G-20 û kurd

Li dinyayê çend welatên peşketî hene? Pîvana pêşketina wan çi ye? Dewlemendiya aborî, standartên jiyanê, afirandina teknolojiyê, çend û hûnerê… Ger ku wisa be ev welat li ser çi pêşketine? Li ser keda kîjan neteweyan dewlemend bûne? Ev welatên pêşketî çiqas demokrat in?

Di pergala kapîtalîst de pîvana pêşketinê şêlandine, niheqiye, newekheviye, serdestiye. Di zîrveya G-20’an de jî ev rastî û heqîqet derket holê. Almanya, Amerîka, Arjantîn, Avustralya, Brezîlya, Çîn, Endonezya, Fransa, Afrîkaya Bakur, Koreya Bakur, Hîndistan, Îngilistan, Îtalya, Japonya, Kanada, Meksîka, Rûsya, Erebistana Siudî, Tirkiye û Komîsyona Yekitiya Ewropayê… Ev welat qaşo welatên pêşketî û mezinên cîhanê ne.

Di zirveyê de bêgûman ji bo gelan encamek xêrê dernakeve. Jixwe di zîrveyê de şer hat axaftin, parvakirina dewlendiyên dinyayê di rojeva G-20’an de bû. Qaşo di rojeva fermî de, pirsgirikên hawirdorê, germahiya gerdûnî, koçberiya şer jî hebûn lê ev welatên ku dibêjin em ê van pirsgirêkan çareser bikin,  raste rast sedema van pirsgirêkan e. Lewma ev zirveyên ku di navbera van welatan de tên lidarxistin, xêrnexwasiya li hemberî mirovahiyê ye.

Di wêneya ku piştê zirveyê hate kişandin de jî ev rastî derket holê. Ji aliyek ve serdestên cîhanê li aliyê din bi milyonan xizan, koçber, mexdurên şer, neteweyên bindest, zimanên qedexe… Ev pergal tenê mirovan na di heman demê de, hawirdorê jî dişêlîne.

Mijara pergala kapîzalîzmê dirêj û berfireh e. Lê ku îro bêjin rengê pergalê ya rojane çi ye, mirov dikare bêje ku polîtîkaya wan a Rojhilata Navîn û bi taybetî polîtikiya wan a kurd e. Di vê zirveyê de tenê ji ber hebûna Tirkiyeyê ne ji ber şerê Rojhilata Navîn jî kurd di rojevê de bûn.

Amerîka hîn di nav vê pergalê de serdestê serdestan e. Gotinên Serokdewletê Amerîkayê Trump a derbarê kurdan de dide nîşan ku ka pergal xwe li vê heremê çawa diafirîne û mayînde dike.

Trump ewil Tirkiyeyê û bi taybetî jî rêveberiya Erdogan derbarê pirsgirêka kurd de tewambar kir û wiha got: “Erdogan û Tirkiye dixwazin kurdan tune bikin. Ew neyarên kurdan ên dîrokî ne. Me destûr neda vê yekê.” Bêgûman Trump di vê axaftinê de kurdên Rojava destnîşankir lê belê herkes dizane ku polîtîkaya AKPê ya li hemberî hemû kurdan polîtîkaya neyartiyê ye. Ev gotin çima girîng e? Ji ber ku pergala kapîtalîst a ku Tirkiye jî parçeyek wî ye, neyartiya AKP’ê ya li hemberî kurdan îlan dike.

Ji aliyê din ve jî ev gotin didin nîşandan ka pergala kapîtalîst vê neyartiya Tirkiyeyê çawa bikar tîne. Trump di axaftina xwe de dibêje ku wî pêşî li tunekirina kurdan girtiye. Amerîka di şerê li hemberî kurdan de şirîk û hevalbendê AKPê ye. Tirkiye bi hinceta “’li sînorê min talukaya kurdan’ çekê giran dixwaze û Amerîkaya ku dibêje “min pêşî li tunekirina kurdan girtiye” van çekan diforişe Tirkiyeyê, yanî bazarganiya komkujiyê dike.

Ev yek didin nîşan ku komploya navneteweyî li hemberî kurdan bi dawî nebûye û çareseriya kurdan jî tenê girêdayê yekitiya neteweyî û tifaqa bi gelên heremî ye.

Dikarî Biecibînî