Şoreşa 19’ê Tîrmehê

19’ê Tîrmeha 2012’yan, roja destpêka Şoreşa Rojava ye. Li ku derê?

Li bajarê Kobanê.

Di vê rojê de, em komek heval, li saziya me ya alîkariyê HSK’ê rûniştî bûn û me televizyon temaşe dikir. Me bala xwe dida ekranê, em çi bibînin baş e?

Ala dewletê tê xwarê, şûna wê ala YPG’ê hildikişe jorê!

Me hemûya li hev nêrî. Ma gelo em xewnê dibînin an ev rastî ye û ala me kurdan derdikeve jor û li ser xaniyê zilmê yê rêveberiya dewletê?

Ev matmayîna me dirêj nekişand. Me êdî baş bawer dikir ku ew xeyala me ya dehsalan û ya gelê me û gelên me ya hezar salan rast geryaye bûye heqîqet û şoreşa me destpêkiriye.

Ev Kobanê qonaxa yekemîn bû. Qonaxa duyemîn jî 20’ê Tîrmehê li Efrîna niha birîndar bû. Qonaxên sêyemîn, çaremîn û hwd. li pey hev li hemû Rojava, bi lez belav bû. Di nava gel û bawerî û hemû pêkhateyên welatê me de bû kêf û şahî û cejn.

Bêguman ev cejn û şahî li Rojava bi tenê nema, li her sê perçeyên din ên Kurdistanê û li derveyî welat, hema hema li hemû cîhanê belav bû, çalakiyên pîrozbahî hatin li darxistin û peyamên piştgiriyê hatin ragihandin.

Deng û rengê vê şoreşê, li nava kurd û kurdistaniyan jî nerawestiya, xwe gihand raya giştî ya cîhanê jî. Zû dengveda di asta navnetewayî de. Helbet sedemên vê bilindbûna xurt hebûn. Ji ber ku naveroka vê şoreşê xurtir û tijetir bû, ji şoreşên berî xwe. Her wiha ji yên berî xwe nûjentir û civaktir bû.

Bi kurtayî cewherê xwe ji felsefeya nu ya Rêber Apo distand. Navê wê yê giştî jî: Sîstema Konfederalîzma Demokratîk bû. Ger hinek naveroka wê were vekirin jî, mirov dikare wisa şîrove bike; li Rojava, paradîgmaya civakek xwedî azadiya zayendî û demokrat û ekolojîk a dixwaze civakê xurt bike bi ser ket.

Bi awayekî din jî mirov dikare wisa bêje; civakek wisa ku hemû nasneme û bawerî, bi kurtayî hemû pêkhate karibin bi hev re, di nava jiyanek hevpar û wekhev de bijîn tê avakirin. Navê vê jî projeya Netewa Demokratîk e.

Helbet hêzên hegemon ên cîhanî û dewletên dagirker, bi taybetî jî dewleta tirk, xwe li vê pêşkeftina mirovahî ya nûjen û demokratîk ranegirt û êrîş li ser êrîşê dan destpêkirin. Dizî û aşkera û leşkerî û aborî û çapemenî û hwd. bi her awayî êrîşên xwe, heta roja îro jî dan meşandin.

Weke tê zanîn, êrîşa herî navdar û wehşî bi navê DAIŞ’ê meşandin. Erê bi serneketin û herî dawiyê ev êrîşên bi vî navî, ji aliyê berxwedana pir mezin û bi salan a gelên me hatin şikandin û hilweşandin. Lê belê gelek zirar û ziyan, êş û îşkence dan gelên me. Bi taybetî, êrîşa herî xedar li ser gelê me yê êzidî bikar anîn û ya dawî jî li ser Efrînê!

Helbet em ê rûreşî û qirkeriya dewleta Receb û Devlet bêjîn, her wiha siyaseta qirêj a hevalbendên wan hêzên hegemon jî. Lê gazin ji wan nayê kirin, wan karê siyaseta xwe ya berjewendên dewletên xwe didin meşandin. Belê gazind ger hebe ew ê ji kurd û kurdistaniyên xayîn re were kirin.

Di van demên dawî de, ev xiyanet û dewlet bi temamî bûn yek. Êdî wisa lê hatiye, ya rast ew e ku mirov nema gazind mazinda ji van kesî bike, bi tenê divê li hember wan tedbîr û tifaqek mezin were çêkirin û li dijî wan têkoşîn were kirin.

Niha li hember kevneperestiya modern, hevalbendiyek hemdemî ya demokratîk a modern jî çêbû ye. Ger berê navenda şoreşgerî ya cîhanî Filistîn bû, niha dibe Rojava.

Lewma divê em destkeftiyên şoreşa xwe ya 19’ê Tîrmehê baştir biparêzin û hîn xurtir bikin!

Bijî Şoreşa 19’ê Tîrmehê!

Dikarî Biecibînî