Mexmûr sembola berxwedan û serhildanê ye!

Her rêwîtiyek zehmetî û xerîbiyeke bê terîf bi xwe re tîne. Nexasim her kêliya diçe ji warê lê hatî dinê û kok dayî dûrbikeve êş, zehmetî û bêrîkirinê wê hê dijwartirin. Ya hineke dilê mirov hênik dike meşeke ya serhildêrî û tevî hemû zext û êrîşên dijwar tim meydan ji mirinê re xwestî be, ew dike ku evîniya wê heqîqeteke ya jiyînê be.

Penaberên Mexmûrê jî bi vê hestê û ramanê bi sedan kilometre serî li ber zilmê netewand û kete ser rêya evîneke ya heqîqet û jiyaneke azad. Lewra di her kêliya fersendê de dibe nîşaneya rim û tîran.

Ev ne hema rêwiyeke asayî û bidil bû. Her tişt li peyxwe hiştin û meşîn tu terîfeke wê tune ye. Tenê vegotin û anîna ziman wê rewşê venabêje û heta mirov nikare pênaseyek bike, lê vî gelî her tişt bi şahidî û jiyîn borand û her li ber xwe da. Tu gavê ji ya xew nehate xwar. Mir, sêwî ma, seqet bû, lê li ser rêya xwe bi kêliyekê jî xwar nebû. Ev hêla ku evîneke ji pola û serhildêr di bedena xwe de bihewîne. Lewra her tim bûye reşê şevan ên zalim û nokeran. Ji bo wê ye navê ‘Mexmûr’ bûye sembola berxwedan û serhildana penaberên ji warê xwe dûr.

Penaberiya wê naşibe tu şêweyê penaberên din, ne ji ber bisîbûn, ne ji ber bê malî û ne ji kuştinê bû penaber. Li dijî her cûre kiryar û polîtîkayên qirêj ên mêtingeriya kurdî û Kurdistanê baxçika xwe ya derd û xeman li milê xwe kir û bû rêwiyê azadiyê. Lewra bi helandina bedena xwe statûya ‘Penaberên Siyasî’ girtiye û di bin sêwana Neteweyên Yekbûyî de ye.

Bi biryardariya xwe ya her kêlî li dijî zilmê û bûyîna eniyeke her tim aktîf a berxwedanê kiriye her tim awirên dijmin vegerîne xwe. Tim bûye hêlîneke ya cenga giran û têkoşînek a jiyan û berxwedanê. Mîna hesinê ku bi agir sor bibe û bi çakuç bê lêdan her diçe qahîm dibe, ev gel jî her tim êrîş li ser hatiye kirin, hatiye qetilkirin mîna wî hesinê di destê hedad de tê lêdan qahîm û yekitiya wê xurt bûye.

Ev şêwe bûye parçeyek ji jiyana vî gelî, lewra ev gel evqas xweragir e. Nexwe wê di gava yekem de tune bibûna. Êrîş û xiyanetiya hevkar a bi destê PDK’ê tim li ser vî gelî hatiye kirin. Ji bo vê ye ne êrîşên ezmanî û ne jî zextên dagirkeriyê wê nikare serî li ber vî gelî bide tewandin û çokên wan bide şikandin. Helwldanên dawî yên bi destê PDK’ê û bi taybet çapemeniya wê ya xwefiroş dîsa kiriye ku bibe hedefên balafirên şer ên tirk.

Kampa Mexmûrê ne kampeke asayî ye ku bi zext û êrîşa bikare gavê bi şûnde bidî pê avêtin. Li dîroka wê binêre tê bizanî ku geleke ji ku hatiye û çawa heta îro hatiye. Wê demê tê bizanî ku heta yek jî hebe, wê li dijî dagirker û nokeran destê wî li ezmanan be û li ber xwe bide.

Niha jî bi van êrîşan dixwazin tola derbên xurt ên ji destê gerîla dixwin ji penaberên Mexmûrê hilînin. Bi hincetên cuda di bin navê li navendên gerîla yan PKK’ê dixin, bombeyan li penaberan dibarînin. Lê her carê sivîlan qetil dikin. Jixwe di çapemeniya azad de ev vekirî derdikeve holê. Lê tevî vê jî partî û hîzbên başûrê Kurdistanê, hikûmeta Iraqê û NY’yê xwe li bêdengiyê datînin û weke ku tiştek nebûyî tevdigerin. Ev bi xwe sûc e, ew jî hevkar in. Nexwe tu wateyekî vê ya din ku mirov lê bike tune ye.

Neteweyên Yekbûyî hiqûqa xwe binpê dike, Iraq serweriya xaka xwe ji dest dide û hikûmeta başûrê Kurdistanê jî ew xaka di destan de jî pêşkêşî dagirker û mijûkdaran dike. Pêşiyên kurdan ji xwe ne gotine; ‘Neyarê bav nabe dostê kur’ lewre dijminê kurdan nabe dostê aliyeke kurd. Divê vê yekê bibîne ne tenê bêje; ‘Çi dibe bila bibe, her dewleta tirk ji bo min dibêje aferîn an sehet xweş’, dinê ne ew çende keko ya tu dibîne û dijî ye. Ji bo wê ye hê dereng nebûye, aqilê xwe bîne serê xwe û lingê xwe bikişîne ber xwe. Tu li vir destan bigire bîne di nav xaka xwe de, parêzvaniyê lê bike, bila ew li bajarên tirkan keramet û rûmeta te li bin lingan bixe. Li ber çavê her kesê welatiyên kurd ên bi destûra we û tirkan ji bo betlaneyê çûne Tirkiyeyê tên lînçkirin. Ji bo dijmin kurd her kurd e, ferqa Barzanî û mexmûrî nake, îro ji bo min bixe li gel te ye, sibe dema ez ketim wê bi destê hinek din li te vegere.

Ji bo wê ye, dev ji nokerî û hevkariyê berde û li eslê xwe vegere. Nexwe tu jî ber wî agirê bê pêxistin bikevî wê demê tu kes bi hewar û nalenalên te nayê. Wê demê wê pir dereng be.

Dikarî Biecibînî