Civak û hunera exlaqî – IV

Pergala faşîst stranên kurdî didize û ji wê diziye strana (olurum turkiye) derdixe û hemû nijadperest û faşîstan bi wê stranê coş û menduş dike. Ev bê tore û bê exlaqiya wan nîşan dide. Lê malwêrano, xwelî li sero, dema tu bi xwe diçî ji zeviyê xwe dizî û keleşiyê dikî tu bawer dikî ku pergalê te bipejirîne?

Tu bawer dikî ku wê ji te re bêje aferîn? Ji bîr neke eger çiya barke ser çiya û tu çendî xwe spî û gewre bike jî di çavên pergalên înkar û koledar re de tu wekî meymunê enî beşî. Berhem û kedên xelqê yên gelerî mîna afirandina xwe diyarkirin û lanse kirin, bi teqlîd û kopiyayên hunermendên pergalê xwe li çavkaniya pergalên dagirker girtin bê exlaqî û rûreşiya herî bi kirêt e. Bi sedan mînak hene ku merov  bibêje, lê belê pêwîst nabînim navên wan bînim ser ziman.

Di vê derbarê de ji kambaxî û nexweşiya eniya pergalê zêdetir kambaxî û nexweşiyên eniya civkaka me mirov diêşîne. Bi taybetî ew hişmendiya tengezara ku ji çavkaniya bîrdozî xwe ya têr û tijî tasek şerbeta xwebûnê venexwariye mirov diêşîne.  Nêzikahiya wana bi ser rû û sivikî û tewriyên ezbere a li tekoşînê nayê qebûlkirin. Di bin navê tevgêrê de ked û keleşiya herî zêde sohtandin û xerckirina nirxên gel û şoreşê bi erzanî bin pê dikin. Piraniya wan bi nezanî dikevin rewşa rantxwerî û vê kembaxiyê.

Qaşo parastina nirxên gel û şoreşê dikin lê hetanî çavekî derman dikin du çavan kor dikin. Di mantiq û manteliteya van tipan de qezenca herî hesan û renta herî erzan xerckirina nirx û rûmeta gel e.  Bi wan kesan re hesabên demdirêj, razemeniya rêxistinî, armancên mayînde û nêzîkahiyên bi semîmiyet tune ye.  Berpirsiyartiya xwe li beranberî gel, rêxistinê û pirensîbên mirovahiyê tenê bi pîvanên madî û diravan ve girê didin. Sohtandin û texrîbata ku li pey xwe jî dihêle dibêje “çawa be wê rêxistn rojekê çareser bike. Yanî hemû şêwazên netêrbûn û xerabiyên xwe di bin navê rêxistinê de pêk tîne. Û bawer dike ku bi paqijiya fêzayê xwe bi rêxistinê bike. Ka hûn bêjin, gelo kîjan pîvan û prensîba exlaqê di vê susretê de heye?

Bi dehan mînak hene bêjim. Lê belê gotinek pêşiyan heye dibêjin, “devê te tijî xwîn be jî li ber neyarên xwe dernexîn e xwîna devê xwe daqurtîn e”

Îro di vê serdema dijitalizmê de, di tevna civakî de bi navê sazî, malper û kanalên medya civakî rent û kedxweriya  ku ji hunermend û afirînêran tê kirin pergala mêtinger jî ewqasî nekare mîna hin kes û hin derdoran mêtingeriyê bike.

Hin kesayetên fersendperest û derdorên marjînal dema dizî û keleşiya kedê  dikin merov hinekî fêmdike.  Merov ji xwe re dibêje ji xwe pîvanekî wan a exlaqî û wijdanî nîne, pişta xwe sipartiye pergala dewleta dagirker, kar û barê wan nandozî, fersendperestî û rentkarî ye. Mixabin rewşa hin sazî û dezgehên me ji vê kembaxiyê ne cudatire.

Mixabin ji bo hin saziyan rentxwerî û sohtandina nirxan bûye mîna zagonên mêtingeriya ked û nirxan. Berê hin kesên karbidestê saziyê dikirin hetanî çend demsalan diman. Piştî ku “wijdanê xwe vala, cuzdanê xwe pala” dikrin bazdidan û diçûn. Îcar her ku ên nû dihatin rêbaz û şêwazên xwe ji nû ve avadikirin. Lê kambaxî û qeyranên kevn çareser nedikirin, li ser milê saziyan  dihiştin, belkî jî çareserkirin li hesabê wan nedihat.

Piştre gelek tişt hatin guhertin. Amûrên afirandinê hatin guhertin. Teknolojî bi pêşket, bazar û bazirganî, piyase û şêwaz û rêbaz hemû hatin guhertin. Platformên internetê û qadên dijital û hwd. hemû bûn piyaseyên bazirganiyê.

Tenê tiştek nehat guhertin, ew jî “zagona mêtingeriya ked û nirxan e”

Ji nêt û dirustiya tu kesan mafê min tuneye ku lêpirsîn û gumanan bikim.

Lêbelê mafê herkesî ye ku şêwaz û rêbaza heyî binrixîne û li ked û nirxan xwidî derkeve.

Ji mafê parastina afirandin û telifên berheman bigrin hetanî mafên qada Dijital û keda hunermendên xwe de, ji çerx, deg û dolabên şîrketên Editionê bigrin  hetanî berhemên ku destûra mafê bikaranînê 5/6 sal berê bi dawî bûne  bi rêbazên curbe cur, ked û mafê kedkar û afirenêran hatiye binpêkirin û hêjî ev sosreta berdewam dike. Di oxira mistek (qezenca madî) de şêwaza mêtingerî û kedxweriya pergalê êdî em bi xwe li hevûdu dikin.

Îcar ya herî tirajîk komîk ew e ku ev hişmendiya tengezar û bi aloz di hemû kiryar û kambaxiyên xwe yên bi sosret de hêz û giraniya rêxistnê bi kartîne. Li gel ku exlaq û pirênsîbên rexistinê ji dunyayê re eşkere û eyan in jî di  terz û şêwaza xwe de bikaranîna gef û gurên li ser navê rêxistnê qet îhmal nake. Yanî mêtingeriya xwe jî li ser navê û sazî û dezgehiyên rêxistinê dike.

Ez bi dehan îkesên ku mexdurê vê rewşa kembaxin dinasim. Ez bi xwe jî bêhtirî 10 saliye mexdurê vê hişmendiyê me. Qet hêvî û bendewariyek me ji bidestxistina derfetek madî, an sûdgirtinek diravî ji berhemên me tuneye. Lê heke mirov ji hêla hişmendiyeke wisa ve bikaranîna xwe û mêtingeriya kedê bipejirîne û bê deng bimîne bi baweriya min merov li exlaq, bawerî, terbiye û wijdana xwe îxanetê dike.

Ji ber vê yekê min ev mijar nivîsand.

Dikarî Biecibînî