Nivîsandin

 

Nivîsandina gotarekê ji afirandina stranekê zehmet û girantir e.

Ji roja ku min dest bi kar û barê hunerê kirî de, her tim şewq û mereqa “nivîsandinê” parek ji evîna me a hunerê bû!. Lê “gotar” çawa tê nivîsandin, pergal û teknika nivîsariyê çawaye, formilasiyona fikir û ramanê mirov çawa dikare wergerîne gotarek nivîsandî…. Min qet ji van tiştan yekî jî nedizanî. Salê 86-90 de, Rojnameya Serxwebûn û Berxwedanê li derveyê welat weşana xwe dikirin. Di hoyên wê serdemê de gelek name û nivîsên bi zimanê Erebî, Kurdî û hwd. ji rojnameyê re dihatin. Xebatkarê dezgeha çapemeniyê jî ji bo werger û çavdêriya wan name û nivîsan alîkarî ji me dixwestin.

Di sala 1987 de kovara Rewşen hat sazkirin. Ji rêveberiya kovarê hevalek beşdarî şevbêrka me ya asayî bû. Me hem stranên xwe digotin û proveyên xwe dikirin û him jî me mijarên hunerê dinirxandin.  Ew nirxandinên me di hêjmara yekem a kovarê de dihatin weşandin. Wan hevalan pêşneyar kirin ku ez di derbarê strana li ser serhildana Şêx Seid Efendî hatiye gotin tiştekî binivîsim. Her tim li bîra mine, min nivîsnad û wan hevalan redekte kirin û weşandin. Dema min di rûpelên kovarê de nivîsa xwe xwend min bi xwe jî bawer nekir ku ew nivîs a min e. Îca hezkirin û evîna mina nivîsandinê wilo destpêkir. Lê belê hetanî niha jî dema ku gotarên nivîskar û hosteyên peyv û hevokan dixwînim amatorî û netêrbûna xwe dibînim.

Min tû carî xwe wekî nivîskar nedît û naxwazim xwe wilo jî pêşkêş bikim.

Nivîskarî û nivîsandin berî her tiştî berpirsiyarî, têgihêştinî, zîrekî û wijdanperestiye. Mirovê lêkolîn, lêgerîn û xwendina rojane neke û li gel xezîneya xwe ya hayedariyê ne xwedî feraset û armanc be nekare bibe nivîskar. Ger bibe wê çi bide civakê?

Tecrûbe û ezmûna herî bi nirx min ji rojnameya Azadiya Welat girt. Bi salane wê kevneşopiya çapemeniya Azad di bin her hoyên giran de bi bedelên gelek giranbûha bê navber berdewam kiriye. Ez bawer dikim dê ev rêya tijî zîkzak û firk weke dayîka evînên netewa me her û her bi me re bimîne. Dê weke her carî bibe dibîstana hemû şagirtên zimanê dayîka mezin.

Xwînêrên hêja, ji bo demek kurt a bi qasê çend heyvan dixwazim navberekê bidim vê kozîka xwe. Ji bo xwe nûh kirinê pêdviya navberekê hîs dikim.

Dîsa ezê hewilbidim ku dem bi dem fikir û nêrînên xwe bi we xwînêrên hêja re parve bikim.

Hetanî demek dinê bimînin di nava aştî û aramiyê de.

Her serkeftî bin.

Dikarî Biecibînî