aram

Dîplomasiya Rojava

Pirsgirêka Sûriyeyê êdî dikeve merheleyeke nû. Ji aliyekî ve hewldana damezirandina Komîteya Makezagona Sûriyeyê didome, ji aliyê din ve mijara Idlib û bakur û rojhilatê Sûriyeyê zêdetir derdikeve pêş.

Di vê çarçoveyê de trafîka dîplomasiyê û hevdîtinên gerdûnî zêde dibin. Her hêzeke heremî û hêzên navneteweyî pozîsyonên xwe cardin di ber çavan re derbas dikin û dihûnin. Gelek faktorên ku bandorê li van pozîsyonan dikin, hene. Aloziya Îran û DYA’yê, gengeşeya Behra Spî, têkiliya di navbera Rûsya-DYA’yê, mijara S-400 û F-35’an di vî warî de bandorê li têkîliyên herêmî dike û pozîsyona alî û hêzan cardin vesaz dike. Li deverê pêvajoyeke dîrokî diqewime û her geşedan dê encamên bingehîn li ser dahatûyê hemû aliyan bike.

Tirkiye di vê konjoktura flû û ne diyar de, dixwaze ku wek hêzekê derkeve pêş. Ji bo vê yekê du tiştan dike. A yekemîn stratejiya xwe li ser dijberiya kurdan ava dike û ya duyemîn jî li ser nakokiyên hêzên navneteweyî dimeşe û dixwaze ku van hewsengan bi kar bîne. Lê ev stratejî ji bo Tirkiyeyê jî pirsgirêkên giran bi xwe re tîne. Tirkiye di nav hevsengiya DYA/YE û Rûsyayê de êdî nikare xeteke dualî bidomîne, di halê heyî de biryarên bingehîn li ser maseya Tirkiyeyê ne.

Polîtîkiyên dijberiya kurd wekî her caran hêza Tirkiyeyê dişikîne, Tirkiye paş ve dikişîne û wê dike nav lepên hêzên navneteweyî. Mesela Tirkiye ji ber vê yekê dema ku dixwaze ji bin bandora DYA’yê derkeve neçar dimîne dikeve bin bandora Rûsyayê. Ji aliyekî ve dixwaze ku nakokiyên di navbera Rûsya û DYA’yê de bikarbîne ji aliyê din ve hem ji dêrê hem ji mizgeftê dibe. Jixwe ji bo Tirkiyeyê Rûsya û DYA alternatîfên hev nîn in. Alternatîf tifaqa bi gelan re ye, alternatîf hêza navxweyî ye lê Tirkiyeyê ye. Lê Tirkiye di vî warî de ji ber polîtîkayên statûkoparêz gelek bêmecal, birîndar û nîvco ye.

Tirkiye bi vî halî xwe yê birîndar, hîn jî dijberiya Rojava kûr dike. Helwesta Tirkiyeyê ya heyî ji bo kurdan jî ji bo Tirkiyeyê jî zêdetir xeter e, zêdetir hêviyê dişikîne. Tirkiye meseleya kurdan bi kurdan re na, bi amerîkiyan re, bi rûsan re, bi ingilîzan re û hemû dewletên dinyayê re diaxive.

Diplomasîya rojên dawî jî di vê çarçoveyê de rû didin. Hatina Nûnerê Taybet ê Amerîkayê James Jaffrey jî, hevdîtina Fermandarê CENTCOM’ê Kenneth McKenzie bi Fermandarê HSD’ê Mazlum Ebdî re di vê çerçoveyê de ye. Tirkiye dixwaze ku bibe şirîkê herêma ewlehiyê ya ku dixwazin ku li sînorê bakur û rojhilatê Sûriyeyê bê avakirin. Piştî hevdîtinan diyar kirin ku di navbera Tirkiye û DYA de komeke xebatê hatiye avakirin û dê li Enqereyê dest bi xebatan bike. Hemû helwdan û lêgerîna Tirkiyeyê li ser fetisandina Rojava hatiye avakirin. Çi bi êrîşên leşkerî çi bi helwdanên dîplomatîk dixwaze ku bigihîje heman armancê: Bila Rojava nejî û kurd dayika xwe nebîne.

Lê li gor daneyên heyî ne pêkan e ku plana Tirkiyeyê bi ser bikeve. Ji ber ku armanca van planan rewa û mafdar nîn e. Lewma êdî Tirkiye jî di nav de tu kes û dewlet nikare azadiya kurdan asteng bike. A rast ew e ku Tirkiye dev ji dijberiya kurdan berde û bi gelê kurd re tifaqê pêk bîne.

Dikarî Biecibînî