Li bin çirikê çû ber serşokê

Piştî rêzetêkçûnen serokomarê tirk Recep Tayyîp Erdogan yên wekî; têkçûna hilbijatinên herêmî, krîza aborî û têkçûna şerê li dijî kurdan û li derve mîna têkçûna polîtîkayên li dijî bakure Sûriyeyê êdî textê wî diheje. Piştî têkçûna DAIŞ’ê ku rejîma Erdogan her tim piştgirî dida van çeteyan di şexsê DAIŞ’ê de Erdogan têk çû. Ji bo têkçûna xwe veşêrin bi rêya civînên Astan û Soçiyê li bakurê Sûriyeyê hinek dever dagir kirin.

Niha tê dîtin ku derbên Erdogan xwariye giran dibe û li qada navneteweyî jî têkçûn zêde dibin. Ev qad jî dewleta Lîbya ye. Lîbiya ku Erdogan dest dirêjiye lê dike ji destpêka krîzê û bi her awayî (çek, cebilxane, lojistîk) alîkariyê dide çete û hêzên terorê yên li wê derê û ev jî bi belge hatiye îsbatkirin. Ji aliyê rêvebiriya Lîbyayê ve gelek caran li dû hev, ev aşkera kirin ku Erdogan hewil dide ku Împratoriya Osmaniyan ji nû ve vegerîne. Di rêya îslama siyasî û netewperestiya osmanî de ku Erdogan propogandaya wê dike û israr dike bakurê Lîbyayê vegerîne qonaxeke din. Lewre bakurê Lîbyayê herêma herî dawî bû ku di bin destê xîlafeta Osmanî de derketibû.

Li gel vê jî çavên xwe berdaye Tûnis, Sûdan, Misir û welatên ereb ên rojhilat. Ne tenê vê dike ew hewl dide cîhanê îqna bike ku îslama siyasî tenê dikare pirsgirêkan û kirîzên li herêmê çareser bike. Lê belê ji bîr dike ku sedema sereke ya paşketin û binketina herêmê û miletê heremê dewleta osmanî ye ku her di bin dagirkeriya wan de bû. Lewma ji bo berdewamkirina desthilatdariya xwe bi zanebûn ev polîtîkeyên nezanebûnê û nepêşketinê li milet ferz dikir.

Ger em li dîroka osmanî vegerin em ê gelek komkujiyan bibînin ku hemû di bin navê îslamê de hatin kirin ku tu eleqeya xwe bi îslamê re tune bû. Tenê ji bo talankirina herêmê û berdewamkirina desthilatdariya xwe bû.

Dîrok dibeje ku hîn kesek ji sultanên dewleta osmanî neçûne hecê, tevî ku hemû jî xwe dikin emîrê misilmanan. Ne tenê ev, heman sultanên osmaniyan di bin navê îslamê de herêm talan kirin, gelek misilman kuştin û “El medîne el mûnewere” şewitandin.

Yek ji bûyerên din ew e ku dê her tim wekî deqek reş li ser eniya dîroka dewleta osmanî bîne ku sultan Ebdulhemîd, alîkariyek mezin da cihûyan ku werin Filistînê û li wê derê bi cih bibin.

Her tişt bi belge di dîrokê de hatiye nivîsandin lê mixabin tu kes li vê dîrokê nagere û tu kes wê dîroka ku ne bi destê serketiyan hatiye nivîsandin nagere ku ew jî gelekî dûrî rastiyê ye. Îro Erdogan li ser şopa pêşiyên xwe dimeşe, însan û civakê dixapîne ku ewê xîlafeta îslamî vegerîne. Weke ew kesên ku îslama sîyasî bi kar tînin wekî Îxwan el-muslimîn. 500 sal berê0 van kesan xwe neguherandine. Di bin navê îslamê dê karê xwe dikin da ku bigihêjin armancên xwe.

Tişta ku Erdogan kir li bakurê Sûriye û Iraqê, dagirkeriya xwe aşkere kir. Gund û bajar dagir kirin,  gel bi darê zorê wan ji cih û warê wan da koçkirin, komkujî û talanî bi ser serê wan pêk anî. Ya herî balkêş ew e ku hemû çete û terorîst ên ku Sûriye xirakirin anîn gel xwe û piştgirî da wan Rûsya, Îran û Sûriye bû. Li pêş çavê hemû cîhanê Idlib û bakurê Sûryeyê û bi taybetî Efrîn kir navenda terorîstan.

Niha jî eynî tiştî li Lîbya yê dike ew jî bi alîkariya dewleta Qeter a ku tu pirsgirêk li cem wê nîne ku destekê bide hêzên terorê. Li gel ku navê van hêzan jî ne wekî hev in lê ew komên terorê yên li Sûriyeyê heman komin ku li paytexta Lîbya Terablûsê ne. Ji xwe tu cudahî nîne, weke ku mirov ji xwe re li fîlmekî temaşe dike. Her car bi rengekî tê pêşkêşkirin lê di heman demê de mirov çîrokê nas dike. Tişta ku li Sûreyeyê dan jiyîn, a neha li Terablûsê tê kirin.  Ew jî bi destê Erdogan ê ku bi israr pişta hêzên terorê digire pêk tê. Heman tiştî li Sûdanê jî dike, bi taybetî li greva Siwakîn ku hemû xewn û xeyalên xwe pê ve girê dide.

Dîrok dimeşe û li hêviya tu kesî nasekine. Dîroka ku hitş xîlafeta osmanî hilweşe û yê ku zêdetirî 400 sal dagirkerî li herêmê ferz kir, dibe ku bibe sedema hiweşandina desthilatdariya Erdogan.

Ya rast ev ne komar bû tene navê goristana milet, pekhateyan, civakan û mezheban li bejin û bala wî tê. Dîsa em dikarin bêjin ku bûye navenda newêrekên mîna Erdogan ku desthilatdariya xwe li ser kuştin, qetilkirin û terorên ku avakirine. Lê belê dîrok ji me re dibeje: “dîwarê ne li ser bingeheke rast tê ava kirin, nêzîk yan jî dûr wê hilweşe û bikeve”.

 

Dikarî Biecibînî