Sekna li zindanan û dayikan sekna li Îmraliyê ye

Wekî tê zanîn ku di 2’yê gulanê de parêzeran bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Piştî hevdîtina li Îmraliyê, hem berxwedan mezin bû û xwe gihand asta rojiya mirinê, hem jî hemû derdor nîqaş û analîzan li ser hevdîtin û daxuyaniya ku hat dayîn kirin. Tenê ne nîqaş û analîz hatin kirin hêzên dijmin û dost, heval û rêheval, civak û dewletan li gor van gotinan pozîsyonên xwe diguherînin. Ev yek dide xuyakirin ku birêz Ocalan aktorek çiqas bi bandor û mezin e. Yek gotin çawa bandoran li ser hemû hêzan dike? Yek gav çiqas guhertinan dike? Di roja me de li ser rûyê erdê aktorek ewqas bi bandor nemaye. Di cihek teng û tarî de, bandorek ewqas civakî, netewî, herêmî û navnetewî mijarek pir girîng e. Tecrîd û zilma li Îmraliyê bi vê yekê ve girêdayî ye.

Piştî hevdîtinê AKP, MHP û CHP û derdorên din li gor vê yekê polîtîka dimeşînin. Devlet Bahçelî, Abdulhamît Gul û Suleyman Soylu daxuyanî dan ji bo vê yekê. Û gotin ku dewlet tecrîd rakiriye. Wek lutufek dane xuyakirinê. Lê ev yek ne lutfek e. Dinya alem dizane ku bi berxwedana gelê kurd û tevgera azadiya gelê kurd ên bêhempa, ev encam derketiye holê. Berxwedana gelek kurd AKP û MHP anî ber mirinê. A niha jî ji bo xwe ji mirinê xilas bikin hîn gavên taktîkî diavêjin. Ji bo di hilbijartinên Stenbolê de çend rayên kurdan bigirin, Bahçelî, Gul û Soylu daxuyanî didin. Her çiqas jî bêjin tecrîd rabûye lê di rastiyê de ne wiha ye. Hê jî malbat û parêzer neçûne Îmraliyê. Lê bi daxuyaniyan dixwazin ser û mejiyê gelê kurd tevlihev bikin. Bi vî rengî dixwazin rayê gelê kurd bigirin, Stenbolê bistînin û hinek din desthilatdarîya xwe bidomînin. Weke din dewleta tirk, bi dijberîya gelê kurd, hem li hundir hem li derve tengasiyek mezin dijî. Bi van nêzîkatiyan dixwaze carek din xwe derxe firehiyê. Dê çawa çêbe em ê tev bi hev re bibînin.

Li Îmraliyê seknek berxwedêr heye. Bi hevdîtina dawî hat xuyakirin ku seknek bi plan, proje û çareseriyê heye. Belgeya ku hat xwendin jî wek sekna li Îmraliyê hat pênasekirin. Berxwedana ku 5’ê nîsana 2015’an dest pê kir, çar sal e bi israr, bi sebir berdewam e. Ev berxwedana li Îmraliyê belavî hemû çiyan, baniyan, bajaran û çar parçeyên Kurdistanê bû. Ev 6 meh e zindanan berxwedan dewr girtiye. Grevên birçîbûnê bi rojiyên mirinê gihaşt asta herî bilind. 2 komên girtiyên azadiyê dest bi rojiya mirinê kirin. 1’ê gulanê 15 berxwedêr, 6’ê gulanê jî 15 girtiyên azadiyê ketin rojiya mirinê. Bi mirinê dixwazin jiyanê ava dikin. Bi sekna xwe dîrok dinivîsînin. Li derve jî sekna dayikên laçik spî seknek e berxwedêr e. Seknek bi îdia, bi israr û bi biryar e. Ev çend roj e nesekinine. Her roj li kolanan in. Hatin girtin, hatin lêdan lê dev jê bernedan. A niha wek tevgerek pîroz û wek tevgerek gel hêdî hêdî li pêş dikeve. Hêdî hêdî gel li derdora dayikan kom dibe. Perda tirse diçirînin. Dema ev perde were çirandin tu kes nikare xwe li pêşiyê bigire. Pêşengiya dayikan pêşengiyêk pir mezin e. Dersek mezin didin dost û dijminan. Rebertî li ber xwe da, gelê kurd û tevgera azadiya gelê kurd li çiya û bajaran li ber xwe dan û girtiyên azadiyê li ber xwe dan. Berxwedan AKP û MHP’ê hejand, lerizan û niha li ber mirinê ne. Çiqas berxwedan ewqas hebûn çêbû.

Dikarî Biecibînî