Li Idlibê dema Tirkiyeyê kêm ma

Beriya niha jî min gotibû mesela Idlibê ne meseleyek di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de ye. Peymana Soçî ya di navbera Pûtîn û Erdogan a li ser Idlibê de Erdogan navbênkar bû. Peymana Soçî armancek mezin dabû pêşiya xwe ku di dema pêk hat de armanc dikir ku heta serê sala 2019’an hemû şertên dane pêşiya xwe pêk bîne. Ev peyman sê xal digirtin navxwe. Yek jê herêmek bêçek bû, duyemîn rêyên M4-M5 yên Helep-Şam, Helep-Latkiyê radestî rejîma Sûriyeyê bê kirin bû û ya sêyemîn jî komên radîkal (hemû komên li Idlibê komên radîkal in) yên li Idlibê kombûne werin jinavbirin. Û ev di nava sê mehan de diviyabû pêk bihatana. Di rastiyê de hem Rûsya hem jî Tirkiye dema ev peyman îmze kirin, zanibûn ku pêk nayê.

Merhelaya beriya peymana Soçî pir balkêş e. Di 7’ê Îlona 2018’an de li Tehran a paytexta Îranê cîvanek di navbera Erdogan, Pûtîn û Ruhanî de hate lidarxistin. Beriya vê civînê li Idlibê şerek dijwar rû dabû. Bi pêşengtiya Îran, rejîma Sûriyeyê bi alîkariya hêza hewayî ya Rûsyayê ji bo Idlibê ji bindestê çeteyan derxe êrîşek dijwar dabû destpêkirin. Hevkarê civîna Astanayê vê rewşê ji bo xwe kiribûn siyaseta êrîşkariyê, berî civînên Astana, Soçî, Stenbol û Tehranê kiribûn wek fêrbûn. Ev yek beriya civînên Rûsya, Tirkiye û Îranê dubare dibûn. Di encam de tişta ku Rûsya digot pêk dihat û hetanî Idlibê ev dubare bû. Lê li Idlibê rewşa hate guhertin û hêzên derveyî civînên Astanayê, wek Amerîka û Ewropayê helwestek cidî nişan dan û bi rêya Îsraîlê li hêzên rejîma Sûriyeyê dan. Ev wek tehdîdek li ser hevkarên rejîmê jî bû.

Idlib cihê dawî di destê beşdarên civînên Cenevreyê ne ku yên xwe wek ‘oposîzyon’ binav dikin. Ji bo wê jî, li gorî hemû beşdarvanên Civîna Cenevreyê yên di çarçoveya NY’yê ku li gorî biryara 2254 pêk dihat, kontrol kirin Idlibê ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve êdî wateya Cenevreyê nahêle. Ji bo wê jî derveyî hevkarên rejîma Sûriyeyê, tu hêz naxwaze niha rewşa Idlibê biguhere.

Di rastiyê de piştî civîna Tehranê dewleta tirk a dagirker amadekariyên xwe yên ji Idlibê hêzê xwe vekişîne kir. Lê li ser helwesta Dewletê Yekbûyî ya Amerîkayê û dewletên ewropî neçar ma bimîne û li ser navê wan bi Rûsyayê re peymana Soçiyê îmze bike. Di rastiyê de armanca Tirkiyeyê ya li Idlibê mayîn ne parastina gel ne jî hêzên çeteyan e. Ger wiha bûna, di demek ku êrîşên pir dijwar a li ser Idlibê dibe de dê li beramberî êrîşan bêdeng nediman.

Dewleta tirk a dagirker wek her dem dixwaze ji êrîşkariya rejîma Sûriye û hevkarê li ser Idlibê sûd werbigire. Ji bo wê jî di demek ku rejîma Sûriye û hevkarê wê êrîş birin ser Idlibê, ew jî xwest ku êrîşî Til Rifet (Arfet) bike. Dema ev êrîş pêk hat gelek kesan vê wek li beramberî Idlibê, dewleta tirk Til Rifetê ji Rûsyayê stend şoreve kir. Lê di rastî de Rûsya êdî ji bo cihekî li Sûriyeyê bide Tirkiyeyê nîne.

Xuya dibe ku êdî navbênkariya dewleta tirk a dagirker li ser Idlibê dema xwe temam kir. Muxatabê esasî yên Idlibê Rûsya û Amerîka dê 14 mehê li Soçiyê di asta wezîrên karê derve de werin cemhev. Tê payîn ku di gelek mijaran de hevdîtinan bikin. Lê mijara esasî Sûriye ye. Di nava Sûriyeyê de jî rewşa herî germ Idlib e. Ger ev hevdîtin encam bigire wê mixabê esasî peymana Soçî ya duyemîn îmze bikin. Ev tê wateya derbek mezin a li Tirkiyeyê. Çimkî nêzikbûna Amerîka û Rûsyayê di mijara Sûriyeyê de tê wateya ji bo Rûsyayê hebûna Tirkiyeyê li Sûriyeyê namîne.

Dikarî Biecibînî