Mêtingerî serneket, sernakeve!

Êrîşên mêtingerî û dagirkeriyê yên dewleta tirk a li ser Kurdistan û bi taybet li başûrê Kurdistanê ne tişteke nû ye ku ewqasî çapemeniya tirk bi mezinahî qala wê dike. Mînakê vê yên li dîrokê û weke deqek reş li eniya dewleta tirk mayî bi taybet li Kurdistanê li hember serhildanên kurdan û pêşengên kurdan têra xwe tije û qirêj in, hene. Ji bo vê ye divê mirov bi qasî pêwîst li dîrokê hakim be û bikare rojevên wiha binirxîne û encamek jê derxe.

Ji ber ku operasyonên dewleta tirk a dagirkeriyê ya li Kurdistanê têra xwe hene, ji bo vê pêwîst nake ku em ji nû ve vekolin. Bi taybet em dixwazin balê bikişînin ser êrîşên li herêma başûrê Kurdistanê, bi taybetî bicihbûna dewleta tirk. Tevgera dagirkeriyê ya tirk a destpêkê 25’ê Gulana 1983’yan, Tevgera Çelîk 21’ê Adara 1995 heta 30’ê Kanûna 1996’an, Tevgera Çekîç 14’ê Gulana 1997-20’ê Îlona 1997’an, Tevgera Şefak 25’ê Îlona 1997-16’ê Sibata 1999’an, Tevgera Guneş 21-29’ê sibata 2008’an li derveyî sînor û başûrê Kurdistanê pêk hatine. Bi taybet ji salên 90’î ve li gelek navend û deverên sînor bi hevkariya hinek alî û partiyên siyasî dewleta tirk bi vekirî mêtingeriya xwe ya li Başûr û sînorên Iraqê didomîne. Dewleta tirk a dagirker li başûrê Kurdistanê 22 baregehên wê yên leşkerî, îstîxbarat û yekîneyên veşartî yên MÎT’ê hene. Sedema ku bêyî astengî dikarin li vê derê xebatên xwe bidomînin, helwesta hikûmeta başûrê Kurdistanê û ya PDK’ê ye.

Bi hevkariya rêveberiya PDK’ê gelek caran artêşa tirk di bin navên cuda de operasyonên dagirkeriyê li ser xaka başûrê Kurdistanê qaşo li ser hebûna PKK’ê dike. Di van êrîşan de bi sedan welatiyên sivîl bûne qurbanî. Li gel vê bax û baxçeyên welatiyan hatine wêrankirin û talankirin. Zozan ji welatiyan re hatine qedexekirin.

Em vegerin operasyonên li Başûr. Me got gelek caran di bin navên operasyona ‘Çelîk’, ‘Çekîç’, ‘Şafak’, ‘Guneş’… herî dawî jî bi navê ‘operasyona Pençe’ li devera Xakûrkê dixwazin başûrê Kurdistanê talan bikin. Ev vekirî êrîşên talanê ye. Ji ber ku artêşa tirk a di vê qonaxê de ji her alî ve tengijiye weke kuçikê har, bera her kesê dide. Dixwaze bineketinên xwe yên çi siyasî û çi jî dîplomasî yên hundir û derveyî welat binixûmîne gef li Sûriyeyê dixwe, dîsa sînorê Sûriyeyê beşek mezin dagir kiriye. Niha dixwaze bi wê hewayê xwe yê weke nepoxan hatî pivdan başûrê Kurdistanê dagir bike. Elbet wê ev bi daxwaza dilê wan nebe. Ji ber ku bendên ji goşt û hestî ji bo azadiya xaka xwe her demê amade ne, ji bo bostek ax bê azadkirin şer dike, amade ye. Gerîlayên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê wê rê nedin ku postalên qirêj bikevin xaka Kurdistanê û mirazên wan bi cih bên. Jixwe mînakên vê pir in. Oremar yek ji mînaka vê ya herî xedar a bi serê dewleta tirk hatiye. Wê demê jî tirkan digot ha xilas dibe, ha xilas dibe. Ket Oremarê êdî nizanî bê ka çawa derkeve. Wê qedera wan a li Xakûrkê jî ne ji ya Oremarê cuda be. A dilêş jî ew e ku zarokên feqîran li çeperên dijwar didin kuştin.

Di vê em vê jî ji bîr nekin, hevkarî bi dijmin re nebe, dijmin derbên gerîla baş dizane ji bo wê nikare bi rehetî bikeve çiyayên Kurdistanê. Wan derb ji gerîla xwarine, herî zêde ew dizanin bê ka gurzên gerîla çiqasî bi şid û giran in. Ji bo vê tim ji bo li kurdan bidin, hinek kurd dikin hevalên xwe û wisa êrîş dike. Mixabin di serê van hevkaran de tim rêveberên PDK’ê li pêş in. Ez vê çima dibêjim, ji ber ku demboriyeke ya vê yekê heye û gelek caran jî dubare bûye. Ji bo vê ye ku îro jî heman tişt xwe dide der. Bi vekirî jî nebe, ev bêdengî û bûyerên ku ne tesedûf in hema ji rêzên rû didin û pêk têne. Di serî de serokê Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dîsa serokê PDK’ê Mesûd Barzanî û li gel wî çend rêveberên din tim di rêzên pêş ên hevkariyê de navê wan hene. Ev kesayet di bin navê kurdbûn û rûmeta kurdan de hevkariyê li gel dijmin dike. Çi bi erêkirin an jî çav lê girtin navê wê hevkarî ye ne tiştekî din e. A sala borî li Bradost û Lêlîkan û îro jî li Xakûrkê rû dide heman e. Dewleta tirk bi erêkirin û hêzgirtina ji van aliyan bi cesaret êrîş dike, nexwe ne ewqasî zîrek in ku êrîş dikin. Bi vekirî ne Nêçîrvan Barzanî, ne Mesûd Barzanî û ne jî tu rayedarekî Başûr nikare bêje Tirkiye ev çi ye tu dikî. Di vê rewşê de em dibînin gotinekî wiha pêkan xuya nake. Çima ne mimkûn e, ji ber ku Tirkiye bi şantajan pêşiya wan girtiye. Bi milyonan bazarên wan bi hev re hene, dîsa gelek lîstikên wan ên qirêj ku li dijî xwe û kurdan kirî hene. Bi milyonan pereyên Nêçîrvan, Mesrûr Barzanî û rayedarên partiyên Başûr li bankayên Tirkiyeyê û dîsa şirketên cuda cuda hene, ne ji bo xizmeta gelê kurd ji bo berîka xwe kar dikin, hene. Ev hemû bendên mezin in ku rêgiriyê li van kes û aliyên navborî dikin ku nikarin bêjin Tirkiye rawest e.

Ev kes bi gotinên nîjadperestên tirk ên çawa dibêjin; ‘Bila PKK tune bibin û ji Kurdistanê derkevin’ heman gotinan dike. Di çavê van kesan de PKK ne kurd in. Ne ji bo doza kurd û azadiya wê têdikoşin. Ger ku kurd îro gihiştine astekê bi saya berxwedana PKK’ê ye. Ne ya Nêrçîrvan Barzanî û Mesûd Barzanî ye. Ger ku îro cîhan behsa kurdan dike bi saya gerîla û pêşmergeyên canfeda ne ji bo Kurdistanê, ne bi saya Mesûr Barzanî û Qûbat Telebanî ye. Ew rûmeta gelê kurd in. Nabe tu kes û alî bi vê bilîze û bibe hevkarê tunekirina wê. Bila ev kes bizanin ku îro PKK nemîne, çend saetan jî nikarin bêjin em kurd in û navê Kurdistanê jî namîne.

Ji bo vê ye divê di serî de pêşmerge yên qehreman rê nedin ku ev kes rûmet, keramet û şerefa gelê kurd li bin lingan bidin. Nabe ku pêşmerge bibin pêlîstokên berjewendiyên hîzbî û takekesî. Yên di nava her şert û mercî de ji bo Kurdistanê şer kirin û şehîd bûn, pêşmerge ne. Îro nabe ji bo wê axa ku şehîd bûye, bi dijmin re bibe yek û bê dagirkirin. Pêşmergeyên Dêrîn û gelê leheng ê başûrê Kurdistanê divê rêgiriyê li van kesên ne ji bo Kurdistan, ji bo xwe kar dikin bigire û bi têkoşîneke ya welatparêziyê rabe û dawî li dagirkeriyê bîne.

Ger vê neke, çawa ku bi balafir û teknîka zêde li gel çeteyan Efrîn hate dagirkirin wê di serî de Kerkûk û başûrê Kurdistanê ji dagirkeriyê rizgar nebe. Mînaka vê her kesê dît. Efrîn çawa hate dagirkirin. Ceribandina vê mêtingeriyê li Efrînê kir, niha bi heman rêbazê dixwaze li Başûr jî bike. Ji bo vê ye divê têkoşîna dawî ya helwesta welatiyên Şêladizê ya li dijî dagirkeriyê li her devera Başûr zindî bibe û di serî de li dijî rêveberiya Başûr a ji bo krîzên heyî re nebûye bersiv û li gel vê hevkariyê li gel dijmin dikin ku Başûr dagir bikin, bibe xwedî helwest. Ev nebe wê qedera Kerkûkê ne ji ya Efrînê cuda be. Wê êşa gelê Hewlêrê ne ji ya welatiyên Efrînê cuda be. Ji ber ku dijmin yek e, helwesta dijmin a li hemberî hemû kurdan jî yek e. Ji bo dijmin ne PKK û ne jî welatiyên Başûr, Rojhilat û Rojava ferq nake. Tenê kurd be ji bo wan bes e. Madem ku wisa ye divê li dijî vê jî helwesta me ya berxwedêr netewî û yek be…

Dikarî Biecibînî