Yên ku DAIŞ’ê şikandin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku YPG û YPJ pişta wê pêk tînin, dawî li hukmê li ser erd û mekan ê xilafeta DAIŞ´ê li Sûriyeyê anî. Bêguman, tesîra wê ya îdeolojîk û zemînê wê yê civakî bi temamî ji holê nehatiye rakirin. Şaneyên wê yên veşartî û yên nivistî dibe ku heta demekê kapasîteya xwe ya çalakiyan biparêzin. Lê pişta wê hatiye şikandin. Li ber şervanên jin ên kurd çong danîne. Hebûna wê ya îdeolojîk jî wê bi xeta neteweya demokratîk û sîstema demokratîk a ku xwe dispêre civaka demokratîk a rêxistinkirî, dê bi demê re bê tesfiyekirin. Heger heta niha bi hêza xeta îdeolojîk ew hat têk birin; bi şoreşa demokratîk a ku xeta îdeolojîk wê biafirîne jî dê dawî li wê bê anîn.

Heger rast neyê fêmkirin ka DAIŞ çawa têk hatiye birin, hingê ji niha û pê ve jî têkoşîneke rast wê neyê kirin. Heger wisa hizr bê kirin ku esas ew bi sîlehê hatiye çikandin, ev ê bibe xeletiyek û xefleteke mezin. Heger DAIŞ di warê îdeolojîk de neyê şikandin, hîna zemînekî siyasî û civakî heye ku bike DAIŞ ji nû ve cebanî bibe, bide der. Jixwe li warên ku têkoşîna îdeolojîk nayî kirin, DAIŞ hîna hebûna xwe bi awayekî xurt dewam dike. Li bakurê Afrîka û li beşeke mezin a Iraqê em vê rastiyê dibînin.

Dibêjin, dewra desthilatdariya AKP’ê heye di wê yekê de ku DAIŞ êrîşî kurdan û şoreşa Rojava bike. Gelek agahî, belge û delîl hene ku nîşan didin MÎT´a tirk bi awayekî neyekser û yekser berê wê daye kurdan. Jixwe, ji bîra mirovan neçûye ku bi gotina ciwanên hêrsrabûyî, zimanekî rewaker ji bo DAIŞ´ê bi kar anîn. Gava ku DAIŞ´ê êrîşên xwe yên li dijî Kobanê zêde kirin, serokê giştî yê AKP´ê û serokwezîrê tirk Tayyîp Erdogan ji xwe çûyî got va Kobanê li ber ketinê ye, ha ev jî ji bîra mirovan neçûye. Ev tesîr jî heye li ser êrîşa DAIŞ´ê li dijî kurdan, lê belê esas, DAIŞ´ê îdeolojiya şoreşa Rojava û pratîkbûna wê ji xwe re tehlûke dît. Di dawiyê de derket holê ku ev hizra wan rast bû jî. Şoreşgerên Rojava xwişk û biratiya kurd, ereb, asûr-suryaniyan ava kir, di encama vê de bi hezaran ciwanên ereb tev li nav refên HSD´ê bûn. Weke li Dêrazor û Hecînê, di şerê li dijî DAIŞ´ê de bi roleke çalak û bi tesîr rabûn. Di şerê li dijî DAIŞ´ê de bêhtirî 2 hezar ciwanên ereb şehîd bûn. Gava DAIŞ derkete meydanê, kela canê ciwanên ereb li Sûriyeyê rakir; bi tesîra şoreşa Rojava bi xwe, niha ew bûn ciwanên ku şerê DIAŞ´ê dikin. Tenê bi rêya vê rastiyê be jî, hatiye dîtin ka di têkoşîna li dijî DAIŞ´ê de xeta îdeolojîk çiqasî diyarker e.

Vê helwesta îdeolojîk û fedaîtiya wê derxistî holê, li Şengalê DAIŞ’ê da rawestandin, pêşî li qirrkirina êzidiyan girt. Êrîşên DAIŞ´ê yên li başûrê Kurdistanê jî bi destê gerîlayên HPG-YJA-STAR´ê hatin sekinandin. Niha, ew ên ku bi dewleta tirk re hevkariyê dikin, pirr baş dizanin ka gerîla DAIŞ’ê çawa rawestand. Bi wî rengî ku gelek gerîlayan bê destûra rêxistina xwe ji yekîneyên xwe qetiyan û çûn Şengal, Mexmûr û Kerkûkê. Ji bo yên ku bi helwesta gerîla ya hingê dizanin û ew dîtin, ev rewşa ruhî û ew hest di wê astê de ne ku bibin mijara destanekê.

Têkoşîna li dijî DAIŞ´ê hem li bakurê Sûriyeyê û hem jî li başûrê Kurdistanê mijareke berfireh a romanekê ye. Ev têkoşêneke mezin e ku 10 hezar şehîdên wê hene. Di nava vê têkoşînê de fedaîtiyeke welê heye ku ya em behsa wê dikin berdêldayîna mirovahiyê ji bo nirxên mezin êdî gihiştiye asta herî bilind. Ev jî ji bo mirovahiyê destketiyek e. Berdêldayîna ji bo azadiyê û nirxên însanî kûrahiya însabûyînê û berfirehiya wê îfade dike. Carinan nirxandinên besît ên mîna, jiyana mirovekî bi tiştî re jî nayê bedilandin, bi dinyayê jî nayê dayîn. Ev nirxandineke dûrî nirxên însanî ye. A rastî çawa ku Kemal Pîr jî gotî, divê mirov bi qasî ku di ber de bimire hez ji jiyanê bike. Heger mirov dikare xwe di ber de bide kuştin, hingê li wir jiyana însanî, jiyana bi rastî heye; jiyan li wir hatiye manedarkirin. Mirov rabe her şêwazê zilmê, kirêtiyê qebûl bike û bijî, ev ne jiyan e; ev têgihiştina li jiyanê bêrêzî û heqareta herî mezin a li jiyanê ye.

 

Heger di têkoşîna li dijî DAIŞ´ê de jiyan ji dest nehatana dayîn, berdêl nehatana dayîn, îro gelo ne jiyana kurdan tenê lê ya tevahiya mirovahiyê wê çawa bûya. Jiyana kesekî beramberê dinyayê ye, demagojî ye; ji mirovbûnê qutbûn, jê deketine, jiyana weke komek goşt û hestî ye. Heger wisa be, naxwe ew ên ku di têkoşîna li dijî DAIŞ´ê de jiyana xwe ji dest dane, di asta pîroziyê de ne. Îro, ew ên ku jiyana xwe li dijî faşîzma AKP-MHP´ê jî feda dikin jî xwedî helwêsteke pîroz in. Heger Leyla Guven bigota, tu tişt ne hêja ye ku mirov di ber de jiyana xwe bide, ma gelo ew îro dikarî bibe pêşenga têkoşîna jiyana azad; ma wê kariya têkoşîna li dijî faşîzmê xurt bikira? Ji ber vê yekê, felsefeya jiyan û têkoşînê girîng e. Felsefeya jiyan û têkoşînê ya kesekî, xislet û karektera wî kesî diyar dike.

 

Têkoşîna li dijî DAIŞ´ê nîşanî tevahiya dinyayê daye ka felsefeya jiyan û têkoşînê ya kurdan çi ye. Ji ber vê yekê mirovahî îro ji her demê bêhtir îhtîramê ji kurdan re digire û hez ji wan dike. Ji ber wê jî, ew ên ku li dijî DAIŞ´ê şer kirine bûn serfirazî û rûmeta kurdan. Em careke din wan bi minet û îhtîram bi bîr tînin.

Dikarî Biecibînî