Mayîndekirina serkeftinê

Gelê me 40-50 salên dawî berdêlên giran dan û hîn jî didin. Gelê kurd li pey şopa xewn û xeyalên azadiyê yên hezar salan bi sed salan e têkoşînek bêhempa dimeşîne. Ev meşa azadiyê pir dirêj e, pir bi êş e, pir zehmet e, lê bi rûmet e, lê ji bo yên di vê rêyê de dimeşin şad û serfirazî ye.

Gelê kurd di encama berdêlên giran û têkoşîna mezin de gelek destkeftiyan bi destxist. Îro li çar aliyê dinyayê kurd tên axaftin. Neteweyên Yekbuyî (NY) bi kurdan re peymanên fermî mor dikin, di zirveya G-20’an de kurd wekî mijareke sereke tên rojevê. Rajnameyên hilbijartî yên cihanê gotarên mûxatabên pirsgirêka kurd diweşîn. Îro li Qamişloyê bi beşdarbûna welatê biyanî der barê rêxistina neyarê mirovahiyê DAIŞ’ê de konferansek navneteweyî tê li darxistin û aligirên DAIŞ’ê li Tirkiyeyê din û har dibin.

Hasilê kelam kurd di rojeva dinyayê de ne, li Rojhilata Navîn êdî bê kurdan kes nikare kevirek bileqîne, lê belê ev yek têra me nake. Em nikarin xwe bi vî yekê sînor bikin. Li cihê ku em bi van yekan qanî bin dê hemû tiştên ku me bi destxistiye em ê winde bikin. Lewma divê ku em azadiyê û destkeftiyan mayînde bikin. Ji bo ku em jiyaneke nû, azad, serbixwe ava bikin derketin rê. Êriş û listîk mezin in, konseptên têkbirina azadiyê berfireh in. Lewma divê ku em jî têkoşînê mezin, serkeftinan mayînde bikin.

Kî/ê çawa me dinirxîne, bi kîjan çavê li me dinêre girîng nîne, ya girîng em çawa tevdigerin, ji bo pêşeroja xwe çidikin, têkoşînê digihîjin kijan merheleyê? Belê em di gelek warê jiyanê de serkeftî ne. Li seranserê Rojhilata Navîn siyaseteke diyarker in. Li Tirkiyeyê ji sala 2007’an vir ve encamên hilbijartinan gelê kurd diyar dike. Mesela Encamên hilbijartinên 31’ê Adarê û 23’ê Tîrmehê gelê me bi hêza xwe ya rêxistinî diyar kir.

Gelê me qeyûmên ku pergala şêlandinê, destdirêjiyê, serdestiyê, neheqî û zilmê ye û pergala ji nû ve fetihkirina Kurdistanê ye qebûl nekir, têk bir. Lê ne bes e. Em nikarin bi van serkeftinên demî qayîl bin û xwe bi van bixapînin. Bêgûman ev serketfin girîng in, gelekî watader û bi qimet in. Lê ev serkeftin divê aliyê me yê ku winde dike, dide windekirin, têk diçe jî veneşêre. Siyaseta demokratîk ji sala 1999’an vir ve di rêveberiyên heremî de desthilatdar e. Di hilbijartinên heremî ya 2014’an de siyaseta kurd 102 şarederî bi destxistin. Niha hejmara şaredariyên me ketiye 65’an. Belê dewletê bi hemû hêza xwe polîtikayên taybet meşand, belê listikên Osmaniyan xistin dewreyê, belê bi hemû hêza xwe bi ser me de hatin. Ev hemû rast in lê ne hincet in. Ji xwe sedema hebûna wan ev êriş û konsept in. Ger ku ew vê yekê nekin sedema têkoşînê namîne.

Jixwe mesele, di vê warê de ne tenê hejmara şarederiyan, hejmara parlamenteriyê, hejmara deng e ku me bi destxistiyenîne. Mesele ew e ku 100 şarederiyan hatine azadkirin ji bo pêşketina vê têkoşînê çi kirine? Hebûna wan têkoşînê mezinkiriye an na? Hin pratikên ku em dibînin zirarek ku dewletênedaye şoreşê di vê deme derxistiye holê. Di encama van pratîkan de bingeha me ya civakî hatiye windakirin. Ev pratîkbûne sedema ku derdorên heqaretê li zimanê kurdî dikin li Bedlîsê bên hilbijartin. Çima? Ji ber ku meseleya şarederiyan wekî mevziyên hatine bidestxistin, wekî mevziyên civakî hilnedaye dest.

Siyaseta demokratîk bi şarederiyên nû di pengava nû de divê ku dersên mezin ji van xeletiyan derxe. Di komxebata 4 rojan ku li Wanê hate li darxistin jî ev yek hatin nirxandin û niqaşkirin. Niha divê ku her yek ji me neferên vê siyasetê ji bo serkeftina xeta azadiyê 24 saet kar û xebat bimeşîne. Li cîhekê ku rêberê vê tevgerê dibêje “ger ku ez li derve bûma minê sergoyan paqij bikira” divê ku xew bi çavê me nekeve. Ev gelê ku 40 sal e berdêlên herî giran daye layiqê xizmeta herî mezin e. Divê ku em bi vê gelê re jiyana nû ava bikin. Derfetên me hene, ya girîng ew e ku em ji bo kêmasiyan na jibo serkeftinan hincetan peyda bikin. Dîroka vê siyasetê dîroka serkeftinê ye, referansa me jî ev xeta serkeftî ye. Em ê bi xwebawer, bi dilsozî, bi exlaqekî mezin serkeftinên xwe mezin bikin û van serkeftina ji bo jiyaneke nû û azad mayînde bikin.

Dikarî Biecibînî