Kurdistan

Navê welatê kurdan. Erdnîgariya dîrokî. Ji Medyayê heya roja îro, rastiya Rojhilata Navîn. Welatek birîndar, parçebûyî, nîvcomayî… Navê Kurdistanê ewil kengê ji aliyê kê ve hate bikaranîn?

Li gor hin çavkaniyan navê Kurdistanê ewil ji aliyê nivîskarê Edessayi Mathhias ve hatibe bikaranîn. Nivîskarê yewnanî Ksenefon navê kurd û Kurdistanê di dîroka qedîm de nivîsî. Dîsa di dîroka Heredot de gelek caran em rastî navê kurd û kurdistanê tên. Pişt re siltanê osmaniyan Sultan Sencer Kurdistanê bikar anî. Yavuz Selîm ji rêyedarên Kurdistanê re bi awayek fermî name şand. Di dema osmaniyan de eyaleta Kurdistanê hebû. Di destpêka damezirandina komarê de mebûsên Kurdistanê di parlamentoyê de cih digirtin.

Kurdistan ji sedsalan zêdetir e li ber pêlên êrîşên serdestên heremî de ye. Ewil bi peymana Qesr-î Şirîn di 1639’an de Kurdistan kirin du parçe. Pişt re di 1916’an de bi peymana Sykes-Picot û peymana Lozanê, Kurdistan kirin çar parçe. Di parçekirina Kurdistanê de bi qasê serdestên heremê hêzên emperyal jî xwediyê peyvirek mezinbûn. Her wiha asîmilasyona berfireh ewil bi înkariya navê kurd û kurdistanê destpêkir. Di her şert û mercê de ruhê parçekirin, înkarkirin û qedexekirina kurd û Kurdistanê bi konsept û hewldanên cuda lê bi heman naverokê hate nûkirin. Ji bo vê yekê gelê kurd gelek caran rastê komkujiyê hat.

Lê ev rastî û heqîqeta dîrokî li gel hemû êrîş, parçekirin, komkujî, konseptên taybet nehate tunekirin. Kurdistan wekî rastiyekî dîrokî li Rojhilata Navîn xwe dide der. Kurdistan rastî û heqîqeta guherînê ye û di navbera vê guherîn statukoparêziya heremê de şer û pevçûnek bênavber didome. Statukoyên Rojhilata Navîn ku li ser tunekirina Kurdistanê hate avakirin hilweşiyan û hildiweşin. Ev hilweşîn bi êş e, bi kul û keder e. Gelê kurd jî zirarek mezin ji vê hilweşinê dibine. Lewma erdnîgariya Kurdistanê navenda şer e.

Rastiya Kurdistanê bandora xwe li ser her derê, her deverê dike. Hemû hilbijartinên Tirkiyeyê li ser vê rastiyê pêk tên. Şer û pêvçûnên siyasî ya li Tirkiyeyê jî li ser vê rastiyê rû dide. Bi deh salan e hemû hilbijartinên ku tên lidarxistin her aliyek siyasî li hemberî rastiya kurd û Kurdistanê teşe û pozîsyon digire. Ev rastî û heqîqet ewqas bi bandora ku di hilbijartinên Stenbolê de jî kurd û Kurdistanê niqaşa sereke ye. AKP di hilbijartinên 24’ê hezîrana 2018’an de jî di hilbijartinê 31’ê adarê de dijberiya kurd û Kurdistanê kir. Kurdistan înkarkirin, siyasetmedarên ku behsa Kurdistanê dikirin ji Tirkiyeyê diqewirandin!

AKP di encama vê siyasetê de winda kir. Niha ji neçarî behsa Kurdistanê dikin. Bi kurdî diaxivin. Rastiya kurd û Kurdistanê, têkoşîna gelê kurd, hêza wan a siyasî vê yekê afirand. Lewma ji bo ku rastiya Kurdistanê qebûl bikin divê mezintir winda bikin û têk biçin. Kurd dizanin ku AKP partiyek berjewendparêz e. Li gor berjewendiyên xwe tu krîterên mirovî li ber çavan nagirin. Lê rastiya kurd û Kurdistanê ji inkarkirin an jî qebûlkirina AKP’ê ya vê rastiyê mezintir e. Ne bi gotina Erdogan Kurdistan tune dibe ne jî bi gotina Yildirim Kurdistan çêdibe. Kurdistan heye, rastî ye, heqîqet e û gav bi gav wekî tîrêjên rojê xwe dide der. Înkariya Kurdistanê, Rojhilata Navîn û Kurdistanê kir qada şer. Pergalên înkarê hilweşiyan. Ji şerê Iraqê Kurdistan derket der, piştê şerê Suriyeyê Rojava azad dibe. Dê parçeyên din jî azad bibin. Ev sedsal sedsala Kurdistanê ye.

Dikarî Biecibînî