Bajar û tenduristî – 2

Bajarên nûjen tenduristiya civakê tehdît dikin

Modernîteya kapîtalîst pirsgirêkên tenduristiyê wekî pirsgirêkên takekesî dibînê, hêla wê ya civakî nagire dest. Tiştên ku ji ber bajarvaniyê dibin sedema nerihetî û nexweşiyan naxwaze bibîne bes bi xizmetên binesaziyê dixwaze çareser bike. Bajarên ku bi feraseta endezyariyê hatine avakirin geh ên kapîtalîst geh ên sosyalîst daxwaz û xwestekên niştecihan nedane ber çavan. Di vê pêvajoyê de kuçe û meydan ji holê hatine rakirin û jiyan hatiye standardîzekirin. Xaniyên yektîp, dûrî bajêr, pirqat, standart, wekhev, ji çand û dîrokê dûr û li ser qirkirina xwezayê hatine avakirin gelek tiştan radixîne ber çavan. Vê yekê li ser navê veguherîna bajêr pêk tînin û bi vî awayî hem ji hêla fîzîkî û hem jî hêla civakî ya bajêr ji holê radikin. Ev yek di heman demê de berxwedana civakî jî qels dike, diperçiqîne.

Yekem bajarê modern ê bi plansazî hatiye avakirin Parîs e û ji wî çaxî heta niha di avakirina bajaran de xala herî girîng ewlehî ye. Xizan di malên yektîp û komî de hatine dorpêçkirin û bi vî awayî ji bajêr hatine dûrxistin û pasîfîzekirin. Her wiha kesên dewlemend jî di sîteyên mezin û ewle de xwe ji xizanan dûr xistine û wekî çîneke jorîn jiyana xwe didomînin.

Ji salên 1800’î pê ve tê zanîn ku bajar derûniya mirovan xera dikin. Nexweşînên wekî şîzofrenî, depresyon, tenêtî, rajêriya alkolê û hwd. her diçe li bajaran zêdetir tên dîtin. Bêkartî, xizanî, koçberî sedemên berbiçav in. Ligel van sedeman sistbûn û jihevbûna têkiliyên di navbera  însanan û di navbera xweza û însan da jî dibe sedema nexweşiyan. Her wiha cihêkarî û feraseta pederşahî jî bandoreke neyînî li ser derûniya niştecihên bajêr dike.

Bi destpêkirina şoreşa endustriyê bajar hingî çû mezintir bûn û gelheya wan zêde bû. Beramberî vê pirsgirêkên tenduristiyê zêde bûn, nexweşiyên nû derketin holê û di demeke kin de belav bûn. Cih û warê jiyanê û şert û mercên kargehan gelek ne baş bûn. Di bajaran de hewa qirêj, neberhevkirina zibil, kêmasî yan jî qirêjiya avê, kêmasiya qanalîzasyonê, malên wekî kolikan, xwarinên nebaş, cilên xerab, jiyana qelebalix, karûbarên giran û hwd. bandoreke neyînî li ser tenduristiyê kirin û pêşî li nexweşiyan vekirin.

Di bajaran de rengê jinê nayê dîtin

Kesên ku koç kirine û yên bi darê zorê hatine koçkirin li qeraxên bajaran dijîn. Li van deran ji her alî ve jiyan hîn dijwartir e û ne ewle ye. Bajar li gorî mêran, bi feraseteke pederşahî hatine avakirin. Avahiyên pirqat, peykerên bi heybet, qadên mezin û hwd. nîşaneyên vê ferasetê ne. Jin li malê di navbera çar dîwaran de hatiye asêkirin û jiyan lê hatiye teng kirin. Ev feraset di bajaran de zêdetir tê dîtin û ji bo derûniya jinan tehdîteke mezin e. Ji bilî vê tehdîtê mixabin jin li bajaran her roj rastî her cure tundiyê (tundiya fîzîkî, tundiya zayendî, tundiya devkî û hwd.) tên.

Dikarî Biecibînî