Gelo dor tê Îran û Tirkiyeyê?

Li Rojhilata Navîn xilafeta Osmanî bi sedan sal zilm li gelan kir û piştî hilweşîna vê xîlafetê gelek netewe dewlet hatin avakirin. Li vê erdnîgariyê her tim civak tirsandin, hewldan rengîniya civakan ji holê rakin û civakan bikin yek reng û ji afirandinê bêtir hînî çanda xerckirinê kirin.

Di dîrokê de gelek caran li vê erdnîgariyê gelan li hemberî osmanî û hêzên ewropî serî rakirin û şoreş pêk anîn. Lê van şoreşan nekaribûn xwe ji aliyê fikrî, çandî û aborî xwe rizgar bikin. Wisa kirin ku mirov li hemberî rejîmên dîktator bêhêvî bimînin. Van rejîman ji bo berdewamiya îktîdara xwe însan wek amûr bi kar anîn. Li ser hesabên bi milyonanan rejîmên xwe yên yekkesî xurttir kirin. Her tim bi dirûşmên neteweperestî û olperestiyê civak xapandin. Bi van dirûşman beşeke civakê wisa kor kirin ku pêşiya xwe nebînin.

Ji aliyê dagirkeran sînor hatin diyarkirin û qaşo welatên serbixwe hatin avakirin lê van rejîman her tim zarokên xwe dixwar da ku bêhtir li ser text bimînin. Li Rojhilata Navîn du qesab hebûn; navê yekî Sykes û navê yê din jî Picot bû. Wisa kirin ku ji axa pîroz bihostek jî aydî me nebe. Bila Sykes û Picot di tirbên xwe de rihet razên, em wan sînorên ku ji bo me xêz kirine derbastir dikin, hevdu dikujin û hevdu dixwin. Tu dibêjî qey em ji wan re spas dikin da ku bi destê xwe sînor xêz kirine. Ev qirkirin û komkujiyên ku bûne para her kesî û kî li hemberî parçekirinê derketiye hatiya kuştin.

Gelo tiştên ku Tirkiyeyê aniye serê ermenî, asurî û kurdan ji kirinên Sedam Huseyîn kêmtir e? Her wiha tiştên li Yemen, Cezayîr û Sûdanê qewimîn ji hovîtiyên din kêmtir in?

Yên ku ev parçekirin û xêzkirina sînor di warê naverok de qebûl kiriye û şeklê wê red kiriye dawiya wan jî nebaş bû û stûxwar man. Li welatê xwe bi tirs dijîn û piştî demekê berê xwe dan erdê welatên ku bûn sedema parçebûnên li Rojhilata Navîn. Yên ku welatê xwe terk nekirin her tim li benda mucîzeyekê man û hêviyên xwe hewandin da ku rojekê ev kesên nîvxweda vegerin û mizgîniya bihûştê bidin wan. Yan jî cehenem bibe çarenûsa her kesî û rojekê bibêjin êdî bes e.

Birêz Ocalan di pirtûkên xwe de maskeyên qralên tazî û xwedayên bi maske dadixe û rastiya wan radixe ber çavan. Hêz, îktîdar û pere desteser kirin û ev yek wekî şîfre di netewe dewletê de veşartin. Ev şîfre ji aliyê fîlozofê alman Hegel ve wekî dewlet ango siya Xweda hatiye pênasekirin. Wisa dan qebûlkirin ku kesên li hemberî dewletê disekinin di heman demê de li hemberî Xweda disekinin. Saziyên netewe dewlet hatin sazkirin da ku erka xwe ya parastina siya Xweda bi cih bîne û kesên li hemberî dewletê jî derketin wekî zindiq, kafir û jirêderketî hatin qebûlkirin.

Em hemû jî dizanin ku çi anîn serê kesên ku dijberî wan derketin. Piştî salan gelê herêmê hewl dide toza stûxwarî û sistbûnê ku bi wan geriyaye ji ser xwe biavêjin. Di 8 salên dawîn de textê 8 qralan hilweşiya. Wisa hesab dikirin ku dê kesek nikaribe derkeve û ji wan re bibêje hûn tazî ne. Di roja îro de em dibînin ku yek bi yek dikevin, têk diçin û kesek ji bo wan xembar nabe.

Ne kes ji bo wan xembar bû û ne jî tiştên ku anîn serê civakê ji aliyê Xwedê ve pîroz hatin dîtin. Ancax Xwedê rehmetê li wan bike dê karibin ji cehenema Xweda xilas bibin. Hilweşîna yekemîn bi Sedamê Iraqê dest pê kir. Lê kesekî bi hilweşîna Sedam ders dernexist û baş fêm nekirin. Me dît ku piştre Bînaliyê Tunusê, Qedafiyê Lîbyayê, Mubarekê Misrê, Salihê Yemenê, Buteflîqayê Cezayîrê, Beşîrê Sûdanê, yek bi yek ketin û Esadê Sûriyeyê jî li ser rêya ketinê ye. Ji van qralên tazî û xwedeyên bi maske tu kes neman. Tu kes li derdora wan jî nema û ancax hinek kesên ku hê jî bawer dikin Xweda ne yan jî xelîfeyê misilmanan in û an jî Mehdiyê Mesîh in li pey wan dikevin. Em dikarin van kesan wekî Rûhaniyê Îranê û Erdoganê Tirkiyeyê pênase bikin.

Roja ketina Rûhanî û Erdogan jî zêde ne dûr e. Ji ber ku gel bi kelecaneke mezin dixwaze ew bikevin. Her ketineke mîna kevîrê domînoya îktîdarê kêfxweşiyê dide gel. Ev leyîstokeke çiqas xweş e û xwezî em bi zaroktiyê hînî lîstina vê leyîstokê bûna da ku hîn bêhtir em quralên wê nas bikin. Da ku em bizanin ku di vê lîstikê de serhildaneke biçûk jî dê karibe textê dîktatoran hilweşînin. Divê zanibin ew nemir nîn in. Dinya ji Firewn û Nemrûd re nema û ji wan re jî namîne.

Ocalan ev pêvajo wekî pêvajoya ‘Bihara Gelan’ pênase kir û got ku li rexmî dijwarî û zehmetiyan bihar her dê bê. Yên ku dîrok baş nexwendine û baş fêm nekirine divê zanibin ku piştî zivistana zehmet helbet dê bihar jî were.

Dikarî Biecibînî