Civak û hunera exlaqî  -1-

Xelîl Xemgîn

Bêguman, avakirina civaka bi exlaq, ne karekî hêsan e. Di dîroka mirovahiyê de, civakan herdem bi têkoşîn û xebatên bêhempa nirxên xwe afirandine. Taybetmendiya reng û dengên xwe, bi nirxên xwe ên bingehîn nasname û hebûna xwe parastine û bi pêşxistine.

Dema mirov pênase û têgîna civaka exlaqî, kom, komeleyatiyê tîne ziman, yanî mirov behsa civaka pêşketî, komeleyetiya serwext û hişyar, edalet û şefafbûna pergala civakê dike. An jî bi wateyeke din mirov behsa hişmendiya vejînger, dînamîka zîndewar û pergaleke afirîner dike.

Pênaseya ‘exlaqê’ yanî rêzezincîra têgîna serwextî, wijdanî û mirovahiya hemdemî ye.

Mîna goşt û hestî, mirov nikare exlaq û wijdanê ji hev cuda bike. Her wiha, mîna ku exlaqê bêwijdan nîne, exlaqê bêedalet, bêşefafî û bêalîgirî jî nîne. Yanî mebesta me, alîgiriya maf, heqîqet û edaletê ye.

Welhasil, dizanim ji bo vegotina vê mijarê çend gotaran têrê nake. Mebesta min ew e ku girêdayî prensîba exlaq û wijdanê bînim ziman. Vê rastiyê baş dizanim ku hêvîkirina wijdan û exlaqê ji neyarên kurd û Kurdistanê, bêaqilî, nezantî û ehmeqî ye. Jixwe stratejiya dagirkeriyê ew e ku li nik dagirkirina leşkerî, bêexlaqkirina civakê û tunekirina nirxan e. Mînaka vê yekê, li aliyekî axtebota asîmlasiyonê ye ku mîna dezîrêsê pilindira li mêjî û stuyê me hatiye gerandin, em nikarin xwe jê azad bikin. Li aliyê din jî, ji bo dabeşkirina gelê kurd, siyaseta qirêj dimeşîne, hin caran serî li rêbazên aborî, dîplomasî, olî û mezhebî dide. Gelek caran jî siyaseta kurdê kedîkirî dimeşîne. Lê stratejiya esil ku nayê guhertin, berdewama qirkirin û tunekirina vîna neteweyî ye.

Êdî aşkera û eyan e israra kurdan a berxwedan û raperînê, li seranserê axa Kurdistanê, bostek erdê ewle ji sazî û dezgehên leşkerî û ewlehiyên dagirkeriyê re nemaye. Pergala dagirker vê rastiyê ji herkesî bêhtir dizane û hîs dike. Ji bo vê yekê, beranberî pêngavên xwe yên zordarî û hovîtiyê, giranî dide babetên şerê taybet. Nemaze di van 20 salên dawîn de, bi pêşketina globalîzmê re, pergala dagirker sûd ji amûrên teknolojî û guhertinan wergirtî, lezgînî daye êrîşên berfireh li ser nirxên civakî.

Nemaze di milê exlaq, prensîb û parastina nirxan de, nifşên nûgiyan, her cure êrîşên pergalê re rûbirû dimîne.

Lê belê sosreta herî kembax ew e ku gelek ciwanên kurd, bi dilpaqijiya xwe ango dema çand û hunerê diafirînin, bi bandora bayê çanda postmodern dikevin xeftika pergalê. Tu dema vê mijarê ji wan re vedibêjî ew jî dibêjin ‘Em jî xizmeta çand û hunera kurdî dikin.’ Tevî ku cewher, şekil û şemal, wate û bandor, reng û deng hemî ya pergalê ye, tenê peyv bi kurdî ne, şêwaz û wateya wan peyvan jî dikeve xizmeta pergalê.

Mirov dikare bi sedan mînakên wisa sosret bide lê belê ez di wê baweriyê de me ku para me hemûyan di vê kambaxî û sosretan de heye.

Di serî de para lawazî yan tunebûna siyaseteke çand û hunerê ku xwe herdem aktualîze bike. Ya din jî, para hunermendên kurd û çapemeniya kurd di vê kêmasiyê de heye.

Xerçkirin û sotandina nirxan, çi dibe bila bibe, heke ji pîvana exlaqî derkeve, pêwîst e civak destûrê nede.

Xwendevanên hêja, em ê vê mijarê bidomînin.

Dikarî Biecibînî