Li hevkirina Îran û Rûsyayê her diçe lewaz dibe

Di navbera hevkarên rejîma Sûriyeyê de nakokî zêde dibin. Ji aliyekî Rûsya dixwaze li ser Sûriyeyê li gorî berjewendiyên xwe bi bandor bibe, ji aliyekî Îran wek hêzeke di çarçoveya Kevana Şiî de dixwaze hebûna xwe ya li Sûriyeyê zêdetir bike. Hem Rûsya hem jî Îran wek hevkarên rejîma Sûriyeyê, dixwazin siyaseta xwe bispêrin rejîma Sûriyeyê. Rejîma Sûriyeyê ya ku ji her alî lewaz bûye jî dixwaze siyasetek her du aliyan razî bike, bide meşandin. Lê ev ji bo rejîma Sûriyeyê pir zahmet xuya ye. Hevsengiya rejîma Sûriyeyê dixwaze di navbera Îran û Rûsyayê çêbike, zirareke mezin dide. Siyaseta du alî ya rejîma Sûriyeyê dide diyarkirin ku rejîma Sûriyeyê jî dixwaze bi zirareke kêm ji nava nakokiya Îran û Rûsyayê derkeve.

Îran û Rûsya du hêzên hevkar li ser Sûriyeyê tên xuyakirin. Lê ev hevkarî di demên dawî de vegeriya, nakokî û heta astek dijberiyê. Ev jî sedemê wê hene û ev sedem dibe ku asta nakokiyan bike, dijber jî. Ji destpêkê ve siyaseta Rûsya û Îranê di mijara Sûriyeyê de ne yek bû. Hedefên Îran û Rûsyayê jî di gel aliyan de nakok bûn. Lê ev tu carî nedibû asteng ku ev her du hêz bi hev re nemeşin yan jî pirsgirêkên xwe bi hev re çareser nekin.

Îran li Sûriyeyê hêza li ser erdê ye. Hebûna rejîma Sûriyeyê bi ev hêza li ser erdê heye. Heta ne Îran bûya, di sala 2013-2014’an de rejîma Sûriyeyê nikaribû hebûna xwe biparêze. Ji bo wê jî hebûna Îranê ku tê gotin bi deh hezaran leşkerên Îranê li Sûriyeyê hene, vê rewşa hane piştrast dike.

Rûsya piştî Îranê bi demekê di payîza 2015’an de bi hêza xwe ya ezmanî beşdarî şerê Sûriyeyê bû. Lê Rûsya ji destpêka şerê Sûriyeyê ve piştgiriya siyasî di qada navneteweyî da rejîma Sûriyeyê û nehişt destwerdaneke weke Lîbyayê ji aliyê dewletan ve yekser were.

Têkiliyên Rûsya- Îsraîlê yên li ser dijberiya Îran û têkiliyên Rûsya-Tirkiyeyê, bingeha nakokiyên Rûsya û Îranê ne. Di vê navberê de divê ez bêjim, li ser Îranê di navbera Rûsya û Amerîkayê jî danûstendin heta astek didome. Siyaseta jinavbirina Îranê li Sûriyeyê ji sê milan ve tê meşandin û tê xuyakirin ku Rûsya di navenda vê siyasetê de ye.

Lihevkirina Îsraîl û Rûsyayê ku du armanca wê heye, yek divê Rûsya dema Îsraîl êrîşên xwe li ser baragehên Îranê yên li Sûriyeyê bike, parastina hewayî ya rûsan nekeve dewrê. Ev ji bo Îsraîlê pir girîng e. Di daxuyaniyên Îsraîlê jî tê dîtin ku êdî hebûna Esad yan jî qala jinavbirina rejîma Sûriyeyê nayê kirin. Ev jî aliyê peymana Rûsya û Îsraîlê ya duyemîn e. Ji aliyekî ve Rûsya bi rêya Îsraîlê, zextan li Îranê dike. Ji bo wê jî ev ne tenê siyaseta Îsraîlê ye, di heman demê beşek siyaseta Rûsyayê ya li Sûriyeyê ye.

Têkiliyên Rûsyayê di çarçoveya Soçiyê de bi dewleta tirk a dagirker re, di rastiyê de weke alternatîf ji bo civînên Astanayê bû. Di 17’ê îlona 2018’an de hate xuyakirin ku êdî ji bo Rûsya û Tirkiyeyê wateya Astanayê nemaye. Her du alî biryar dane ku rola Îranê di Sûriyeyê de lewaz bikin. Ev bi demê re hinek din jî aşkera dibe. Dewleta tirk jî ji aliyekî li ser Qeter ve bi Îran re têkiliyên xwe yên veşartî yên li dijî Erebistana Siûdî, Misir, Îmarata Erebî dide meşandin, ji aliyekî din ve li Iraq û Sûriyeyê bi Îran re di nava têkoşîneke dijwar de ye. Rûsya jî ev dijberiya Tirkiyeyê li dijî Îranê ji bo sûd werdigire û dixwaze li Idlib û Helebê Îran bi sînor bike. Îran hebûna dewleta tirk a dagirker li ser axa bakurê Sûriyeyê dijberiya xwe dibîne, lê rûs vê êdî wek pirsgirêk nabînin. Çend roj berî niha li başûrê Helebê di navbera leşkerên Îran û Rûsyayê de pevçûnek derket. Ev pevçûn piştî lêdana balafirên Îsraîlê yên li ser baregeha li wê herêmê pêk hat. Îran, bikarnanîna parastina hewayî ya S-300 û S-400 li dijî balafirên Îsraîlê, ne rihet e. Ev ne rihetî her diçe di erdê de jî xwe dide xuyakirin.

Niha pirs ev e ger ev dijberî dewam bike, wê Îran hesabê rûsan ên li ser Sûriyeyê xerab bike, ya na?

Dikarî Biecibînî