Kî dixwaze DAIŞ’ê zindî bihêle?

Hêzên Sûriyeya Demokratîk di meha derbasbûyî têkçûna DAIŞ’ê îlan kir. DAIŞ ji 2014’an ve li ser herêmê û cîhanê bibû metirsiyek mezin. Di encama şerekî dijwar de piştî 5 salan têkbirana DAIŞ’ê, ji aliyê gelê herêmê bi kêfxweşî hate pêşwazîkirin. Gelek dewlet û hêzên ve serkeftina Hêzên Sûriya Demokratîk hate pîrozkirin. Lê di encamê de yek gotinek din jî hate kirin ku ev jî DAIŞ neqediya ye. Li gorî daneyên di destê koalîsyona li dijî DAIŞ’ê, li Iraq û Sûriyeyê tenê derdorî 18 heta 20 hezar endamê DAIŞ’ê hene. Ev çeteyan xwe wek şaneyên veşartî tevger kirine û di dema tê xwestin dikevin nava tevgerê. Ev metirsiya DAIŞ’ê ji aliyê herkesî ve tê zanîn.

DAIŞ piştî şoka destpêkê ya şikestina li ser xwe avêt, di nava 48 seatan de li gorî hinek daneyan li Iraq û Sûriyeyê 56 êrîş pêk anî. Ev êrîşên DAIŞ’ê balkêş e piraniya wan di heman demê de pêk hat. Ev jî diyar kir ku, hêj DAIŞ li hemû herêmê di nava kordînasyonekî dikare tevbigere. Aliyekî balkêş DAIŞ’ê li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê di zindanan de ne jî, dikarin tevlîheviyan derbixin û bixwazin birevin.

Niha DAIŞ wek komek hebûna xwe didomîne û metirsiya wê li ser cîhanê kêm nebûye. Li Baxoz jî diyar bû ku DAIŞ’ên xwe radest kirin, ne berê xwe dan rejîma Sûriyê ne jî Iraqê. Xwe radestî Hêzên Sûriyê Demokratîk kirin. Ev wek tercîhek DAIŞ’ê bû. Lê di bin vê xwe radest kirinê armancek din yê DAIŞ’ê heye. Ev jî xwe nêzîkî sînorê Tirkiyê bûyîn e. DAIŞ’ên girtî hebû bi yek dengî dibêjin ‘em dixwazin biçin Tirkiyê’. Ev gotin çavkaniya êrîşkariya demê dawî yên li Sûriyeyê û Iraqê jî nîşan dide.

Di 16`ê çileya 2019`an de komên çete li pêşiya xwaringeh Qesr El-Umera ya li bajarê Minbicê, li dijî komeke hêzên hevpeymanê de êrîşek pêk anîn. Di encamê de 4 leşkerên Amerîkayê, du şervanên HSD`ê û 13 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Piştî êrîşê Hêzên Ewlekariyê li dijî şaneyên veşartî yên çeteyan operasyonek pêk anîn û hin kesên ku hevkarên êrîşê bûn girtin. Yek ji wan jî çeteyê bi navê Ebdilezîz Mihemed El-Şecî ye. El-Şecî der barê plana êrîşê de gelek agahî dan. El-Şecî îtîraf dike û çeteyên teqîna li Minbicê pêk aniye û ji Idlibê hatiye.

Ji bo kesekî ji Idlibê were Minbic du rê heye; yek li ser Helebê ji cihê di bin destê rejîma Sûriyeyê, ya din jî ji herêmê di bin dagirkeriya dewleta tirk e. Di rewşa niha de ji Idlibê derbasbûna Helebê zahmet e. Lê cihê dibin dagirkeriya dewleta tirk hêsan e. Jixwe dewleta tirk komên çeteyên li wir diparêze. Di rastî de dema Ebdilezîz Mihemed El-Şecî îtîraf dike û dibêje kesê êrîş pêkanî ji Idlibê hat, destnîşan dike ku çavkaniya vê êrîşê dewleta tirk ya dagirker e.

Di gelek êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê diyar dibe ku êrîşan DAIŞ’a tirk pêk tîne.

Berî niha gelek lêkolînvan û çavdêr jî destnîşan kiribûn ku armanca DAIŞ’ê yek be jî, navendek DAIŞ’ê nîne. Gelek dewlet li ser livandina DAIŞ’ê rol dilîzin. Niha êrîşên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk ji aliyê kîjan DAIŞ ve tê kirin jî mijarekî lêkolînê ye. Lê xuya dibe ku hem DAIŞ Tirkiyeyê, hem jî DAIŞ’a rejîma Sûriyeyê dide bikaranîn bi milan ve van êrîşan pêk tînin.

Armanca van êrîşên bi destê DAIŞ’ê tê kirin aramiya herêmê ye. Li dijî ev êrîşan ne tenê di çarçoveya ewlehî, divê li herêmê xebatê civakî zêdetir bibin. Di encam de dewletên wek Tirkiyeyê gelê herêmê bi kar tîne. Pêşiya ev bikaranîna girtin wê serkeftina herî mezin li DAIŞ’ê û hevkarê wê yên wek dewleta tirk ya dagirker be.

Dikarî Biecibînî