Rêwîtiya şevek ji mûbetê!

Rêwîtiya nivîsa min a îro mîna meşa min a yek ji rojên ku herî ez azad lê jiyam û geriyam bû. Wê rojê ji her rojê cudatir bû, dîsa cihê diçûmê jî mîna her tiştê li pey xwe dihiştim û diçûm jî cuda bû. Wê rojê min her tişt li pey xwe hişt, tevî çend bîranîn û hew. ketim rê û çûm.

Meşeke pir dirêj û ji her tiştî dûr. Ji hemû qirêjî û kirêtiya evdan dûr, pak û paqij bû. Piştî meşeke dirêj û westanek pir zêde, li nuqteyekê em sekinîn û rêzanê me ji vir û şûnde wê êdî li gel me nemaşîbûya. Ji vir û şûnde wê rêzanek din hevaltî ji rêwîtiya me re bikira. Heta me her yek qûrtek av li ser bedenên xwe yên mîna agir dişewitî de kir, ji dûr ve du jinên bedew bejin bilind û kezî hunandî weke firîşehan dadayî erdê li pêş çavên me diyar bûn. Her ku çû nêz dibû, rû û sîmayê wan hê zelaltir dibû. Ev jin pir cuda bûn, bi cilên xwe, rengên xwe û meşa xwe pir cuda bûn. Li bejnan cilên bi qûmaşeke ku ji berkan tije û dirûtineke pir cuda hatî xemilandin lêkirî, nava wan bi şûtik û li ser rextekî bi bombeyan hatî girêdan û li piştê jî çeke heyî li ber me sekinîn û bi rûyeke bişirî û ciwan silav da min. Ew gerîlayên jin bûn. Hê ez di wê sersûrmanbûnê de, ez bi dengê xwatir xwestina rêzanê min ê berê min anî vir hinek serxwe ve hatim. Bi çûna wî re, rêwîtiya min a nû destpê kir.

Hê min navê van firîşteyan nepirsî, em ketin rê. Yek kete pêş û ez navê ya din jî li pişt min em ketin rê. Çendek em meşîn û ya a destpêkê li min vegeriya û pirsa navê min kir û me hinek sibhet kir. Pirsa rêwîtiya min kir û bê ka çi kir ku berê min bi vê rêwîtiyê ketiye. Min jî hinek behsa hesreta welat û dûrketina cihê lê jidayikbûme kir.  Rêwîtiya me bi sibhetê her ku çû dirêj bû. Her ku çû laşê min ji meşê sist dibû û lingên min, hew dikarî hevaltiyê ji rêwîtiya min re bikin. Herî dawî min daxwaza bêhnvedanekê kir, li ser vê daxwazê em li ber kaniyeka avê ku cihê av jê diza lûleyeke çekê di qula wê de dihate xwar, sekinîn. Me li vir av vexwar û bi qasî nîv demjimêrê rawestiyan û em dubare ketin rê. Vê carê sekin nebû heta cihê ku em lê bicih bibin. Ji xwe saet jî her diçû ber bi êvara direng diçû û çend saetek mabû ku tarîtî kirasê xwe li rojê bike.

Baş bû meşa me bi tarîtiya şevê re em gihiştin cihê bicihbûnê. Ji ber tarîbûnê cihê lê tam xwezaya wê diyar nedibû, lê wisa bû ku pir cihekî xweş bû. Em li cihekê rawestiyan du gerîlayên xurt ku ew jî bi qasî wan bedew bi heman rengî hatin, ez ji wan girtim û ew aliyê xwe çûn û em jî bi aliyê xwe ve çûn. Min wisa dizanî ku êdî meş qediya, lê diyar bû ku meşa me dê şev jî hinek biajota. Baş e ku ne pir dirêj bû, piştî çend saetekî em li binê çinareke mezin rûniştin. Dengê avê pir nêz dihat, wisa diyar bû ku avek nêzî me heye.

Ez ji hal ketibûm, ewqasî westiyabûm. Dengê xire xira nefesa min dihate min. Lê piştî çendekê nefes hate ber min, hinek westana min çû. Di vê navberê de çend gerîlayên din hatin ba me û silav dan. Rûyê wan pir paqij û bi ken bûn. Wisa bi dilgerm ez hembêz dikir ku weke ez jî yek ji wan. Piştî silavdayînê sibhet vebû, me pirsa hal û rewşa hev kir. Sibhet tevî hewayê sar, mîna agirê me xwe li dorê kirî xelek germ bû. Çaya gerîla ya qaçax a li ser pelan tama wê pir cuda ye. Çaydanê ji ber agir reş bûye, li ser agir bi dengê kelanê îşaret dide me ku wextê dema wê hatiye. Gerîlayekî hinek dem avête çaydan û li ber agir danî ser kozên sor heta dama xwe bigire.

Zêde pê neçû, şûşeyên çayê li ber me danîn. Bêhn û tama wê hê jî li ber poz û devê min e. Li gel sibheta xwe ya li ser rojev, dîsa naskirina min û hatina min a wir, çay ji vedixwar. Demê raketinê hat, her yekî xwatir xwest û gerîlayekê cihê ez lê rakevim nîşanî min da û ez lê bi cih bûm. Dengê avê pir nêzîk dihat, an avek pir bi hêz bû dengê wê ji dûr dihat, li aliyê din jî dinê pir bêdeng bû. Ji xwe xew bi çavên min nakeve. Ez cihê lê pir mereq dikim, dîsa her rûyeke ku ji nîva şevê ve me sibhet kirî mereq dikim. Tije pirs di serê min de tên û diçin, rê nade ku rakevim. Demeke wisa derbas bû, min xwe dirêj kir û berê xwe da jor. Stêr mîna mûmên şevên tarî car diçirisin car vedimirin dixuyan. Li ber çavên min weke ku bireqisin lê dihat. Dengê çîrçîra kêzikên li ber avê, wisa bû ku weke yek bihûne, her tişt li min xweş dihat. Di wan hizran de tam ku çavê min li xewê şîrîn dibû, dengê radyona gerîlayekê hate min, diyar bû ku ew jî weke min xew çavê wî nagire. Li ber wê dengê avê, dengê strana radyoya wî mûyên laşê min mîna tîrê ji kevanê firyayî tûj diçûn hedefê bû. Dîsa dilê min wisa bi xurtî lê dida weke hespê kihêlê bozî li meydana cengê hefsarê xwe ji qefesa sîngê min ê dîlgirtî biqetîne û derbikeve lêdida. Dest û lingên min tevizîn, zimanê min lal bû, çavên min ma li esmanan. Weke bedeneke mirî dirêjkirî li min hat. Tenê hişê min zindî bû, dixwest vê rewşa li nav fam bike. Ew şev pir dirêj kir, min nedixwest bi dawî bibe. Di nava wan xewn û rastiyan de bi dengê ‘Rojbaş Heval’ ji xewê hişyar bûm. Dema şiyar bûm, min êdî nezanî ew xewn bû yan jî rastî bû. Lê ew rastiyeke ku her kes pê nizane bû.

Piştî me taştê xwar û şûnde, li ciheke ku gerîla lê kom dibûn, gelek gerîla lê hebûn. Ji dengên wan min ew naskirin ku şevê din me sibhet li gel yek kirin. Dîsa her du gerîlayên ku rêzanî li gel min kirîn jî li wir bûn, min wisa zanîn ku ew diçin ciheke din, lê ew rêzanin ku wê şevê çûbûn li ser erka xwe. Di demê her kes raketî ew li ser erkê bûn. Dil dixwest li vir hinek din bimîne, van dildarên azadiyê hê zêdetir ji nêz ve nas bike, lê hê rêwîtiya min mabû. Bi ketina rê re min navê gerîlayên rêzanî ji bo min kir Stêrk û Hêvî bûn, zanî. Bi rastî jî weke navên xwe bûn. Me hev bi dilgermî dîsa silav kir, ew li pişt xwe hiştin û em dîsa ketin ser rê. Nediyar bû ku wê meşa me vê carê çawa bibore û şev me wê çawa derbas bibe…

Dikarî Biecibînî