Bîranîna Hakî Karer û Halîl Çavgun

 

Îro 42’yemîn salvegera şehadeta Hakî Karer e. Rojek piştre salvegera şehadeta Halîl Çavgun e. Bibîranîna herdu pêşengên şoreşa Kurdistanê ji bo her kurdistanî, şoreşger, demokrat û welatparêzan berpirsyariyeke dîrokî ye.

Pêwîst e her kurdistanî di ferqê de be ku ger îro behsa deskeftiyên kurdan were kirin em vê yekê deyndarê Hakî Karer, Halîl Çavgun û şehîdên şoreşê ne. Ger fedakarî, kesayeta têkoşer, wêrekî û lehengiya mezin a şehîdan nebûya ne mimkune mirov li Kurdistanê behsa deskeftiyan bike.

Ji ber vê yekê divê li gorî vê rastiya ku gelên Kurdistanê ji tunebûnê hatin afirandin were tevgerîn û lazime şehîd tu caran neyên jibîrkirin û em her tim li bîranînê wan xwedî derkevin.  Ji ber van sedeman Tevgera Azadî û Demokrasiyê meha gulanê wekî meha şehîdan aşkera kiriye. Divê were zanîn ku di vê biryarê de rola Hakî Karer û Halîl Çavgun pir e.

Rêber Apo di nirxandineke xwe de Hakî Karer wekî ‘ruhê xwe yê veşartî’ pênase dike û dibêje di pêşxistina fikir û çalakiyên şoreşgerî de pêşengî kiriye. Di demeke ku kesekî cesaret nedikir peyva Kurdistanê û navê kurdan bîne ziman de dev ji dibistanê berda, bi pergalê re têkiliya xwe qut kir û li Kurdistanê tovê jiyaneke nû çand. Hakî Karer xelkê Behra Reş bû lê ji kurdistaniyekî zêdetir berpirsyarî girt ser xwe û li gorî wê tevgeriya. Li pey berjewendiyên şexsî neket. Baweriya xwe bi dozê anî û ji roja gav avêt heta şehadetê amade bû canê xwe feda bike. Di 18’ê gulana 1977’an de li Dîlokê di encama kemîneke namerdî de hat qetilkirin.

Qetilkirina Hakî Karer bandoreke mezin li Tevgera Azadî û Demokrasiyê kir û ev yek wekî fermana pêşvebirina têkoşîna hat qebûlkirin. Hesabê qetilkirina Hakî Karer yek bi yek hat pirsîn. Ya herî girîng jî bi partîbûyînê bersiva qetlîamê hat dayîn.

Halîl Çavgun ji bo xwe kesayeta pêşeng a Hakî Karer mînak girtibû. Li Curnêreş û Rihayê ket nav lêgerînê û têkoşiya. Li Rihayê di parçekirin û têkbirina rêxistinên faşîst û çeteyan de rol girt ser xwe û li Curnêreş bi rêxistinbûyînê derb li pergala axatiyê xist. Ji ber kesayeta xwe ya pêşeng bû hedefa polîs û şebekeyên îxanetê û çeteyan. Ew jî di 19’ê gulana 1978’an de li Curnêreş hat qetilkirin. Bi namerdî qetilkirina Halîl Çavgun bêbersiv nehat hiştin û hesabê qetilkirinê yek bi yek hat pirsîn. Her wiha ji bo xwedîderketina bîranîna wî li Curnêreş pergala axatiyê hilweşiya û li şûna wê her çiqas ji bo demeke kurt be jî Rêveberiya Gel a Demokratîk hat damezirandin.

Em îro Hakî Karer û Halîl Çavgun bi bîr tînin û herdu pêşeng di şoreşa Kurdistanê de xwedî cihekî taybet in û mora xwe li dîrokê xistin. Bes di nav bergên toz ên dîrokê de winda nebûn. Rêhevalên wan ala wan a têkoşînê bilindtir kirin û li bîranîna wan xwedî  derketin.

Di roja me ya îroyîn de şoreşa Kurdistanê di demên herî dijwar û ewqas jî di demên herî nêzî serkeftinê re derbas dibin. Tu caran civaka Kurdistanê evqas pêşketinên şoreşî bi dest nexistibû. Mirov dikare bibêje ku li Kurdistanê di nav şoreşê de şoreş tên jiyîn. Şoreşa Kurdistanê bandor li dewletên serdest ên Rojhilata Navîn kiriye û her wiha bandor li seranserê herêmê û qada navneteweyî kiriye. Di serî de Hakî Karer, Halîl Çavgun û şehîdên leheng bi vê rastiyê dijîn.

Şoreşa Kurdistanê xwedan bi deh hezaran şehîdan e. Nûnerên rastîn ên deskeftiyên şoreşa Kurdistanê ew in. Îro bi milyonan şopdarên wan hene, bi berxwedan û têkoşînê bersivê didin şehadetên wan. Li çiyayan gerîla, li zindana girtî, gel li nav welat û derveyî welat nûnertiya wan bi cih tîne.

Di şexsê Hakî Karer û Halîl Çavgun de di meha şehîdan a gulanê de silavê didin hemû şehîdên şoreşê û careke din wan bi bîr tînin.

 

Dikarî Biecibînî