Li Kurdistanê xeta dewlet-çete

Tevgera Azadiya Kurdistanê dema nû dest bi tekoşînê kir, li Kurdistanê bi awayekî berfireh analîza axayên komprador ku hevkariya dewleta dagirker dikin, kir. Bi vê analîzê ve navek li van hat kirin û ji wan re hat gotin ku “Axayên kompradorên û hevkar” ev kes li Kursdistanê hêza dewletê didin pişt xwe û li herêmê zextên mezin li ser gel didin maşandin. Lewma li Kurdistanê de haya ku ev kes hebin wê bi tû awayî pêşî li tekoşîn û rêxistinê jî nehata vekirin. Ji ber vê yekê di salên 70’yî de bi pêşengiya Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de Tevgera Azadiya Kurdistanê li seranserê Kurdistanê û bi taybet li herêma Riha, Dilok û beşeke herêma Mêrdîn û Amedê cara yekem li hemberî van hevkar û kompradoran dest bi tekoşînê kir.

Tevgera Azadiya Kurdistanê rewşa Kurdistanê û kurdan bi awayekî pir berfireh analîz kiribû. Di encama analîzan de hat fêmkirin ku li Kurdsitanê heya xeta hevkarî û kompradoriyê neyê tasfiyekirin wê gelê kurd tu carî ji bo azadiya xwe nekeve nav tekoşîneke xurt. Lewma, Tevgera Azadiya Kurdistanê gava yekem li hemberî axayên hevkarê dijminê ku Kurdistan dagir kiriye û kompradorên ku bi dijiminê xwe re di nav hevkariyê de ye da meşandin. Ev gava Tevgera Azadiyê wê demê di nav civakê de pir deng veda û bi vê pêla berxwedanê ve li hemû Kurdistanê li hemberî komradoran tekoşînek xurt hat meşandin.

Di wan salan de têkoşîna li Hîlwan-Sîweregê li hemberî eşîreta Bûcak  cemaeta Silêmanan dihat meşandin ji bo gel bû hêviya azadiyê. Gel dît ku Tevgera Azadiyê li herêmê bi kesên ji dijminê wan zêdetir ji wan re dijminahiyê û zordestiyê dike şerê azadiyê dike. Ji ber ku civak ji van eşîr û cemaeta pir ditirse nikare li hemberî wan derkeve, ji wan re bibûn xulam û karker. Lê piştî dît ku Tevgera Azadiya Kurdistanê bi îradeyek mezin ve li hemberî neheqiya ku li ser civakê tê ferzkirin derket û şûn ve, wê demê gel bi awayekî mezin Tevgera Azadiyê hembêz kir. Ev jî hemû plan û projeyên hêzên komprador têk bir. Lewma li Kurdistanê xeta teslîmkariyê ya ku li ser tê gel ferz û xeta azadiya gel her tim di nav tekoşînekê de bûne. Lê her çiqas li Kurdistanê li hember xeta çetecitî û kompradoriyê xeta azadiyê pêş bikeve jî, her tim bi destê hêzên dagirkerên Kurdistanê ve xeta îxanet û çetecitiya ku kompradoran hêz dike jî tê xwedîkirin. Di roja me ya îroyîn de jî ev xet bi destê AKP’ê ve tê xurtkirin û piştgirîkirin.

Bêgûman navenda vê xeta teslîmiyetê  li ser gelê kurd ferz dike Riha ye. Ji vê navendê şerê taybet îro li her çar perçeyê Kurdistanê ji bo îradeya gel bişkîne û pêşî li tekoşînê bigrin komprador û çete hatine avakirin. Ev çeteyên ku bi çeka dewleta dagirker li ser gel terorê didin meşandin tekîliya dewlet û çete bi awayekî aşkera radixe ber çavan. Bi destê van çeteyan ve li Kurdistanê bi piştgiriya dewletê ve bi destê çetayan ve gel tê qetilkirin. Di 4’ê gulana 2009’an de li gûndê Bîlge yê girêdayî bajarê Mêrdînê komek çete bi çeka dewletê ve 6 jê zarok, 17 jê jin bi giştî 44 kurd qetil kirin. Dîsa di 14’ê hezîrana 2018’an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê bi destê eşîreta Yildiz ya ku îro li herêmê nûnertiya AKP’ê dike ji malbata Şenyaşar çar kes hatin qetilkirin. 15’ê hezîranê de jî dîsa li Rihayê vê carê ji navçeya Sîwerefê bi destê birayê parlementerê AKP’ê Zulfîkar Îzol ve ji malbata Îzol di orta rojê de şeş kes hatin qetilkirin. Li himber van qitlîamar dewlet bêdeng e û haya mirov dikare bêje pişta kujeran digre. Ev her sê bûyerên ku ji hêla heman zîhniyetê ve hatine piştgirîkirin li herêmê polîtîkayên dewleta dagirker bi destê kompradora li ser gelê herêmê dixwaze çi bike radixe ber çavan.

Lewma ji bo mirov li Kurdistanê xeta hevkar û komradoran ya bi destê dewleta dagirker hatiye pêşxistin baş fêm bike, pêwîste mirov li nirxandinê Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên di salên 70’yî de di vê mijarê de kiribû baş gûhdar bike. Wê demê mirov dikare polîtîkayên dewleta dagirker hîn baştir derxe zanebûnê.

Bêgûman bi saya Tekoşîna Azadiya Kurdistanê ve, ev demek dirêj bû ku li Kurdistanê xeta çeteyên komprador lewaz ketibû. Di van çend salên dawî de  bi polîtîkayên taybet ve bi destê AKP’ê li Kurdistanê tê xwestin ku dîsa vê xeta hevkariyê bê xurtkirin û gelê kurd dîsa bikin mehqûmê vê xeta îxanetçî. Qetlîamên li gûngê Bîlge, Pirsûs û Sîweregê yên bi destê malbata Yildiz, Îzol çeteyên AKP’ê ve pêk hatine nîşaneya vê ne.

Li hemberî vê neheqiya komprador û çeteyan pêwîstî bi tekoşîne xurt û hişk heye. Her wiha bi hêza rêxistinî îdeolojîk ve jî asta têkoşînê mirov dikare hîn xurttir bike û pêşî li vê xeta komprador bigre. Ger li Kurdistanê pêşî li vê xeta teslîmkariyê neyê girtin, wê tu carî îradeya kurdê azad jî dernekeve holê. Lewma ji bo azadiyê beriya her tiştî pêwîste li Kurdistanê pêşî li hemû cûreyên bindestî û teslîmkariyê li ser gelê kurd ferz dike bê girtin. Ger gelê kurd li hemberî van qetlîamên dewlet-çete organîzekirin û pêş dixe dengê xwe bilind neke û xwedî li nirxê xwe dernekeve, wê nikaribe li Kurdistanê pêşî li xeta îxanetê jî bigire. Ez di wê baweriyê de me ku gelê me wê ev polîtîkayên qirêj yên ji navenda dewleta tirk ve tên organîzekirin û bi destê çeteyên AKP ve jî tên pratzekirin bêdeng nemîne û xwedî li nirxê xwe derkeve. Tekoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê bi pratîka xwe ya di vê mijarê de ve aşkera kir ku bi yekitî û têkoşînê mirov dikare li Kurdistanê xeta dewlet-çete ya ku ji komrador û hevkaran re bûye çavkaniya jiyanê têk bibe.

Dikarî Biecibînî