Idlib û nakokiyên hêzên navneteweyî

Herkes li ser DAIŞ’ê û binketina wê nîqaşên fireh dikin. Lê derveyî wê li Sûriyeyê pêşketinên nû rû didin. Bi taybet li ser Idlibê bazarên nû hene û hêzên nû ketine nav vê rojevê. Idlib wek nakokiyek mezin û bingeha lihevhatinên nû derdikeve pêş. Çend roj berê dewleta tirk a dagirker dest bi dewriyên xwe yên yekalî kir. Vê wek beşek ji peymana Soçî nîşan da.

Herêmê dewleta tirk li dewriye avêtin, herêmê di bin destê Heyet Tahrîr Şam an jî bi navê xwe yê berê Cephet El Nusra de ye. Dewriyeya dewleta tirk ne bi tenê bû, çeteyên HTŞ’ê jî bi wan re bû. Ev rewşa zêde derneketibe pêş jî, hevkariya dewleta tirk û HTŞ’ê carekî din raxist ber çavan. Dewleta tirk ev demeke ji bo dagirkeriya xwe li Idlibê bidomîne çi ji destê wê tê dike. Ji aliyekî sozên nû dide Rûsyayê, ji aliyekî din ve jî hebûna Heyet Tahrîr Şam li herêmê bihêz dike.

Dewriyeyên dewlet tirk a dagirker li Idlibê peymanek nû ya di navbera Rûsya û dewleta tirk de dide diyarkirin. Ev peymana nû ji aliyên rayedarên Rûsyayê ve heta niha bi zimanekî aşkera nehatibe qebûlkirin jî lê dewriyeya bê destûra Rûsyayê nepêkan bû. Rûsya ev demeke ji bo rewşa Idlibê ketiye nava tevgerê. Têkiliyên Rûsyayê bi dewleta tirk a dagirker re êdî hatiye asteke stratejîk. Peymanên S-400, xetên gaza xwezayî, navendên santralên atomî gihiştiye 25 hezar milyar dolarî. Dîsa di siyaseta Sûriyeyê de, ne ji Rûsyayê be hebûna Tirkiyeyê dê nebe.

Dagirkeriya dewleta tirk a li ser bakurê Sûriyeyê bi destûra Rûsyayê pêk hat. Çeteyên DAIŞ’ê dema Cerablûs radestî dewleta tirk kirin û Ezaz û Babê dagir kir jî, bi destûra Rûsyayê bû. Dagirkirina Efrînê ku di encama wê de bi sedhezaran kurd neçarî koçberiyê bû, bi sedan kurd hatin qetilkirin bi rê dayîna Rûsyayê pêk hat. Niha Rûsya li ser Tirkiyeyê dixwaze di çarçoveya Idlibê de rewşek nû bide avakirin. Beriya niha jî min nivîsandibû ku Rûsya ji bo Idlibê heta meha nîsanê dem daye Tirkiyeyê. Ev deme jî êdî ber bi dawî ve diçe.

Lihevhatina nû ya Rûsya û Tirkiyeyê yên çarçoveya dewriyên yekalî dewleta tirk a dagirker li Idlibê, piralî ye. Yek divê em vegerin hevdîtinin Benjamîn Netenyahû û Pûtîn. Ev demeke Rûsya û Îsraîl li ser hebûna Îranê ya li Sûriyeyê ketine nava bazareke berfireh. Îsraîl aşkera dibêje ku ev hebûna Îranê li Sûriyeyê qebûl nakin û êrîşên xwe li ser baregehên Îranê didomînin. Herî dawî hat aşkerakirin ku dê Rûsya û Îsraîl ji bo hêzên biyanî li Sûriyeyê bên derxistin komek nû ji bo çareseriya Sûriyeyê ava bikin. Ev wek alternatîfa Astana û Soçiyê hate pênasekirin. Rûsya vê alternatîfa civînên Astan û Soçî penase neke jî, qebûl kir ku wan û Îsraîl lihevkiriye ku komek nû ji bo hebûna hêzên biyanî ji Sûriyeyê bên derxistin ava bikin. Ev jî yek ser berê tîran da Îranê.

Îran jî bi serdana Beşar Esad a Tehranê bersiva ev hevdîtinan da. Di serdana Esad ê ji nişka ve ya Tehranê de ji bo Rûsyayê jî mesajek hebû. Piştî ev serdana Esad, êrîşên li ser Idlibê zêde bûn. Rûsya ji aliyekî bi Îsraîlê re li ser Îranê zexta xwe zêde dike, ji aliyekî din jî bi Tirkiyeyê re li ser Idlibê diçe lihevhatinên nû ku pêşiya Îran û rejîma Sûriyeyê digire ku têkiliyên wê bi Tirkiyeyê re xira nebe.

Ev hemleyên Rûsyayê ji aliyê Îran û rejîma Sûriyeyê ve bi zimanekî aşkera neyê redkirin jî, hem rejîma Sûriyeyê hem jî Îran li hemberî Rûsyayê bifikar in. Bi taybet têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê ku dewleta tirk a dagirker niha wek parêzvanê Heyet Tahrîr Şam li Idlibê tê dîtin. Dîsa Îran li Sûriyeyê xeteriya herî mezin li ser xwe têkiliyên Rûsya û Îsraîlê dibîne. Rejîma Sûriyeyê ne dikare dev ji Îranê berde ne jî dikare li dijî Rûsyayê helwestek nîşan bide. Lê têkiliyên Rûsyayê bi dewletên li ser Sûriyeyê hesabên wan hene, ji bo xwe metirsiyek mezin dibîne. Rûsya dixwaze li ser Idlibê siyaseta xwe ya hevsengiyê bidomîne, Îran jî dixwaze li ser Idlibê hevsengiya Rûsyayê daye avakirin hilweşîne. Lê niha hemleya Rûsyayê serkeftir e. Lê dê heta kengî wiha dewam bike? Piştî nîsanê her tişt zelal bibe.

Dikarî Biecibînî