Eniyeke têkoşînê ya ji welat dûr; Mexmûr

Mexmûr navê çîrok, serpêhatî, destan û romaneke ya gelekî dilsoz ê gera azadiyê ya dûr û dirêj e. Mexmûr meşeke ya azadiyê ye ku dixwazî bi çîrok qala wê bikî, dixwazî bi destan û romaneke bêdawî qala wê bikî, ji her alî ve dikarî bêjî û vehûnî.

Mexmûr vê gavê bûye noqteya dawî ya gelekî têkoşer û berxwedêr ê bi salên dirêj bi hêviya azadiyê ya roja yekem dilê wê dikele û difûre. Mexmûr bûye eniyeke têkoşîn û berxwedanê ya kezeba wê bi hesreta azadî û aştiyeke mayînde ya welat dişewite.

Gelekî ku her cûre kiryarên hovîtiyê yên dewleta faşîst û dagiker dayî ber çavê xwe û bi qirkirin, kuştin û talankirinê neçarî koçberiyeke ya bêdem û bêdawî bûye. Salên 90’î yên herî dijwar ên dijmin qirkirina kurdan bi awayekî sîstematîk bi JÎTEM, kontra gerîla û kuştinên kiryarên nediyar,  şewitandin û talankirina gundan xistiye dewreyê, qederekî malkambaxî ya gelê Botanê ya ku beşek mezin niha Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê pêk tîne ye. Di vê qonaxê de ku mirina kurdan hatibû pênc qûrûşan, dewleta tirk bi gurên xwe yên dev bixwîn JÎTEM û kontra gerîlayan dest bi hovîtiyên dijmirovî yên li serê ermeniyan anî, vê carê dora kurdan bû. Gundên herêma Botanê vê carê di hedefê de bûn. Beşek mezin gundên herêmê hatin şewitandin û talankirin. Welatiyên van herêmê bi sepandina yan hûnê bibin çete yan jî ji war û cihê ku bi salan lê mezin bûbûn, biterikînin re rû bi rê man. Gel cerdevanî nepejirand û kete ser rêya koçberiyeke bê serî û dawî.

Têkoşîna gelê Mexmûrê bi vê meşê re kete qonaxeke nû û her çû ji axa welat a ku li bendê be ha îro ha sibe, çend roj din hefte din vegere welat, her çû jê dûr bû. Tevî axîna welat a kezeb dikeland û difûrand lê zor jî dihat lê rêya li pey çûyî dikir ku bihêle birîna dilê wê bicebire û li pey dozê biçe. Her cihê çû warek û konek lê danî. Vê carê ne tenê li dijî dijmin, li dijî merc û êrîşên dijmin û hevkarên wan her kêlî li ber xwe da û têkoşiya. Tevî canê wî li ser pelê agir jî be bê ku bide hîskirin ku canê wê dişewite, serî rakir û meşa xwe domand.

Her ku dem çû, warek, konek û parçeyek can li pey xwe hişt, çavên bi kesera welat dûr diket, li çiya û banî diqûlibîn. Ji serma mir, ji birsa mir, birîndar bû, talan çûn, lê ji ya xwe venegeriya. Tim serî bilind kir û têkoşiya. Rojekê jî negot ax û ax…dizanî ku wê axîn birînan necebirîne wê kûrtir û dilnaziktir bike. Ji bo wê tu dem li ber zorî û êrîşên dijmin negot ax. Ev jî ji bo wê bibû felsefeyek a jiyanê û berxwedanê.

Gelek war û goristanên heskiriyên xwe yên di vê rêya pîroz de dayîn li pey xwe hiştin û dûr ketin. Gelek hêvî û hesretên vegerê, bi kêlên goristanên zarokê xwe ve girêdan û meşiyan. Gelek kezî û rondik li bin kêlên goran hatin danîn û çûn û çûn…

Vê carê jî rêya koçberiyê kete ber û li warê ku tu car navê wê nebihîstî ku wê carekê ji bo wan bibe keleyek a berxwedanê Mexmûrê ve bikevin rê. Sînorê Kurdistanê hate derbaskirin û meş kete sînorê welatekî din Iraqê. Mexmûr dikeve herêmekî sînorê başûrê Kurdistanê û Iraqê. Herêmeke zuha û bi nakok a parelela 36’an a madeya 140’î ku li ser şer tê kirin.

Xakeke ji jiyanê qût, avhewayeke zuha û aveke genî ku jiyan lê herimî ev gelê pîroz hate bicihkirin, terkî qederekî bêwijdan hatibû kirin. Tevî vê jî vîn û qûdreta vî gelî ya bi partî, nirxên şehîdên wan ên pîroz û Rêbertiya wan kir ku ji her demê zêdetir tevî her nexweşî û şertên erdnîgarî û êrîşan li ber xwe bide. Ev kir jî, hêviya xwe winda nekir. Li ber xwe da, şer kir û ser xist. Li ber her şertî serî rakir û têkoşiya. Encax karî wisa xwe li ber dijmin bigire û ser bixe. Îro bûye yek ji eniyên herî pêş ên têkoşîn û şerê azadiyê.

Her çendî ewqasî bi hesreta welat dilê wan dikele jî her demê bi welat re rabûye û bi welat re jiyaye û serî hildaye. Her kêlî dilê wî li Botanê, Amedê, Serhedê, Hewlêr, Qamişlo, Urmiye û hwd. lêdaye. Li ku dibe bila bibe çi êş û çi kêfxweşî be vî gelî ew hîskiriye û daye hîskirin. Tu demê pişta xwe nedaye tu aliyê têkoşînê. Her tim hewl daye xwe tev li bike û destek bide.

Bûye şer, xort û keçên wê zend û bend badaye, bejin bi rext û bombeyan pêçaye, li eniyên pêş ên cengê şer kiriye. Govenda azadiyê hatiye girtin, sergovendî girtiye û govend gerandiye. Bûye şîn, şîn girêdaye, bûye şahî pîroz kiriye. Tim weke ku ne parçeyek ji welat dûr, di dilê welat de dilê wî lêdaye. Êş û kêfxweşiya welat ji dil hîs kiriye û li gorî wê tevgeriyaye.

Bi her awayî bûye modelek a jiyana hevpar. Ji sîstema wê ya ewlekarî bigire, heta perwerde, sazûmanî, rêveberî û edalet di her warî de bûye modelek a sîstema civaka demokratîk. Ev hemû ne hêsan e ku bê kirin, bedel daye, can daye, kezeb daye heta ku kariye xwe bigihîne vê astê. Ev jî kerameteke ya têkoşîn û serbilindiyê ya li pey doza ku bi salan e daye pey.

Ji bo vê ye kurdên bikevin xefleta ku bêjin wê dijmin me qir bike, koçber bike em ê ji cih û warê xwe bibin, li dijî zilmê serî ranekin, bila li vê meşa rûmetê ya azadiyê binêre û jê îlhama jiyanê bigire. Ev gel jî mir, birçî bû, koç kir lê ji ya xwe venegeriya. Dilê wan jî ji bo welat lê dida lê jiyana ku ji bo wan dihate sepandin nepejirand û ji bo kule û kurdên mirî bin, her tişt da ber çavê xwe û tevî hemû mercan îro bûye yek ji eniya her têkoşînê lê têkirin.

Mir, birîndar bû, seqet bû, nebû cerdevan û lê bi rûmet ma. Îro jî di berxwedana grevên birçîbûnê de têkoşîna xwe ya li gor erka demê girt ser milê xwe û li ber xwe dide. Endama Koordînasayona Meclisa Îştar a Mexmûrê Fedîle Tok deng da dengê dayika pîroz Leyla Guven û berxwedêrên din. Sibe jî çi pêwîst bike dê bi heman erkê rabe û berxwedana xwe bidomîne.

Dikarî Biecibînî