Divê kes nebe hevkarê dagirkeran

Hêzên ku heta niha kurd qetil kirin û komkujî pêk anîne niha ji her demê zêdetir lawaz in. Li aliyê din kurd ji her demê zêdetir bi hêz in, derfetên mezin ketiye destê kurd û nêzî azadiyê ne. Ji ber van sedeman evqas êrîşî kurdan dikin.

Em bala xwe bidinê kengê kurd nêzî azadiyê bûne, wê demê êrîşên li hemberî kurdan zêde bûne. Lazim e em vê rastiyê jî bi bîr bixin; ger kurd li hemberî êrîşan berxwedaneke piralî nemeşînin, dibe ku tiştên nebaş bê serê kurdan. Ev meseleyeke cidî ye û nêzîkatiya partiyê kurdan dê diyarker be. Çima partiyên siyasî, ji ber ku berê eşîrtî li pêş bû, lê niha di nav kurdan de partiyên siyasî bêtir xwe rêxistin kirine.

Demek berê dostek ji min re qala şerê birakujiyê kiribû û bîranîneke xwe gotibû. Di vê bîranînê de qala şerê birakujiyê ya navbera Partî Demokratîk Kurdistan-Iraq (PDK-I) û Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) kiribû. Gotibû di sala 1995’an de di şer de PKK derbên giran li PDK’ê dixe û PDK neçar dimîne daxwaza agirbestê li PKK’ê dike û piştre hevdîtin dest pê dikin. Di vê hevdîtinê de dosta ku behsa bîranîna xwe dike hebûye. Neçîrvan Îdrîs Barzanî di wê hevdîtinê de dibêje; “Ger PKK bi temamî PDK’ê ji holê rake dê çi bikeve destê we?”. Ev gotin ne tenê ji bo wê rojê, ji bo îro jî gotineke aqilane ye. Tunekirina partî an jî hêzeke kurdan bi destê kurdan bêexlaqiya herî mezin e. Lê em dinêrîn ku serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Îdrîs Barzanî îro ew gotina xwe ya aqilane ji bîr kiriye. Ger PKK lawaz bibe ev feyde nade hêzên başûrê Kurdistanê û berevajî vê yekê lawaziya PKK dê zirarê bide kurdan û hêzên başûrî.

Dîroka kurdan bi şikestinên destê kurdan tije ye. Di dîroka me ya nêz de jî mînakên vê pir in û hafizaya civakê hêj di vê mijarê de zindî ye. Nemaze jî li başûrê Kurdistanê siyaseta ku kurdan tîne dijberî hev û bi hev dide kuştin û êşên ku ji ber van sedeman hatine kişandin nehatine jibîrkirin. Niha kurd naxwazin ew roj jinûve vegerin û ev helwesteke neteweyî ye. Sedem çi dibe bila bibe kurd qebûl nakin ku kurdek bi destê kurdekî din were kuştin. Pêwîst e hemû kurd li hemberî hêzên ku şerê birakujiyê derdixin helwestê nîşan bidin.

Divê hemû hêzên kurd zanibin têkoşîna li dijî dagirkeriya dewleta tirk li her derê rewa ye. Dagirkerên Kurdistanê li ser qetilkirina kurdan bingeha siyaseta xwe ava kirine. Ger hîn hêz û partiyên kurd piştgiriyê bidin vê siyaseta dewleta tirk, pêwîst e civaka kurd li dijî wan derkevin û têkoşîna xwe ya li dijî dagirkeriyê xurtir bikin.

Îro Tevgera Azadiya Kurd li dijî dagirkeriya dewleta tirk li seranserê Kurdistanê têdikoşe. Dibe ku ev têkoşîna ku li hemberî dagirkeriya dewleta tirk tê dayîn ji hinek aliyên ve were rexnekirin. Lê, tiştên ku niha PDK dike, têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd nerewa nîşandan, li dijî wê derketin, tu kurdek vê nêzîkatiyê qebûl nake. Divê PDK-I vê siyaseta xwe biguherîne û zanibe ku lewazbûna Tevgera Azadiya Kurd û gerîlayên Kurdistanê, di heman demê de lawaziya hemû kurdan e.

Wisa xuya dike ku dewleta tirk ya dagirker dixwaze dagirkeriya xwe li başûrê Kurdistanê berfirehtir bike. Êrîşên li ser herêmê Biradost nîşaneyên vê yekê ne. Gerîlayên PKK’ê niha li dijî dagirkeriyê têkoşînek bêhempa didin meşandin. Li başûrê Kurdistanê ji ber siyaseta şaş ya partiyên kurd li beramberî dagirkeriyê bêdengiyek heye. Gelê başûrê Kurdistanê nerazîbûnê nîşanî dagirkeriya dewleta tirk dide û divê nemaze jî PDK li pêşiya nerazîbûna nesekine û nebe asteng. Berevajî vê yekê divê rê bide gel ku nerazîbûnên xwe nîşanî dagirkeran bidin. Yan na dê wekî hevkarên dagirkeran derbasî rûpelên dîrokê bibin û ev yek jî dê zirara herî mezin bide têkoşîna neteweyî ya kurdan.

Dikarî Biecibînî