Hevkarên minafiq; Tirkiye û Qeter

Li Rojhilata Navîn û bakûrê Afrîkayê ji “Bihara Ereban” yan jî bi gotineke din “Bihara Gelan” heta niha li herêmê nakokî û şer dewam dikin. Helwesta gelan a li dijî desthilatiyên piştî şerê cîhanê duyemîn hatin avakirin, helwestek demokratîk bû.

Gelên herêmê bi dirûşma azadî, wekhevî û dadwerî xwepêşandan lidarxistin. Pêşandan li gelek welatan vegeriya şerê navxweyî û li hin welatan jî desthilatiya heyî guhert. Lê ev guhertinên desthilatiyan demokrasî, azadî, wekhevî û dadwerî bi xwe re neanî. Berovajî vê wek li Misirê gel li hemberî desthilatdariya Mursî rabû ser piyan û di encamê de bi derbeyek leşkerî desthilatî dîsa guherî. Li Libyayê desthilatiya Kadafî hate hilweşandin, lê şer heta niha jî bi dijwarî didome. Li Sûriyeyê heft sala şerê domandina şerê navxwe bi aloziyên nû ve didome.

Libya, Sûdan, Cezayîr, Sûriye, Yemen, Iraq wek cihên germ li Rojhilata Navîn û bakûrê Afrîkayê ne. Li ser wan welatan di nava hêzên herêmê de reqabetek pirr alî heye. Dîsa hêzên cîhanî jî li gora berjewendiyê xwe têkoşînek dijwar liser herêmê didin meşandin. Dijwarbûna ev reqabeta bixwe re hêdî hêdî siyaseta aliyan zelal dike.

Berî niha jî min nivisandibû, hevkariya dewletên herêmên bi hev re  li gorî dewletên niha têkoşîn li ser tê kirin diguhere. Lê xuya dibe ku hinek dewletên herêmê di hinek mijaran de nêzîkî hev bûne. Hevkariya stratejîk ya Qeter û Tirkiyeyê li ser destekdayîna çeteyên DAIŞ-Birayê Misliman êdî ji aliyê herkesî ve tê zanîn. Dîsa li du dewletan de ev hevkarî fireh dibe û Îran jî digre navxwe. Bi taybet li Yemen, Sûdan, Libyayê hevkariya Îran, Qeter û Tirkiyeyê di asta herî bilind de ye. Lê em dibînin ku wan dewletan li Sûriyeyê di nava nakokiyan de ye. Îran wek hevkarekî rejîma Sûriyeyê, niha li dijî çeteyên Tirkiyeyê û Qeter destek dide wan şer dike. Ev wek nakokî bêxuya kirin jî, rastiya demê ji me re aşkera dike.

Li Libya’yê li dijî hevkariya Hefter- Misir- Erebistan- Îmarat-Fransa- Amerîka, hevkariya hikumeta Trablus-Tirkiyeyê-DAIŞ-Qeter-Îran û Îtalya derdikeve pêş. Niha li Libyayê şerê tê meşandin di navbera wan dewletan de ye. Çawa li Sûriyeyê şerê wekaletê hate meşandin. Li Libyayê jî şerê wekaletê tê meşandin. Balkêşe dewletên Ewropî jî yên wek Fransa û Îtalya jî di şerê navxwe yê Lîbyayê bûne dualî. Îtalya ji aliyekî ve li Iraq û Sûriyeyê di çavçoveya şerê li dijî DAIŞ’ê de di koalîsyona li dijî DAIŞ’ê de cih digre, ji aliyekî din ve, li Lîbyayê alîkariya hevkarên DAIŞ, Tirkiyê û Qeterê dike.

Dewleta tirk û Qeterê berê bi veşartî alîkarî didan çeteyên DAIŞ’ê lê êdî li Lîbyayê aşkera piştgiriyê didin çetayan. Ji aliyekî ve bi keştiyan çek û maşinên zirxî ji wan re rêdike, ji aliyekî din ve jî, bi hezaran çeteyên Ehrar El Şam ji Sûriyeyê derbasî Lîbyayê dike. Dewleta tirk ji ber hevkariya Qeter û Îranê pêwîstiya veşartina destekdayîna çeteyan nabîne. Dijwarbûna û neçareseriya şerê li Libyayê bi vê siyasetê ve têkildar e.

Misrê li hemberî vê siyaseta dewleta tirk, Qeter û Îranê, keştiyên şer şand derdora Libyayê. Ev hemleya Misir ku bi desteka Sûûdî û Îmarat pêktê, wê herêmê hinek din jî germtir bike.

Sûdana di bin dîktatoriya Omer el Beşîr, hevkarek baş yên Tirkiyeyê û Qeter bû. Dewleta tirk ji aliyêkî ve di ser Sûdanê hevkariya çeteyên xwe yên Lîbya dikir, ji aliyekî din ve li Misrê hevkariya xwe ya bi DAIŞ’ê re didomand. Piştî derbeya leşkerî li Sûdanê û girtina Omer le Beşîr, niha ev rê ji bo dewleta tirk zahmet bûye.

Ger îro li Sûriyeyê bi mîlyonan kes neçarî koçberiyê bûn, bi sed hezaran mirov hatin kuştin, bi sed hezaran kes birîndar bûne, bi milyonan avahî hatine xerabkirin û kargeh hatibin talankirin, şerê niha didome sedema vê yekê polîtîkayên dewleta tirk û Qeterê ye. Siyaseta dewleta tirk û Qeter li Rojhilata Navîn û bakûrê Afrîkayê xerabûn, kuştin û talan e. Lê çawa li Sûdan, Libya û Cezayîr tê dîtin, ev siyaset li ber têkçûnê ye.

Dikarî Biecibînî