Şerê kalik û neviyan

Sedsalek li ser dabeşkirina herêma em lê dijîn ku bi peymana Sykes-Picot hatibû dabeşkirin derbas bû.  Sykes di 22’yê sibata 1917’an de nameyek ji komîserê Bilind Ricinal Wekind re şand û di nameyê de pêşniyar kir ku rengê alên dewletên ereb bila reş, spî, sor û kesk be. Bala xwe bidinê alên dewletên ereban bi van rengan pêk tê. Destûra Bingehîn (Makeqanûn) ku li dewletên eraban tên bikaranîn ji aliyê frensiyan ve hatiye diyarkirin. Dewletên ku gel ji bo rizgariya wan xwe feda kir, alên wan dewletan ji hêla Brîtanyayê û Destûrên Bingehîn jî ji hêla Fransayê hatiye bicihkirin.

Dewlet hatin avakirin, lê belê ev dewlet bi rengekî cuda hatin avakirin. Hinek li ser bingeha neteweyên ereb, faris û tirk hatin avakirin û hinek li ser bingeha îslamiya şîa û sunî hatin avakirin. Lê belê hinekan jî xwestin dewleta xwe li ser bingeha sosyalîzmê ava bikin û ew jî di bandora Sovyetan de mabûn. Ji bo dewleta xwe xurt bikin qurbaniyên mezin dan. Artêş hatin avakirin û bi sed hezaran kes bi çekên Amerîka, Fransa, Brîtanya, Îtalya û dewletên din hatin kuştin. Em di nav şerê koalîsyonên dewletê rojava û rojhilat de man.

Sedsala 20’emîn bû sedsala şerê dualî ku dijminatiya dîrokî di navbera wan de diqewime.  Em neçar hiştin ku em bibin alîgirê hinek şerxwazan û bibêjin ev alî baş e, aliyê din xirab e da ku şerê wan bikin. Kalik û bavên me di bin banê dewletên ku li ser bingeha rastgir-çepgir, şîa-sunî şer dikirin û dibûn sedem ku dewletên nû bên avakirin. Mebesta wan ew bû ku nifşên nû serfiraz bin. Kalikên me li dijî dagirkeriya osmanî, fransî û brîtanyayê têdikoşiyan.

Kesên ku pêşengî dikirin çi bigotana ji wan re çepikan dihat xistin û em ji kalikên xwe fêrbûn ku Filistin ji dagirkeriya Îsraîlê rizgar bû. Di sedsala 21’emîn de gelek nakokiyên me çêbûn û ji ber sedemên siyasî, aborî, civakî, çandî em gihiştin qonaxeke wisa ku şerê hevdu bikin.

Piştre me li hemberî hikûmetên ku ji aliyê kalikên me ve hatine avakirin şer kir. Ji ber ku van hikûmetan xwe wekî xweda didîtin, dîktatorî dikirin, xwîna gel dimijiyan. Em neçar man li hemberî wan rabin û alîkariyê ji dijminên xwe yên sereke bixwazin da ku me rizgar bikin. Vê carê jî şerê nevî û kalikan peyda bû. Iraq, Sûriye, Cezayîr, Sûdan û Lîbya di serdemên berê de wek xwedawend bûn. Niha şer bêtir li van welatan diqewime da ku xwedawendên bûn ava bibin.

Tecrûbe û alternatîfa ku li bakurê Sûriyeyê pêş dikeve di avakirina civakeke nû de hêviyan dide me hemûyan û dîrokeke nû tê nivîsandin. Ev tecrûbe hêjayî lêkolînê ye. Ji ber ku bi felsefeyeke nû û bi naveroka xwe mirov û civakê hembêz dike. Civaka nû li hemberî neteweperistî û olperestiyê li ser esasê azadiyê, jiyana hevbeş û biratiya gelan tê avakirin.

Dikarî Biecibînî