Wêje, ziman û civak

Çawa ku te ez li dergûşa xwe hejandim

Bihêle ku ez li himêza te jî bijîm

Rê bide ku ez di oxira te de jî can bidim,

Ma te ez mezin kir û hew…

Îro dora min e ku ez himêza xwe ji zarokên te re vekim

Dora min e ku çawa te ez bi bedena xwe mezin kir,

Ez jî li ber te beden bikim find û çira bihelînim…

Bikim qîrîn û hewar, ramanê te bi keziyê Dicle û Firat bihûnim

Sondê dixum ku rê nedim tu tenê bimîne û tenê bijî…

Ez dilê xwe û bedena xwe ji bo te bikim qûrban…

Wêje hebûn û civak bi xwe ye. Dema ku wêje civka bi xwe be wê demê hemû mijar û çanda civakê jî dibin mijarên sereke yên wêjeyê. Jixwe bi rêya wêjeyê hemû nirxên civakê ji bo nifşên siberojê tên ragihandin. Ji bo wê ye ku wêje di civakê de xwedî erkekî mezin e.

Wêje ji bo nûkirin û zindîkirina civakê dikare bibe pêngaveke ya destpêkê. Dema ku wêje ev yek be, civakê zindî û li ser lingan bihêle, di vê wêjekar û hunermend ji vê bireweriya civakê hêzê bigire û civakê zindî bihêle. Ger wêjevan û hunermend ji vê sûdê negire wê nikaribe biqasî pêwîst bibe parçeyek ji wê civakê û kar ji bo wê bike.

Wêjevan divê hay ji berhemên resen ên çandî, hunerî û nirxên ramyarî agahdar be ku li gorî wê bixebite. Ji ber ku ew wêje nûnertiya wê çand û civakê dike. Civak bi ziman, çand û wêjeya xwe tê nasîn û ji civakên din tên cihêkirin.

Berhemên wêjeyê hemû aliyên derûnî ya civakê ya jî dîrokê heta roja îro bi awayekî berfireh li xwe digire, ew jî şêweyê jiyana wê ya civakî, hestî, ramana wê nîşan dide. Lewra ev jî nivîskar neçarî nivîsê ya jiyana civakê û serboriyê wê dike. Di vê rewşê de herî zêde nivîskar dikare, bi çîrok, destan, stran û hwd. demboriya civakê ji bo nifşê nû ragihîne û teşeya civakî ya dîrokî rabixe roja îro û bide domandin. Lewra li vir rola ziman a herî bikêr derdikeve holê.

Ziman di nava cîhana mirovan de kilîda fêrkirin û fêrbûnê ye. Ev çi di qada wêje, huner, felsefî, zanist be ferq nake, kilîda têkilî û veguhestinê ya bi şekl e. Ev fêrkirin ne tenê bi şeklê axaftin, her wiha têkiliyên ragihandin raman û hestan e jî. Dîsa ya herî girîng ziman nasname û hebûna civakê ye. Yek ji civaka qedîm û kevnar kurd in û hê jî êşa vê dikişînin. Mirov dikare têkiliya ziman a biqewm, civak û neteweyê re mîna têkiliya dayik a bi zarok, xweza ya bi nebatan re vebêje. Tu ferqek di nava vê de nîne. Heta girêdaneke hêj xurtir di nava van mijarên me anî ziman de heye.

Xalên girîng ê civak pê weke civak tê dîtin hene, ew nebin mîna darek bê kok, şanatiyek bê fêkî û heta bêjin tune ye, ew jî di serî de ziman, çand, wêje, dîrok, çîrok, serpêhatî û gelek noqteyên mîna van stûna ragir ên civak xwe lê digire û pê pêş dikevine.

Piranî em ziman weke amûreke ya rojan e ku pê daxivîn û berheman radigihînin lê ya esasî hîmê bingehîn ê avakirina pergala ramanî ya jiyîna ya civakê ye. Ziman reng, çand û bîreweriya civakî û mirovî nîşan dide û pêş dixe. Ziman hebûn, jiyan e.

Ji bo vê yekê ye divê di warê hunerê de hunermend û wêjekarên me baş bikarin bi erka mijarên me li jor anî ziman rabin û bikarin êş û xweşiyên civak kurdî baş vebêjin. Her serdemek xwedî taybetmendiyên cihê yên çand û huner, wêjeyê ye. Ji bo vê ye erkekî mezin dikeve ser milê nivîskar, hunermend, rewşenbîr û pêşengên civakî bikarin baş demê ku civak têre derbas dibe bihune û şêwe bide.

Di roja me ya îro de ku li seranserî Kurdistan, Tirkiye û cîhanê berxwedanekî ewqasî bi heybet heyî, bikarin bi hunera xwe bi nivîsa xwe ragihîne û eniya têkoşînê ya civak kurd nîşanî cîhanê bide. Ev qonax qonaxa serhildan û têkoşînê ye, hemû jî berhemên çand, huner û wêjeyê ne. Evqas berhemek baş û dewlemend li ber me heyî ku wêjekar nekarin darêjin li ser rûpel, hunermend vê qêrînê nikaribe bistire, zimanek nikaribe vê ragihîne, wê demê ev nakeve xizmeta civakê û bêkêr e.

Ji her demê bêhtir divê ev berxwedan, qêrîna azadiyê û gavên ber bi serkeftinê ve bibin huner, awaz, helbest û bên strandin. Yê vê bikin hunermend û wêjevan in. Berhem heye, ya dikeve ser milan vê bibîne û erka xwe bilîze. Her navek helbestek, her navek romanek, her navek bangeke ya azadiyê ye. Ji bo vê ye ku divê ev qonax wiha hema berhewa neçe. Bi sedan pirtûk, helbest û roman li ser bên nivîsîn. Mirov vê berxwedanê bibîne, vê bangê bibihîse, vî rengî bibîne. Ev her demê nabin. Dem, mekan û vîn ji bo vê divê. Ji bo hunandina vê îro her tişt amade ye û li ber dest e. Divê wêjevan û hunermend bibin pênûs û dengê wan, rengê wan. Nexwe ew ê ji bin barekî giran dernekevin…

 

 

Dikarî Biecibînî