Xwendingeha folklora kurdî; Hesen Zîrek

Huner bi rêya deng xweş ên hunermend bûye tama herî xweş a jiyanê. 26‘ê hezîrana 1972’an deng xweşê qada hunera kurdî wefat kir ku kê jiya lê gencîneyeke li pey xwe hişt ku qet ji bîra dîrokê naçe. Di salroja wefata wî mezinê navdar de vê gotarê pêşkêşî we xwendevanên hêja dikim.

Li Bokanê taxek heye ku jê re dibêjin ‘Gerekî Serqela’. Taxa ku kevirê yekê yê çêkirina bajarê Bokanê li wir hat danîn. Heya roja îro jî Qelay Serdar, Mizgefta Camîi û Hewze Gewrey Bokanê” mîna şûnewarên bajar yên kevnar tên hesibandin. Di nava panahiya deşta ku bajar tê de cih digire, gund û gulzar, mêrg û çiya, dol û newalan jî, bedewiyek taybetî daye vê herêma Kurdistanê. Hesen Zîrek, hunermendê ku di bihêzkirina nasnameya muzîka kurdî de, xwedî rolekî dîrokî ye, roja 29’ê mijdara1921’an li gereka Serqela, kulana li rex mizgefta Camîi û hemama Nadir, hat dinê.

Navê wî yê rastîn Hesen, paşnavê wî Esedî Bokanî ye û nasnavê wî yê hunerî jî Zîrek e. Bavê wî Ebdulla meşhûr bi Ebezile û navê dayika wî jî Amîn e. Xwîşkek bi navê Sara û du birayên wî yên bi navê Hemed Emîn (ku jê mezintir bû) û Hacî Husên (ku jê biçûktir bû), hene. Heya sala 1932’an ku bavê Hesen çû rehmetê, rewşa jiyana wan jî baş-xirab, derbas dibû. Mirina Ebdulah yê bavê wî, bandoreke gelek neyînî li ser paşeroja jiyana Hesen danî. Çimkî ew hê di temenê kemilîna xwe de, yanî 11 salî bû ku bavê wî çû rehmetê. Bi vê xembariya mezin re, Amîn a dayika wî jî di sala 1932’an de, ji xwe re zewicî û ew, xwîşk û her du birayên wî bêkes û sermiyan man. Jiyana wan êdî derbasî qonexeke dijwar bibû.

Hesen nûgihiştî ji bo debara jiyana xwe dibe gavanê dewlemendên bajar û li rex karê gavaniyê karê xolametiyê, çandinî û rencberiya di nava gundan de, jî dike. Ew li kêleka van karan carna jî bi dengekî bilind stranên dilê xwe distrê. Hê temenê wî ji deh saliyê kêmtir bû ku bi dengbêjên dewat û şehyanên xelkê herêmê Mûkiriyan Ebe Çaweş û Heme Hûsên Çaweş di şahiyan de stran digotin. Êdî heya çend salan ji karê şagirdiya şofêran bigire heya qehweçîtî, karê di resturant û hotêlan de, bibûn şûxlên wî yên rojane.

Hesen Zîrek bixwe di vê mijarê de wiha dibêje: “Ez li Rom, Îran û Îraqê geriyame û di tu derekê de cihek jî ji min re peyda nebû…”

Belê… Hesen Zîrek ji zarokatiyê, ji temenê 11 saliyê û pêde, nûciwaniyê û ciwaniyê her rojekê li gundek an jî bajarekî Kurdistanê, Îran an jî Iraqê jiyana xwe bihûrandiye. Ji bajarê Bokanê bigire heya bajarên Kirmaşan, Tehran, Bexda, Tewrêz, Urmiyê, Silêmanî û hwd. li her derê geriyaye. Ew hêsîrê du tiştan bû: nanê zikê xwe û hunera kurdî ku bi hev re ruhê wî ya tejî hêz û hez têr dikirin. Bi bê huner jiyan jê re bêwate bû.

Sala 1954’an û tomarkirina yekemîn stranan

Hesen Zîrek her tim di jiyana mişextiyê de, dijiya. Hê xortekî 33-34 salî bû ku di sala 1954’an de bo cara yekê dengê wî di radyoya Bexdayê de, gihîşt guhê radyoguhdarên para kurdî. Dengê ku êdî ji wê salê û pêda heya roja îro bû xemla dîlan, dilxweşî û şahiya civata kurdan. Hinek jêder didin diyarkirin ku navê strana wî ya yekê ‘Derwêşe Girme’ ye ku li bajarê Silêmaniyê hatiye tomarkirin.

Mîna ku Hesen Zîrek bixwe di pirtûkekê ya bi navê “Şirîkey Kurdistan” dide diyarkirin, rêzdar Celal Talebanî hevkariya wî kiriye û ew bi berpirsyarên radyoya kurdî li Bexdayê daye nasandin:

Baş kar im ekird roj û şewane

Le ûtêl Şîmal ke cêy kurdan e

Misafirêkman ke Mam Celal bû

Birdimî bo radyo, bêminnet, be giyan

Ciwan retî kirdim le polîsekan

Ciwan nasandimî be A’dil Î’rfan

Heme kare bû le radyo kurdan…(1)

Rêzdar Celal Talebanî jî ku wê demê li bajarê Bexdayê xwendevanê zanîngehê bû û li hotêla  El-şimal El-kebîrî di odeyeke de dijiya, di vê mijarê de wiha dibêje: “… Bi kek Hesen Zîrekê heval û deng xweş re, çiqas ku dem derbas dibû, navbera me xweştir dibû. Di derengiya şevê da, dema ku kar û barên wî yên şevane kêm û sivik dibûn, ew jî dihat hundirî odê û li cem min rûdinişt. Stranên xweş ji me re digotin. Piştî demekê ez pê hesiyam ku dengê wî xweş e. Bi taybetî jî şehrezayiyeke baş distrîn û nasandina stranên kurdî yên folklorî de heye. Ji bona wê jî fikra birina wî ya radyoyê kete serê min.”(2)

Belê di wan şevan de Hesen Zîrek bi wê hostatî û dengê xwe yê xweş stranên “Kîjan deçine mêrgulan, Desmal Herîrî sore û…hwd” bi seatan şevbêrkek germ ji heval û hogirên xwe re, li dardixit. Xatireyên jibîrnebûyî ku heya roja îro jî heval û dostên wî yên wan salan behs dikin. Êdî heya sala 1958’an Hesen Zîrek bû karmendê radyoyê û her hefteyê bi awayekî rêkûpêk bi orkestraya radyoyê re, çend stran tomar dikirin. Her mehê meaşê wî jî 6 dînarên iraqî bûn.

Roja çûyîna radyoya kurdî li Bexdayê ji Hesen re, ji dayikbûneke nû bû. Êdî tevî ku hê jî feqîr û belengaz bû, lê bi strînê re karî hinekî wê têhnatiya xwe bişkêne. Tenêtiya ku bi salan pêre bû û kiryar jêre peyda nedikirin. Êdî dengê wî bi rêya radyoyê li her derê belav dibû.

Elbet pêwîst e ev rastî jî bê gotin ku li ser çîroka jiyana tevlîhev a Hesen Zîrek piştî mirina bav û şûkirina dayika wî heya tomarkirin û xebata di radyoya kurdî li Bexdayê, lêkolîneke berfireh gerek e. Bi sedan pirs li ser wê pêvajoya jiyana wî hene ku heta roja îro jî bêbersiv in. Hesen Zîrek mîna ku ew bixwe jî dide diyarkirin, nekariye hemû esrarên jiyana xwe kifş bike an jî bide nivîsandin. Ew ji temenê 11 saliyê û pêde heya rojên dawiya jiyana xwe mirovekî ruh birîndar, bi xwezî û dilbirîn bûye. Evîna heza ji gel û çanda kurdî, Kurdistana wî ya ku ji xeynî feqîrî û zilma cendirme û rayedarên dewleta şahenşahî, tiştek tê de nedihat dîtin, tevan bi hev re ew pal didan ku bi soza dengê xwe yê bilind û resen, biqêrîne. Ji dil distira û ji bona wê jî deng û hunera wî li ser her kesekî bi bandor bû. Ew mêvanê hemû malekê bû. Dengê wî ji sinorên Kurdistanê jî derket û li Bexda, Tehran, Tewrêz û Stenbolê jî ereb, faris û tirkan, ev dengê esmanî guhdar dikirin.

Vegera rojhilatê Kurdistanê û Radyoya Tehranê

Ruhê hesas û tejî liv û lebata Hesen Zîrek nikare li cihekî bisekine. Zarokatiya wî, xweştirîn salên jiyana wî li kustan û zozanên Kurdistanê, derbas bibûn. Êdî germiya bajarê Bexdayê û dûriya ji Bokan û Mehabadê roj bi roj dilê wî digivişand. 14’ê îlona 1958’an, Hesen ber bi rojhilatê Kurdistanê vedigere. Wê salê li ser biryara dewleta navendiya Îranê para kurdî ya radyoya Tehranê jî hatibû damezirandin. Piçt re Hesen Zîrek li ser daxwaza berpirsyarên radyoya Tehranê li wira (para kurdî) dest bi xebatê dike. Sala 1958’an bi Medya Zendî re dizewice. Arezû û Sakar du berhemên jiyana hevpara Hesen Zîrek û Medya xanimê ne.

Di salên xebata xwe ya li radio Tehran, Hesen piraniya stranên ku îro li pey wî mane, tomar kirine.

Radyoya Kirmaşan û Hesen Zîrek

Radyoya Kirmaşanê di 14’ê tebaxa 1962’an da hat damezrandin. Li ser daxwaza berpirsyarên radyoya Tehranê Hesen Zîrek ber bi Kirmaşanê meşiya. Ev daxwaza wî jî bû. Kurdistan û civaka kurdewarî ji bo wî ji her devera dinê xweştir bûn. Orkestrayek bi navê Zîrek ji xwe ava kir ku ji van hunermendan pêk dihat: Mucteba Mîrzade vîyolonîst bû, Firêydun Moradî bi ud û tarê hevkariya wî dikir ku hinek ji stranên Hesen bi nota jî nivîsandine, Îzedî ku sentor lêdixist, Polekî ku tepil an jî rîtim pêre lêdixst. Her wiha Hesen Zîrek bixwe jî di orkestrayê da bi def û dayêrê hevkariya orkestra xwe dikir. Hêjayî gotinê ye ku Hesen Zîrek kesê yekê bûye ku def û dayêre (du ensturmentên muzîka kurdî), birine nava orkestraya radyoya Îranê.

Her wiha li Kirmaşanê hunermendên mîna mamosta Hesen Kamkar, Hesen Yusif Zemanî, Ebdulsemedî û hinek kesên din hevkariya hunermend Hesen Zîrek dikin û her heftê çend stranên xwe li wira tomar dike. Xebata wî li radyoya Kirmaşan heya sala 1966’an didome. Lê piştre miaşê wî tê birîn. Sedem jî ew bû ku karbidestên radyoyê gotibûn ku Hesen Zîrek nêzî hezar stranan ji radyoya wan re tomar kirine û pêwîstiya wan bi wî nemaye.

Vê biryarê bandoreke gelek xirab li ser ruhê nazîk û hesas a Hesen danî. Ev biryar ji kesayetî û hunera xwe re mezintirîn tehqîr dihesiband.

Di hemen salê da hunermendên kurd Elî Merdan, Mihemed Arif, Hesen Cizîrî tên rojhilatê Kurdistanê ku Hesen Zîrek bixwe re vegerînin başûrê Kurdistanê. Lê berpirsyarên radyoya Kirmaşan dema bi vê dihesin, ji ber ku çûyîna wî bo Iraqê li dijî berjewendiyên dewleta Mihemed Riza Pehlewî dizanîn, dildariya wî dan û hemû miaşên ku heya wê demê nedabûnê, careke din didin û careke din mîna xebatkarê radyoyê vedigere ser karê xwe. Piştî vegera mamosta Elî Merdan, Mihemed Arifê Cizîrî û Hesen Zîrek careke din kar bi destên radyoyê miaşê wî li ser dibirin. Hesen jî ji ber vê tehqîrê, ber bi başûrê Kurdistanê diçe. Lê beriya ku bigihêje bajarê Bexdayê ji aliyê polîsê dewleta Iraqê tê girtin û bi qasî salek û nîvan di girtîgehê de dimîne. Mîna ku Hesen Zîrek di kasetekê de behs kiriye, di wan 18 mehan de ji aliyê polîsên dewleta Iraqê bi tawana casûsiya ji bi Îranê, gelek tê azar û îşkencekirin. Piştî azadbûnê vedigere rojhilatê Kurdistanê, lê vê carê jî ji aliyê Sawakê tê girtin û piştî azadbûnê êdî bo demeke zêde diçe gundekî yê bi navê Mela Ehmedî Bane û bi vekirina çayxaneyekê debara jiyana xwe dike. Piştî demekê li wir jî namîne û ber bi bajarê Şino û Mihabad bi rê dikeve.

Naveroka stranên Hesen Zîrek

Îlhama stranên Hesen Zîrek ji bedewiya sirûşt, jiyana kurdewarî, bedewiya jin û keçên Kurdistanê û hisên wî yên kûr tê. Peyvîna li ser huner û berhemên Hesen Zîrek ne karê herkesî ye. Çimkî stranên wî bi serhev de gencîneyek bênimune û dewlemd in. Li gorî gotina Dr. Moftîzade hejmara stranên Hesen Zîrek zêdetir ji 1053 stran e. Gelek aliyên çanda kurdewarî di peyv û risteyên stranên wî de tên dîtin. Ew ji aliyê gel ve mîna parêzvanê folklora herêma Mûkriyan jî hatiye bi nav kirin ku ev mîrasê dîrokî ji mirinê rizgar kiriye. Helbestên ku wê demê izna weşandin an jî belavkirina wan tunebû, bi stran û dengê Hesen gehiştine hemû gund û bajarên Kurdistanê. Hesen bi vê xebata xwe ya dîrokî canekî nû daye dewlendtirîn beşa awaz û mêlodiyên kurdî. Navên kurdî, pendên pêşiyan, gotin û çîvanokên bav û kalan ku heya roja îro jî bikar tên, di bingeha hunera Hesen Zîrek de xwedî cihekî serekî ne. Ger em bi hûrbînî li naveroka stranên wî gûhdar bikin, wêneyekî zindî yê herêm, bajar û gundên Kurdistanê yên wan salên jiyana wî, tê ber çavên me. Di stranên wî de keç û jin xwedî cihekî taybetî ne. Her wiha adet û orf û bîr û boçûnên civaka kurdan ya wê demê di berhemên Hesen Zîrekê hunermend de, rengekî berçav didin xuyanîkirin. Helbestên ku Hesen Zîrek bixwe vehûnandine û kirine stran tejî ne ji xeyalên bedewên şaêrane û nazikbînî û hisên wî yên tejî evîn, tabloyekî rengîn û neqişandî radixin ber çavên guhdaran. Hunera Hesen awêneya daxwaz û xweziyên xelkê civaka wî ne.

Her çend dibêjin ku Hesen mirovekî nexwînde jî bûye, lê şêirên helbestvanên mîna Wefayî, Hêmin, Seyîd Kamil Îmamî (Awat), Herîq, Goran, Pîremêrd, Mistefa Begê Kurdî, Tahir Begê Caf û Ehmed Herdî ji xwe re kirine stran. Ev di rewşekê de bû ku helbestvanên navbirî nedikarîn berhemên xwe bi zimanê xwe yê zikmakî, biweşînin. Çimkî naveroka wan siyasî, gazinc e û dijberiyên li dijî hinek adet û çewtiyên civak û siyaseta dewletên dagirker tê de ye.

Hesen Zîrek, îşkence û zindan

Ez hêj zarok bûm. Dema dengê Hesen Zîrek ji radyoya Bexda, Tehran an jî Kirmaşanê dihat, bavê min dengê radyoyê bilindtir dikir. Em tev jî neçar dikirin ku bêdeng bimînîn. Bihîstina dengê Hesen Zîrek çi beste bixwînda an jî lawik, reng û rûyê bavê min jî digûherî. Ew bi ser xwe de diponijî û xem û xeyal dibûn mêvanên canê wî. Her cara ku min sedem jê dipirsî, wî jî bi ser lêv da digot: ”Ez ê paşan ji kurê xwe re bêjim…”. Sal hatin û çûn. Rojekê em çûn bajarê Bokanê. Bavê min ji xortekî pirsyara cihê gora Hesen Zîrek kir. Xêr e bavo? Ma em li vir ne ji bo karekî din hatine?

Bavê min bi rûyekî tejî dilovaniya bavatiyê li min nêrî û wiha got: “Were li ser mezarê Hesen Zîrek ez bersiva pirsyarên te yên çend salên bihûrî bidim.”

Naleşikêne ew gir bû yê ku axa wê ji Hesen re bibû mala ebedî. Naleşikêne li jêriya çiyayekî û li ser rêya Bokan–Seqizê ye.

Xorme, biskivît, deste guleke rengîn ew tişt bûn yên ku bavê min ji nava bazara Bokanê kirîn. Em bi texsiyekê ber bi goristanê çûn. Lê goristana ku tenê mala Hesen Zîrek tê de bû. Min li wira jî hîs kir ku ew di cîhana ebedî de jî, bi tenê ye. Cihê ku gor li ser bû, bilind û ji wira jî Bokan û gundên derdorê dihatin dîtin. Bavê min bi çavên tijî hêsir fatiheyek li ser ruhê wî xwend, piştre bi dengekî nizim wiha got: “Kak Hesen ez başiyên te qet ji bîra nakim…” Vê gotina bavê min, dîsa jî bi dehan pirs di serê min de afirand. Me bi ava ku zarokan bixwe re anîbûn û bi pere difirotin, kêlî û mezarê wî jî şûştin. Xorme û biskîvîtên ku bavo kiribûn, di nava zarok û feqîrên ku li dora me kom bibûn, belav kirin. Piştre bavo bêyî ku li min binêre, wiha axivî:

Sala 19… bû. Ji ber … ez hatibûm girtin. Rojekê em ji … ber bi … dibirin. Di rê de em sekinîn ku nanê nivîro bixweyin. Ez xemgîn û bi tena serê xwe li kuncekî rûniştibûm. Ji nişkave zilamek ku ew jî mîna min girtî bû, xwe nêzî min kir û wiha got: “Xêr e… çima tu wiha nerihetî, kerem bike were bi me re xwarinê bixwe… Guhê xwe nede dinê, rojên nexweş jî yê derbas bibin.” Ez neçûm û wî jî ji berîka xwe 5 derhem derxistin û dan min. Wê demê 5 derhem parekî zêde bû. Min wê rojê zanî ku ew zilam Hesen Zîrekê hunermend bû ku bi tawana sîxoriyê ji aliyê dewleta Iraqê ve hatibû girtin. Hesen bi deng û stranên xwe yên xweş ji me re stirî. Tevî ku em her du jî girtî bûn, lê ji min re ew roj xweştirîn roja jiyanê ye. Ez wê merdatiya wî ji bîra nakim…”

Êdî wê rojê min zanî ku bavê minher salê carekê, tê ziyareta tirba Hesen Zîrekê ku bi hemû awayan mirovhez bû.

Zîrek bi hemû tehliyên ku di jiyana xwe de kişandin, pir caran jî bi tawana wê hindê ku sîxor e, ketiye girtîgehên her du dewletên Îran û Iraqê. Ev zexta han ji ber wê hindê bû ku Hesen Zîrek tenê hevalbendê hêzên kurd û rewşenbîrên kurdperwer bû.

Di rewşeke wiha da, gelê kurd jî ew ji bîra kiribûn. Sawak’ê gelek caran ew digirtin û bi sed rengan sivkatî pêdikirin, lê ew ji qada huner û evîna çanda gelê xwe, dûr nediket. Êdî rewşa jiyana Hesen Zîrek gihîşt cihekî ku dest ji her tiştî berda û heta jin û zarokên xwe jî ji bîra kirin. Ew bixwe di vê mijarê de wiha dibêje: “Tu cihek min ji xwe re peyda nekir ku tê de bijîm. Min di navbera du-sê çiyan de çayxaneyek nexweş û ecayêb heye ku ger hûn bên û bibînin, hûnê ecêbgirtî bimînin ku çawa tê de dijîm. Ne… ez dixwazim di wir de ji xwe re kasibiyê bikim. Di nava kurdan de qedirê hunerê nemaye, hunerê tu feyda ne da min, hunerê ji min re karek nekir ku bikevim pey, çimkî ez kurd im û bi zimanê kurdî diaxivim…”

Êdî qehewexaneya Hesen Zîrek ya di nava sê çiyan û li ser sinorê Îran û Iraqê, bibû cihê civata hunermend, rewşenbîran. Ji Kerkûk, Hewlêr, Silêmanî bigire heya Îlam û Xoremava û herêmên din yên Îran û Kurdistanê, bi mêvandarî û ji bo dîtina Hesen Zîrek dihatin wira. Ev hezkirina gel ya ji wî re bû sedem ku pir caran di nîva şevê da kes û komên nenaskirî êrişî wî bikin û heya mirinê li wî bixin.

Heya roja îro jî kes nizane ku çima û çawa, hunermendê hestnazik Hesen Zîrek gihîşt nava van çiyan û xwe ji civakê dûr xist? Çima êdî nedistirî? Çima êdî li radyoyê de nexebitî? Ma cihê wî zindan û koncên girtîgehan bû? Jin û her du zarokên wî li kû mabûn? Çima ew ji wan cuda bibû? Û bi dehan pirsên din heya roja îro, hê jî bê bersiv in. Ew bixwe di vê mijarê de wiha dibêje: “Razeke veşartiye di dilê min de, ger bêjim ziman yê bişewite, ger veşêrim û nebêjim jî, mêjî û hestiyê min dişewitîne.”

Husên birayê Hesen Zîrek di hevpeyvînekê ya ku Kerîm Xoşnaw pê re çêkiriye, wiha dibêje: “Gelek caran me jê re digot: kek Hesen derbiderî û awareyî êdî bes e, were cem me û pariyekî nan yê bi dest bikeve ku em tev bi hev re bixûyin. Lê wî digot ez nikarim. Dewleta Îranê desta ji min nakişîne, dixwazin xiyanetê bi min bidin kirin. Ew dixwazin ez herim Kurdistana Iraqê û xizmeta wan bikim. Lê ez nikarim xiyanetê li wî xelkê bikem yê ku pena dane min û ji min hez dikin.”

Çîroka jiyana wî bi helbest

Hesen Zîrek bi hevkariya xanima xwe ya berê Mêdya Zendî pirtûkek ya bi navê “Çirîkey Kurdistan” nivîsandiye ku tev helbest in û di sala 1966’an hatiye weşandin û mamosta Mihemed Sedîqî Moftîzade pêşgotin jê re nivîsandin. Naveroka pirtûkê li ser serpêhatî û jiyana Hesen Zîrek e.

Nexweşiya kansêrê û salên dawiya jiyanê

Ji sala 1971’an û pêde, demek derbas dibe û Hesen êdî di nava civat û bajaran da nayê dîtin. Kes nizane ew li ku ye. Lê xeberekî nexweş li her derê belav dibe: “Hesen Zîrek nexweş e û derdekî giran lê peyda bûye…“ Êdî ew bo cara herî dawiyê vedigere cihê bav û kalên xwe bajarê Bokanê. Li nexweşxaneya bajar tê razandin û her rojê bi sedan kes tên serdana wî. Lê Dr. Yar Muhemedî yê bijişkê wî, piştî emeliyatê bi xemgînî ji xizm û kesên wî re wiha dibêje: “Kansêra cerg anku seretana kezebê, yê di demeke kêm de wî ji jiyanê cuda bike.”

Hesen Zîrek jî êdî dizane ku jiyana wî ber bi dawiyê ve diçe. Ji bona wê jî stranên xwe yên dawiyê di nexweşxanê de dixwîne. Lê sing û mejiyê wî hê jî tejî xizîneyeke bêdawî bû ji stranên kurdî yên otantîk.

Roja 26’ê hezîrana sala 1972’an, Hesen Zîrekê di mala xwîşka xwe Sarayê de çavên xwe ji jiyanê digire.

Wê rojê hemû Kurdistan bi giştî û Bokan û Mihabad bi taybetî, ji ber wegera Hesen ya dawiyê, xemgîn bûn. Êdî t‘ema e‘ vrekî reş li ser dilê hunerdost û evîndarên dengê Hesen Zîrek rûniştbû. Wê rojê dikan, bazar, xwendingeh û bi serhev da jiyana gel sekinî. Zarok, pîr, xwîndevan û mamosta, feqîr û dewlemend tev li li pey darbesta Hesen Zîrek dimeşiyan. Êdî wê rojê mamostayê stran û meqamên kurdî bo heya heya bêdeng bibû. Roja ku hêsir ji çavên herkesî dibarîn. Nedihat bîra tikesî ku beriya wê rojê, hemû xelkê bajarê Bokanê wiha ji bo rûdaveke diltezîn li pey cenazê kesekî bi rê bikevin û pîr û ciwan, dar û nedar, jin û mêr, hacî û mele, xwînde û nexwînde tev jê re rondikên çavan bibarînin.

Hesen beriya mirina xwe wesiyet kiribû ku wî li ser girê Naleşikêne veşêrin. Lê mamostayên olî izina karekî wiha nedan. Piştre li ser israra dayika wî careke din cenazeyê wî ji goristana bajar derxistin û li ser girê Naleşikêne veşartin. Ew cihê ku ji wê rojê heya îro bûye ziyartgeha pîr û ciwanên kurd, ezerî û heta farsan jî.

Di wê rojê de bû ku tirseke mezin kete nava dilê rayedarên istixbata Îranê (Sawak). Ew pêhesiyan ku Hesen xwedî cihekî taybetî bûye di nava dilê gelê kurd de. Berpirsyarên radyoyo û televîzyonên Îranê pir xebitîn ku tîpên taybetî ji merasima veşartina Hesen Zîrek re bişînin û bi vî awayî Sawak rûreşiya xwe li ber çavên gelê kurd veşêre. Lê gelê herêma Mûkiriyan agahdarî helwesta rayedarên dewlet û Sawaka Îranê ya li dijî Hesen Zîrek bûn. Ji bona wê jî gelê kurd Hesen bi bê tevlîbûna wan ya di merasîmê de, bi hûrmeteke bêdawî bi rêkirin. Di wan rojan de gelek rojname û kovarên farisî li Îranê û kovarên kurdî li başûrê Kurdistanê li ser mirina Hesen Zîrek nivîsandin. Li Tehran, Silêmanî, Mihabad, Kirmaşan û Hewlêrê, merasîma taziyê jê re hat danîn û bi hezaran kes jî, ji hemû çînên civakê di taziyeya wî de amade bûn.

Li ser kêliya tirba Hesen Zîrek wiha hatiye nivîsandin:

Zîrek zorit kird xizmetî huner

înit le pênaw huner birde ser

Ba weku le jîn nehesayewe

Pejaret zor dî, zor çewsayewe

Rojgarit satê be bê xem nebû

Belam loe huner hîçit kem nebû

 

Her tum dewê tu

Bawanekey bawim, bînayî çawim

Le dûrî balat reş bû henawim

Ser ta be pay zêr bê

Pir deştî bajêr bê

Hemûy çaw bigêr bê

Her tum dewê tu

Ser ta be pay zêr bê

Pir deşt û pir kêw bê

Hemûy qend be lêw bê

Her tum dewê tu

Feslî behare, aweniya şîne

Eşiqî yarêkim xiwênî şirîne

Feslî behare deşt û kêw xoşe

Le deştî kenîre le dol wenewşe

Çi Xuda berdare xerqimkey le xem

Meylim bideye yan zor û yan kem

Fesilî behare, weidey gulzare

Kêw û çiya ciwane, dinya diyare”

Hesen Zîrek derbarê huner û bihayê wê di nava kurdan de, wiha dibêje: “Vaye di dawiya pîrîtiya xwe da, çend stranan ji xelkê re dibêjim. Ne dûre ku bimirim, herim jêr axê û di wê dinê de jî çavê min bi mirovê kurd nekeve. Li cem kurda qîmeta hunerê nemaye, ji hunermend re qedir û qîmet tune, çima? Ji ber wê hindê ye ku ez kurd im û bi kurdî diaxivim… “

Hesen Zîrek derbarê Elî Merdan de jî wiha dibêje: “Elî Merdan bilind e, pir bilind e. Kurd qedrê wî nizanin. Ez solên (pêlav) wî datînim ser çavên xwe.”

Sê nêrîn li ser Hesen Zîrek

Şivan Perwer: Zîrek di hunera xwe de bilîmet bû û mirovê bilîmet jî tu carî namire.

Dr. Fîroz Ferox: Hesen Zîrekê şaêr, ahengsaz, wergêr, şanogêr û axaftinxweş ku mirovekî nexwende bû, bi tena serê xwe zêdetir ji hezar stranan gotine ku tev jî stranên kurdî yên resen in. Ji bona wê jî Zîrek bi stranbêjê hezar stranan navdar e.”

Êqbal Hacibî: Zîrek kesê yekê ye ku xwîndingeha muzîka resen e kurdî damezrandiye. Wî muzîka kurdî ji ya farisî, tirkî û erebî cuda kir. Hesen Zîrek di destgehên muzîka kurdî de stran gotine. Muzîka Zîrek şûnewarê kurdbûnê pê re xuyaye û tu kes netewe nikarin wê ji mîrasê hunera kurda cuda bikin. Farisan pir xebat kirin ku Hesen Zîrek di çarçoveya destgehên farisî da bistire, lê Zîrek xwe ji çarçoveya hunera kurdî dûr nexist.

Reza Heme Ferec: Zîrek bixwe şaêr bû. Wî strana folklorî dubare nekiriye, belkî helbest bi zimanê xelkê bi şêweya folklorî daniye. Bi nirxandina naveroka helbestên wî bilindahiya hestên wî jî ji mere kifş dibe. Di helbestên stranên wî de peyvên resen pir in.

Dikarî Biecibînî