Bajar û tenduristî -1-

Ji serdema neolîtîkê heya îro her wext bajar bûne warê xwebicîkirina hêzên polîtîk, leşkerî û birdozî. Bi zêdebûna gelheyê hilberîn gihêştiye asteke jor û pêwistiya pergalekê derketiye holê. Vê pergalê bi navê dewletê xwe înşa kiriye û teşe girtiye. Vê pêvajoyê di bajarên sumeriyan de li ser çandiniyê dest pê kiriye. Di van bajaran de mirovan bi hev re karûbarên çandiniyê dikirin û piştî demekê berhemên ku ber diman dihatin komkirin. Ji bo belavkirin û plansaziyê sazî û dezgeh diviyan. Dewletê xwe li ser vê pêdiviyê ava kir û ev valahî dagirt. Ji sumeran heya şoreşa endustriyê tê dîtin ku hejmar û  mezinahiya bajaran zehf kêm in. Di nav behra gund û gundikan de wekî giravekê dihatin kifşê. Bi pêkhatina şoreşê re her diçe bajar zêde û mezin dibin û bandoreke mezin li derdora xwe dikin.

Piştî şoreşê bajar êdî ne bi tenê navenda aborî, bazirganî û endustriyê ne, di heman demê de bûne navenda dîtin û nêrînên hegamonîk jî. Bi sazî û dezgehên zanistî (wekî zanîngeh, akademî û hwd. ), bi nexweşxane, girtîxane û bi saziyên burokrasiyê paradîgmayeke nû hatiye avakirin û vê ya dewsa nêrîn û dîtinên berê girtiye. Bi polîtîkayên neolîberal êdî tarza hilberîn û têkiliyan guheriye. Ji bo sermayedar razemeniyê bikin û çûn û hatin zêde be her bajar dixwaze balê bikişîne ser xwe û ji ber vê ketine nav pêşbaziyekê. Ev yek bûye sedema kalêrkirina çand û xwezaya bajaran. Îro kapîtalîzmê her der dorpêç kiriye û astengiyên netew-dewletan ji holê rabûye. Êdî bajar ji bo xwe baş bifiroşe hemû nirx û hêjayiyên xwe derdixîne bazarê û dike mijara danûstandinê. Piştî demekê êdî bîr û baweriya kollektîf ji holê radibe û bajar xwe li gorî daxwazên sermayê vediguherîne. Ev veguherîn dibe sedema tunebûna dîrok û mejiyê bajêr.

Bajar wekî pençeşêrê bêserûber mezin dibin

Gelheya bajaran ji hezaran gihiştiye deh milyonan û wekî pençeşêrê her diçe mezintir dibin. Bi tenê têrkirina bajarekî bi tena sere xwe pirsgirêkeke mezin e. Tu welat û hawirdor demeke dirêj nikare ber xwe bide. Sedema pirsgirêkên xwezayê ya yekem mezinbûna bajaran a bêserûber e. Desthilatdar li gorî berjewendiyên xwe bi projeyan bajarên nû ava dikin. Ev bajarên nû hatine ava kirin ne li gorî pêdiviyên gel in wekî navendên aborî, endustrî û bazirganiyê hatine înşakirin. Gava lê dinêrin îro serdema bajarên gerdûnî dest pê kiriye. Ev bajarên gerdûnî êdî derdora xwe tenê tune nake di heman kêlikê de bi feraset û tarza xwe bandoreke neyînî li ser xweza û civakê jî dike. Êdî bajar bûne cî û warên desthilatdarî, çînîtî û netenduristbûniyê. Em nikarin pirsgirêkên bajaran bi serê xwe bigirin dest, ji ber ku bajar bi xwe bûye pirsgirêka herî mezin.

Di nav pirsgirêkên ku ji ber bajar an jî bajarvaniyê de derketine holê yek jî tarûmarbûna kesayetiyê ye. Li bajaran aqilê analîtîk zehf derketiye pêş û biryardayînê de bandora hest û dil kêm bûye. Roj bi pîvandinê, jimartinê û hesabkirinê derbas dibin. Piştî demekê her tişt li gorî pereyan tê pênasekirin û taybetiyên civakî û însanî dejenere dibin. Kesayetiyên tima, ezperest û qudûmşikestî di bajaran de zêde ne. Nexweşînên derûnî herî zêde di bajariyan de tên dîtin.

Dikarî Biecibînî