Tunela demê

Di 31’ê Adarê de li Tirkiye û bakurê Kurdistanê hilbijartinên rêveberiyên herêmî hatin lidarxistin. Ev du heftene hilbijartin pêk hatine lê hêj nîqaşên têkildarî encamên hilbijartinê bi dawî nebûne. Her roj nîqaş nîqaş tên kirin û aliyên cuda ên hilbijartinê tên rojevê.

Di pêvajoyeke wiha de gelek kes pirsa‘gelo dê çi bibe’dikin û di nav bendewariyê de ne. Civak êdî vê pirsê bi dengekî bilind dipirse. Di esasê xwe de hilbijartin bi encam bû û yên bi ser ketin û bi binketin aşkera bûn. Ligel vê rastiyê ‘mazbatayên’ hinek hevşaredaran nadin û nahêlin hevşaredar dest bi kar û xizmetê bikin. Astengiyan li pêşiya hevşaredaran hê jî dewam dike.

Gelo heta niha li cîhanê mînakên bi vî rengî hene û divê bê lêkolînkirin. Lê divê were zanîn ku li cîhanê gelek kes nîqaşên têkildarî encamên hilbijartinên Tirkiye û bakurê Kurdistanê ji nêz ve dişopînin.

Gelek kes qebûl dikin ku R. T. Erdogan û partiya wî di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de têk çûn. Li gorî daneyên di înternetê de hatine weşandin salên borî bi rêya şaredariyan 47 milyon kes bi rêve dibirin lê niha hejmara kesên ku bi rêve dibin daketiya 30 milyonî. Rêveberina 17 milyon kesan ji destê wan derketiye û hevparê wan MHP jî derdora 4 milyon kesan bi rêve dibe. Li gorî şaredariyên ku ketine destê CHP’ê ji AKP’ê 9 milyon zêdetir kesan dê bi rêve bibin. Salên berê CHP’ê 11 milyon kes bi rêve dibir lê niha 39 milyon kesan dê bi rêve bibin. Li bajaran hejmara kesên ku bi rêve bibe milyonek û 300 hezar kes lê zêde bûye û derketiye 5 milyon û 500 hezar kesî.

Ev encamên ku derketine holê rastiyekê îfade dikin. Ligel vê rastiyê R. T. Erdogan û partiya wî têkçûnê qebûl nakin û naxwazin kursiyên şaredariyê terk bikin. Bi kursiyan ve zeliqî ne û nazxwazin dev ji kursiyan berdin. Gelo çima naxwazin kursiyên şaredariyê terk bikin û çima evqas ditirsin? Bêguman gelek pirsên bi vî rengî tên bîra mirov.

Ger nexwazin evqas bi israr kursiyan terk bikin wê demê di vê meseleyê de hinek problem hene.

Bêguman herkes vê rastiyê dibîne. Ligel vê yekê dîsa jî naxwazin kursiyên şaredariyê terk bikin. Ji ber van nêzîkatiyên wan mirov ji xwe dipirse û dibêje û gelo ji sedemên tên zanîn cudatir sedem hene ku kursiyan terk nakin.

Erdogan û Bahçelî di hilbijartinên giştî û serokomariyê yên 24’ê hezîrana 2018’an de bi lîstik, zext û zordariyan xwe ‘serkeftî’ nîşan dan û encamê hilbijartinê wekî erêkirina komkujiyên li bakurê Kurdistanê û dagirkirina başûrê Kurdistanê û Efrînê pênase kirin.

Di hilbijartinên xwerêveberiyên herêmî ya 31’ê Adara de bi dijminatiya kurdan, dagirkirina rojava û başûrê Kurdistanê propaganda kirin. Ji ber vê yekê xwestin di hilbijartinên 31’ê Adarê de encamên ku dixwestin bi dest bixin. Ger bi ser biketana dê rojek piştî hilbijartinê bigotana gel daxwazên me erê kiriye dest bi êrîş û hewldanên dagirkirinê bikirana. Lê encama ku dixwestin be dest nexistin. Lê dev ji plana dagirkirina Rojava bernedan û ji bo vê daxwaza xwe pêk bînin encamên hilbijartinê qebûl nakin û ji bo planên xwe pêk bînin hewl didin bingehan ava bikin.

Dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê û li ser navê vê tifaqa faşîst gelek caran Devlet Bahçelî-R. T. Erdogan di axaftinên xwe de bi gotina ‘pirsgirêka beka’ve rasterast û sergirtî li xwe mikur hatin.

Di 31’ê Adarê de hilbijartinên rêveberiyên herêmî pêk hatin û şeva hilbijartinê pir tirsiyan û ji ber wê ye ku encamên hilbijartinê qebûl nakin û astengiyan derdixin.

Di şeva 31’ê Adarê de faşîzma Bahçelî-Erdogan li Enqere, Stenbol, Edene, Qers û gelek bajarên din jî têk çûn û dîtin ku ew kursiyên li ser rûniştine dê ji binê wan bişemite û dê li vir wiha nekaribin bi rihetî li ser wan kursiyan rûnên. Dîtin ku planên wan ên dagirkirina Kurdistanê bi ser nakeve. Her wiha di ‘tunela demê’ de piştî nîqaşên têkildarî encamên hilbijartinê hat dîtin ku çawa li ser wan kursiyan rûniştine.

Niha Bahçelî-Erdogan ketine nav hewldanan ku hilbijartinên xwerêveberiyên herêmî ya 31’ê Adarê hîç pêk nehatiye, demê paşve vegerînin. Ji bo vê yekê pêk bînin ji şeva 31’ê Adarê heta niha li gorî xwe ‘tunela demê’diafirînin. Di vê ‘tunela demê’ de encamên ku derketine holê şêlû dikin û dixwazin wisa bidin qebûlkirin ku ev tiştên ku qewimîne ne rast in û di alema sanal de qewimîne.

Gelo dê di vê mijarê de bi ser bikevin? Dema mirov sînorê mantiq dide zorê, tê dîtin ku ne mimkun e. Lê rastiyeke wiha jî heye; Bahçelî-Erdogan cara yekem serî li vê rêbazê nadin û salên borî jî gelek caran serî li rêbazên bi vî rengî dan. Di hilbijartinên 7’ê hezîrana 2015’an û her wiha di qetlîamên Sûr-Cizîr-Silopiyê de serî li vê rêbazê dabûn.

Di hilbijartinên 7’ê hezîrana 2015’an de têk çûn. Wekî ku di televîzyonan de pêşbaziyên futbolê bidin temaşekirin, qetlîam dan temaşekirin. Lê xwestin wisa bidin qebûlkirin ku ev qetlîam bi destê wan pêknehatiye. Weşanên televîzyonan veguherandine amûra şerê psîkolojîk û bi rêya van bernameyan cîhaneke din diafirînin û hewl didin li gorî xwe dîrokekê binivîsînin. Li gorî tiştên ku hatine bi destxistin xwe serkeftî dihesibînin. Ji şeva 31’ê Adarê vir ve heman senaryo xistine dewreyê.

Em ê bibînin ku dê çiqasî ‘serkeftî’ bibin û ‘encamê’bi dest bixin. An jî em ê bibînin ku di vê ‘tunela demê’de dê karibin çiqasî paşve biçin. Lê divê neyê jibîrkirin ku her tima hesabê der û malê li hev nagirin û me ev rastî di hilbijartinên 31’ê Adarê de dît. Guman heye ku di vê ‘tunela demê’ ku bi destê xwe afirandine de mîna zereyên atomê ji hev belav bibin.

Wisa dixuyê ku Bahçelî-Erdogan di şeva 31’ê Adara 2019’an de di ‘tunela demê’ de derketine rêwîtiyê.

Dikarî Biecibînî