Li pişt şibakan dimirin!

Dilê me yê her tim ji hêviyê tijî her gav û kêlî ji bo azadiyê lê dide, her çendî li pişt şibakeyên hesin û avahiyên mîna qefesan be jî, wê ti carî ji ya xwe neyê xwar û lê bide. Em ne girtiyên dizî, talan û qirkirinê ne. Em girtî û dîlên azadî û aştiyê ne. Dibe bedenên me girtî bin, lê di ruh, bîrdozî û raman de em azad in.

Ji bo azadî û demokrasiyeke mayînde ya weke her gelî ji bo civaka xwe pêk bînin, ketin ser rêya têkoşîn û heqîqetê. Her çendî gelek ji me di vê rêya pîroz de bê ku li pişt xwe binêre, bi fedayane ji bo vî gelî canê xwe bexşandin. Hinek jî hê li wan war û merqebên ji ber şûr û mertalên mêtingeriyê rizgarkirî têdikoşin û îro jî hinek ji me di vê meşê de dîl hatin girtin û li pişt şibakeyên zilmê li ber xwe didin.

Di her qonaxa Tevgera Azadiya Kurdistanê de zindan bûye yek ji eniya têkoşînê û parçeyek ji berxwedan û serhildanên gelan. Car hatiye bûye Newroz, car hatiye bûye serhildan û car jî hatiye bûye qada bîrdozî, çand û wêjeya kurdî.

Ev qonax jî yek ji wan qonaxan e, erk û mîsyoneke mezin li ser milê girtî û zindaniyan e. Lê di rastî de ne tenê li ser milê girtiyan e, girtî beşek ji vê ne. Qonaxeke wilo ye ku her kes dikare bi erk bibe û cihê xwe di vê têkoşînê de bigire. Di vê pêngavê ya ‘Tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ de bi qasî pêwîst, girtiyan erka xwe pêk anî. Yên di vê pêngavê de kêm mayî, em ên ji derve û topyekûn gelê Kurd û hêzên demokrasîparêz û mafên mirovan diparêzinin.

Îro bi hezaran beden li pişt şibakeyên hesin û zilmê roj bi roj dihelin. Yek ji van jî nivîskar Îlhamî Çinar ê bi rêya malbatê peyamek gelekî girîng ên rewşa zindanan tîne ziman parve kir. Çinar ev peyam dabû: “Ez êdî nabînim. Êşa min pir e. Ji ber nexweşiya Hemoroîtê ji rûviyên min xwîn tê. Êdî neyên serdana min, ji ber ku taqeta min nîne ez bêm. Bila her kes dengê me bibihîse. Ez ber bi şehîdbûnê ve diçim.”

Ev gotin bi qasî pêwîst rewşa girtî û berxwedêran bi zelal û vekirî radixe ber çavan. Li pêşberî rewşekî wiha hê jî nekirina tiştekî, bêwijdanî ye. Di rewşa heyî de em nikarin bêjin çalakî û hewldanên em dikin bes e, ji ber ku armancên me danî pêşiya xwe hê em negihiştînê. Ji bo vê ye ku heta em bigihêjinê, divê em şev û roj bikin yek. Divê em êdî şêwaz û rengên çalakiyê xwe biguherin. Bi van çalakiyan heta astekê deng hate bihîstin û hewldan hene, lê ji bo gihiştina armanc û daxwazan li ser wî tewerî li gorî van çalakiyan ne mimkûn e ku encam bigire.

Hê di çalakiyên xwe de em hêvî û ricayan ji Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkence (CPT), Konseya Ewropa (KE), Yekitiya Ewropa (YE) Parlamentoya Ewropayê dikin ku dawî li tecrîdê bînin. Ev bi serê xwe şaştiyeke mezin e. Di vî warî de şaş e; ku em bi xwe ji bo vê hewldanek mezin nekin, li bendê mayîna ku hinek vê bikin şaş e. Pêşiyên me ji xwe negotine; ‘Çavê li deriya xwelî li seriya’. Ji bo vê divê em wan bidin zorê heta ku ew jî Tirkiye bidin zorê. Bi çalakî û şêwazên niha ji bo wan bide zorê hê ne têrker e. Ji bo vê ye evqas roj beden dimirin. Divê em li vê vegerin û li vê hûr û kûr bifikirin.

Dostên kurd, parlementerên ewropî, parêzvan û hiqûqnasên mafên mirovan ên destekê didin jî, bi qasî pêwîst ne cidî ne. Bi gotin û serdanên dikin, têrê nake. Bi îfadeyeke din hê vekirîtir bi gotinî; ‘Em bi firkar li rewşê dinêrin. Em li pişt berxwedan we ne’ têrê nake. Gotinên sist û ji bo ketina nava hewldanê lewaz in.

Saziyên hiqûqî, saziyên mafên mirovan diparêzin hemû jî nerast in û berjewndîparêz in. Ev ne hiqûq û ne jî parêzvanên mafên mirovan in. Ev tenê xwe weke mirov dibînin û hiqûqê ji bo xwe bikar tînin. Di vê rewşê de pirsekî wiha raber dikim; Gelo ev sazî me wek mirov nabînin? Ji bo hiqûqa ku qaşo ew dibêjin em bi vê mafê mirovan diparêzin kijan mirovan li xwe digire? Bila bê zehmet vê ka zelal bike. Nexwe ew ne ti hiqûq û ne jî ti kar e pê rabûne.

Ji bo lawirekê yên qiyametê radikin, çima ji bo canê mirovan ker û kor in. Gelo ma qey ruhê mirovekê bi qasî yê lawirekê nake. Yê ku ji bo lawirekê radibe, divê ji bo mirovekê bi deh qatî rabe dengê xwe rake.

Dema ku mirov van rewşan hemû li ser dikekê ya edaletê bixe teraziyê wê bixuyê ku aliyê teraziya wijdan û edaletê di heft tebeqeyên erdê de ye. Wê bixuyê ku berjewendî û necidîbûna erkê xwe çav û guh ker û kor kiriye.

Ji ber vê ye dikarim herî dawî vê bêjim; eger em tiştekî nekin, mayîna ku hinek din bikin û hewara xwe bigihînin hinekî din ne mimkûne ku em bigihêjin daxwazên xwe.

Dikarî Biecibînî