leyla Guven û hevrêyên wê Nasir û bi sedan girtiyên doza aştî û azadiyê di bin nîrê zalimî de têdikoşin û li ber xwe didin. Çavên hemûyan li vê biharê ye. Ji ber ku ew dizanin ku ev bihar ne biharên carên dîtir e. Ew dizanin her zivistanek bihara xwe her çalakiyek serketina xwe heye. Wan bi rengê çalakiya xwe bihara ku dixwazin nîşanî her derî da. Evîna ku dilê wan şewitaniye, wê vê biharê xwe bigihînin hev. Di oxira vê de ku mirin jî hebe wê bi xêlî mirinê pêşwazî bikin. Sond û sekna wan a xwe gihandina evîna di oxira wê de goştê xwe dihelîne, wê bigihên hev.

Wê berxwedêr weku strên geş ên esman li hev bicivin û mizginiya xêrê bi rêya hewariyan bigihînin erdê û mizgîngiyê bide mirovahiyê; wê bêjin hêvî û hesreta ku bi hezaran gul û nêrgizan xwe bi keziyên xwe darvekir û di lat û zinaran de avêtin xwarê bi dawî bûye. Wê bêjin; evîna ku bi hezaran ciwanên gotin ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ beden dan ber agir û kirin xwelî, zarokên ku tenê nav bihîstî û sembola azadiyê hildan, êdî azad dibe û li ser sûrên Amedê ye.

Dikarî Biecibînî