Ev serkeftina dayikan e

Rêber, pêşveçûnên dîrokî diguherînin, dîrokê dinivîsin. Dîrokê çêdikin. Pêşeng an dîroka civakan xirab dikin an jî ji nû ve çêdikin. Niha pêşengên gelê kurd li girtîgehan, li derve, li Ewropa, Hewlêr, Toronto, Romayê… Li çar aliyê dinyayê berxwedana gelê kurd bilind dikin.

Dema siyaseta kurd û Tirkiyeyê xitimî pêşeng û şoreşgerên kurd ketin dewreyê û bi berdêlên mezin mudaxeleyê vê pêşveçûnê kirin. Di têkoşîna tevgera kurd de, pêşengtî tenê rêzanî nîn e, di heman demê de rêvekirin e, rêavakirin e. Şoreşgerên ku xwe tenê bi teoriyê bi sînor dikin di lîteratura şoreşgeriyê de wekî lafazanan tên binavkirin. Şoreşgerekî/e kurd çiqas teorîsyen be ewqas pratîsyen e.  Qudret û hêza şoreşgerên kurd biqasî avakirina dengeya wan a fêmkirin û pêkanînê ye.

Piştî derbeyê Cemaat û derbeya AKP’ê, her kes kete ber bayê êrîşan û her kesî tesbîta faşîzmê kir. Her kes ji vê rewşê gilî û gazinc kir. Lê şoreşgerên kurd gotin “peyvira me tenê tesbît nîn e, em nikarin gilî û gazincan bikin, divê em rêyekê vekin, em vê rewşê biguherînin.” Li ser vê esasî bi pêşengiya Leyla Guven 6 meh ewil berxwedaneke bêhampa dan destpêkirin. Bi hezaran şoreşgerên kurd di vê pêşbaziya fedakariyê de cihê xwe girtin. 8 ewladên kurd di vê rêyê de xwe feda kirin. Laşê xwe helandin da ku civak bi xwe ve bê û hişyar bibe. Li her derê cîhanê ev hewldan hewldaneke rêzdar e. Lê belê dema ku kurd ji neçariyê serî li vê rêyê didin rastî rexneyan tên.

Ew zana û rewşembirên mezin (!) ku xwîn ji guhê xwe bernadin, ji xwe mezintir kesî nahesibinin vê pêla berxwedanê rexne kirin. Bi dewlet û hikûmetê nikarin, vedigeriyan li berxwedêran bangewazî kirin da ku ew berxwedanê berdin. Yanî xwestin ku berxwedanê bişikînin. Hîn derdor dibêjin ku em wekî rêbaz dijberên grevên birçîbûnê ne. Ewropa ji serî heya niha derbarê vê berxwedanê û daxwaza wan de dengê xwe dernexist. Rêbaza greva birçîbûnê jî wek sedem didan nîşan û gotin ku em vê rêbazê napejirînin. Lê gelê kurd ji van yekan re xerîb nîn e. Van derdoran heya niha hebûna kurdan qebûl nekirin, têkoşîna kurdan qebûl nekirin. Vêcar behsa kîjan rêbazê dikin? Kurd bi rêbazên radîkal li ber xwe didin, qebûl nakin, çalakiya herî exlaqî û pasîf pêk tînin, qebûl nakin. Şer dikin nabe, aştî dixwazin nabe. Gelo ev derdor ji bo kurdan kijan rêbazê pêşniyar dikin? Kurd çi bikin dê qebûl bikin?

Alerjiya wan a Ocalan û kurd heye. Lewma divê em dev ji gotinên wan berdin û li encamê binihêrin. Encam serkeftin e. Kurdan bi vê berxwedana bêhempa gav bi vê faşîzmê dan avêtin. Di warê exlaqî û siyasî de ev berxwedan bi ser ket. Hîn derdorên faşîst û derdorên îktidarê behsa guherînê dikin. Behsa reforman dikin. Gelê kurd dizane ku ev kes ne samîmî ne, bi gotina wan bawerî nabe. Lê mesele gotina wan nîn e, ew neçar man ku behsa guherînê bikin. Neçar man ku deriyê Îmraliyê nîvco bikin. Ev serkeftina gelê kurd e. Niha ev serkeftin hindik ma ku bigihêje encama xwe û hindik ma ku tecrîd bişikê û deriyê Îmraliyê li aştiyê vebe. Di vî warî de berxwedana gelê kurd didome. Dayikên kurd li ber xwe didin. Serkeftina dayikan û zarokên wan ji niha ve pîroz be.

Dikarî Biecibînî