aram

Xwîndingeha serbixwe û mamostayê meqamên kurdî: Elî Merdan

Xwîndingeha serbixwe û mamostayê meqamên kurdî: Elî Merdan

Meha tîrmehê tije rûdanên weke: serhildanên siyasî, berxwedan, şikestin, xiyanet, mirin, rabûn û ketin e. Di vê mehê de hem Hozan Serhed şehîd bû, ham jî Elî Merdan koç kirin. Hem Enfal bû mizgîniya fermana dehan hezar kesên bêsûç, him jî gorên bi kom peyda bûn û ji nûve birîna salên reş nû kirin. Vê carê ez ê li ser huner û jiyana kesekî bisekinim ku pirî caran li dijî xiyanet û Enfalê qêriya, lê dengê wî kêm hate bihîstin. Çîroka jiyana mamosta Elî Merdan tije azmûnên baş ên jiyanê ye.

Destpêka Jiyanê

Di roja me de dema ku navê meqamên muzîka kurdî tê bihîstin, navê hunermend Elî Merdan tê bîra herkesî. Mamosta Elî Merdan di cîhana hunera kurdî de navekî pir naskiriye. Ji xeynî wê mirov dikare bi cesaret bibêje ku ew li cem mamosta û hunernasên hunera gelên ereb, tirk û faris jî mîna zaniyarekî qada hunerê, xwedî cihê rêzgirtineke taybet e.

Elî Merdan di sala 1904’an de li bajarê Kerkûkê (taxa Tekiye) di nava malbatek nîv halxweş de, hat dinê. Navê bavê wî Ebdulqadir Osmanê Şarbajêrî û dayika wî jî Şanaz e. Malbata bavê Elî Merdan ji gundê Kanî Sardê ne ku girêdayî herêma Şarbajêr e. Dayika wî Şanaz jî ji bajarê Kerkûkê û ji êla Zengene ye.

Hunermend Elî Merdan ji zarokatiyê di Tekiya Şêx Elî Talbanî li bajarê Kerkûkê, dest bi xwendinê kiriye. Wî di hucreyên mizgeftan de babetên ayînî, rêzimanî û edebiyatê bi zimanên erebî û kurdî hîn bûye. Elî hê ciwan bû ku bavê wî dimire û ew neçar li cem xalê xwe dimîne. Êdî bavê wî (mezintirîn kesê ku di hemû xweşî û nexweşiyan de, naz û delaziyên wî dikişandin), nemabû. Tevî ku Elî xortekî rihet û hêja jî bûye, xalê wî jê nerazî bûye. Elî Merdan bi nivîsandina helbestekê, wan salên xwe wiha bi bîr tîne:

“Zistanan cotyar, be hawîn sepan

Be bê heq û hiquq tenha wişke nan

Sereray cinêw, tif û têheldan

Xew û xwardinî lêkirdim be jan

Xedir û teeida, îşêkî way kird

Şewê le nakaw le destî ramkird

Yekser rêm girte ber bo Heftexar (1)

Bûme e´meley ser sikey qetar

Le dêy Heftexar şew heta beyan

Qetarim ewt be dil û be giyan”

Li pey qederê û destpêka karê hunerê

Elî Merdanê hest nazik li pey qedera jiyana xwe digere û li gundê Heftexarê jî namîne. Ber bi Bexda paytexta dewleta Iraqê dikeve rê. Demekê bê kar û vala dimîne, heya ku diçe qirargeha (meiskera) leşkerî a bi navê Hinêdî ku wê demê Inglîzî tê de bûn. Ew di vê der barê de wiha dibêje:

„Rojê rêm girte ber bo Hinêdî

Bûme îşkerî Ingilîz û Hîndî

Bo xom mamewe ew pênc şeş sale

Îsrahetim kird le şeqî xal e.“

Cara yekê ku Elî Merdan ber bi cîhana hunerê ve meşiya, li bajarê Kerkûkê di dîwanxana Şêx Hesîbê Leylanî de bû. Ew li wir bo yekemîn car meqama Ellaweysî ji zilamekî awazxwan yê bi navê Xidir Baramî Çaweş, hîn dibe. Piştre bi awayekî berfirehtir bi lêxistina Tembûrê re, meqam û awazên Xorşîdî, Sefer, Hicran, Kurd, Hore, Ay ay, Xawker û Qetar jî hîn bûye.

Her wiha Elî Merdan di hevpeyvînên xwe de behsa hinek sazjen, tembûrjen, tarjen, dombelek lêder, meqambêj û stranbêjan dike ku bi wan re rûniştiye û feyde ji tecrûbeyên wan standine. Ew navê wan wiha rêz dike: Axa Zenonî Murad, Fars Nadir, Elekey Sefer, Eseid Silêman, Behram Mihemed, Ewrehman Cebar, Mistefa Qûrbanî, Yûnis Ehmedî, Resûl Elîaxa, Muhyeddîn Rizayî, Reşd Sadiq û Seyfeddîn Adehî.

Her wiha mîna ku mamosta Elî Merdan dide xuyanîkirin, li bajarê Kerkûkê bi hunermendê navdarê kurd Seyîd Elî Esxerê Kurdistanî re 40 şevên xweş û tejî şahî derbas kirine. Ew li wira di huzûra mamosteyekî mîna Seyîd Elî Esxerê Kurdistanî de hînî remiz û razên nasnameya hunera kurdî jî bûye.

Nemir Elî Merdan di çavpêkevtineke xwe ya bi rêzdar Kemal Reûf Mihemed re dibêje ku ew yekemîn kes bû ku di sala 1924‘an de, li kompaniya (Homu Kurd), stran li ser qewan(sêlk)an, tomar kirine.

Şanoyên radyoyê û helbestvanî

Elî Merdanê hunermend û dengxweş ji xeynî stranbêjiyê, gelek helbest jî nivîsandine û piraniya wan jî wî bi xwe ji xwe re kirine meqam û stran. Her wiha ew dide diyarkirin ku ji xeynî meqam û besteyan, di salên 40‘an û 50‘an de, di çend şanoyên radyoyî da jî beşdarî kiriye.

Elî Merdan ku pir evîndarê hînbûnê bû, zû li ser şaxên cur bi cur ên hunerê bi awayekî zanistî, zanyariyên xwe zêdetir kirin. Ji bona wê jî der bi der digeriya ku agahiyên xwe li ser meqam û rengên muzîka kurdî û muzîka Rojhilata Navîn, zêdetir bike.

Der bi derê hînbûnê

Mamoste Merdan di destpêka ciwaniya xwe de, ji tecrube, azmun û zanyariyên tembûrjen û dengbêjên mîna Kamil Tepeloyî, Mihemed Xelîl Axayê Meqambêj, Seyîd Ehmedê Asinger, Hacî Neimanê Qesab û Xalo Elî Qelayîyê Kerkûkî, gelek mifa stand. Piştî ku evîna xizmetkirina huner û strana kurdî jî ew paldan û teşwîqkirin ku xwe bigehîne radyoya K

kurdî li Bexda, bi îsrareke bêdawî di hizûra hunermendên Îranî: Murteza Xanê Isfehanî, Esxer Hemedanî, Mihemed Seîd Sabilaxî û Yehiyaxanê Tarzen hînî şaxên din yên hunerê bû.

Elî Merdan der barê wê hindê de ku çawa xwe hînî meqambêjiyê kiriye, wiha dibêje: Bavê min karwançî û tûtinvan bû. Çend feqiyên awazxwan ku him dengxweş û him jî meqamzan bûn, hebûn: yên mîna Mela Mihemed, Ebdulrehman Cebarî û Heme Elî Dawiye. Baş tê bîra min, gelek caran min ji malê tûtin didizî û ji wan feqîyan re dibir, ku qet nebe bikarim li cem wan rûnêm û guhê xwe bidim deng û awazên wan.”

Mamoste Merdan di dewama bîranînên xwe de behsa wan kesan dike yên ku meqamên kurdî ji wan hîn bûye.

Meqamên kurdî û Elî Merdan

Navê meqamên kurdî bi kar û xebata mamosta Merdan re bêtir ketin ber tîrêjên ronahiyê. Beriya ku ew meqamên kurdî bixwîne û lêkolînê li ser nasnameya wan bike, kesek tunebû ku nav û bingehê wan derxîne pêşberî ronahiyê. Kesên ku pisporê karekî wiha bûn ji ber tunebûna ragehandina kurdî naskirî nebûn. Beriya Elî Merdan nav û cewherê meqamên kurdî di tarîtiyê de mabû. Ew wisa bi evîneke kûr li ser meqamên hunera kurdî disekinî ku heta ji rûyê xwendina hinek qesîdeyên helbestvanên kurd yên kilasîk jî, navê hinek meqamên kurdî hîndibû.

Gelek hunermendan kurd û biyanî, piştî karê radyoya kurdî li Bexda, bi bihîstina awazên Elî Merdan, meqamên kurdî bihîstin û nasnameya wan naskirin.

Mamostayê hunermend Bakurî di pirtûka xwe ya bi navê “Goranîbêje nemirekan” da, der barê Elî Merdan de wiha dibêje: “Çiqas ew mirovê nazik xiyal, ew meqambêjê resen, wî mamostay xwe bi nasandina meqaman re westand. Çi di çaxê ciwaniyê de ku gund bi gund digeriya ji bo ku meqaman hîn bibe, çi piştî hînbûn û piştre gotin û şirovekirin û li ser qewanan tomarkirina wan di destpêka sedsala 20an de û heya damezrandina radyoya kurdî li Bexda di sala 1939‘an de, çiqas westiyayî bû, çiqas tehlî kişandin!”

Elî Merdan di hevpeyvînekê bi Ehlam Mensûr re wiha dibêje:  Meqam… ey hewar… ay!… Meqam ji devê min derneketiye ku bi giriyê re nebe!. Ay ger mirov dilnazik û xwedî êş û jan be, divê qet xwe nêzî meqama neke û rastî wan neyê. Mirovê dilreq ji meqaman re gerek e. Ger wiha nebe, ewê bihele û çiqas bihêz û geş be, yê wî bipelixîne!”

Mamoste Elî Merdan tevî ku hemû meqamên kurdî û erebî dizanîn û tev jî gotine, hinek meqamên din wî bixwe jî durist kirine. Wî ew anîne nava meydana meqamên kurdî û hejmara wan zêde kirine. Mînak meqama Hîcran ku navê wê li ser navê Elî Merdan hatiye tomarkirin.

Mamoste Merdan bi dengê xwe yê nazik û xweş, meqamêm muzîka kurdî li herêma Germiyan (başûrê Kurdistanê) û meqamên din yên kurdî ji mirinê rizgar kirin. Arşîva muzîka kurdî bi dengê mamoste Elî Merdan, dewlemendtir bûye. Der barê meqama kurdî de mamoste Elî Merdan xwedî dîtineke taybetîye: “Her çend li ser bingeh û esilê meqamê hûrbîniyek kûr û lêkolîneke berfireh pêwîst e, lê li ser nav û nasnavê meqam û her wiha bi riya şêweya gotinê, ez dikarim bêjim ku piraniya meqamên Rojhilata Navîn kurdî ne û xwediyê wan yê sereke kurd in… bo nimune: dema tu guhdarî meqamên du stranbêjin kurd û faris an jî kurd û ereb dikî, baş yê ji tere eşkera bibe ka kîjan ji wan resen(orjînal)tir e. Lê em çi bikin ku parek mezin ji huner û stranên me, hatine talan kirin…“

Elî Merdan û helbestek li ser wesfa meqamên kurdî

Mamoste Merdanê evîndarê meqam û hunera resena kurdî di helbestekê de, pir bi bedewî navê wan meqaman tîne ziman ku di îzgeha radioya kurdî li Bexdayê gotine û tomar kirine.

Ew di wê helbesta xwe da wiha dibêje:

Hez ekem tawê basî awaz kem

Xem û hem serdil, be hawarekem

Şaêrekanî Kurd û Kurdistan

Bêferq û ciya, lêyan bê e´yan

Bê lam danîşe, bot bilêm (Newa)

Temûre w Temûr bide be awa

Qetar û Xawker, Ellaweysî, Hîcran

Witinyan xoşe le demew beyan

Xûrşîdî û Beyat, Ay Ay û Heyran

Le naw rez û gul mangî beharan

Qezazê bilê du car xemgînî

Seyir qedî yarke, perçem çîn çînî

(Bawkî E´ta) bê, (Hîcaz Dîwane)

Bom bilê car car le gel kemana

Rastê, Hîcazê (Ecem) ya (Ewşar)

Tu Xiwa (Şorêkîş) be Ûd û be Tar”

Gerên Elî Merdan

Nemir Merdan ji xeynî çûyîna Bêyrût û Filstînê, li sala 1932’an di kongreya yekemîn ya muzîka erebî bi Mihemed Gubançî re çûye bajarê Qahirê û li wira bi zimanê kurdî meqam gotine û li ser nasnameya muzîk û hunera kurdî axiviye. Di navbera salên 1960’an de jî bi Mihemed Arif û Hesen Cizîrî re çûye Îran û Rojhilatê Kurdistanê û bûne mêvanên hunermendê nemir Hesen Zîrek. Elî Merdan li wira di radyoyên Tehran û Kirmaşanê de meqamên kurdî tomar kirine. Di vê mêvandariyê de ji mamosta Elî Merdan re hat kifşê ku Hesen Zîrek mirovekî xizmetkarê hunera kurdî ya otantîk û ji doza kurd û Kurdistanê re jî mirovekî dilsoz bûye.

Herwiha mîna ku ji aliyê piraniya kesan ve tê gotin, Elî Merdan bixwe jî mirovekî nîştimanperwer û kurdistanperest bûye. Demên herî xweş ji bo mamosta Elî Merdan ew dem bûn yên ku berê wî dikete bajarekî Kurdistanê. Sonda wî ya herî mezin jî bi navê Kurdistanê bû.

Sala 1972’an Elî Merdan ku bi salan karmendê radyoya kurdî bû, xanenişîn bû. Ji 4 kur û 4 keçên wî, kurê wî yê bi navê Ebdulqadir Merdan, mirovekî hunermend e û gelek mijûlî karên edebî û çapkirina pirtûk û babetên edebî ye. Heya roja ku Elî Merdan çû ber dilovaniya Xwedê, li cem kurê xwe Ebdulqadir bû. Wî hemû tiştên bavê xwe (Ûd, Qewanên kevin, cil û berg û wêneyên wî) li cem xwe parastine.

Radioya Bexda û Stranên Elî Merdan

Stranên hunermend Elî Merdan yên mîna; Ay çend im xoş ew ê, Kiras Kuderî, Ew çawe ciwane, Xom û Ûdekem Fatime du çawî mestit, Key dêtewe, Be yadimke, Şede şil, Giyane besyetî, Erûy Oxir, Gule Bax, Perçem û Egirîce, Kolan be kolan, Çend carim wit, Rencî bêwerim, Yar derwa û bi dehan stranên din li ser navê wî di nava gel de belav bûn.

Elî Merdan xwedî ekolek serbixwe bû. Ew di radioya Kurdî de demeke dirêj (bi qasî 25 salan) xebitî û li rex hunermendên herî mezin di “komîta helsengandina deng û nirxandina berhemên hunerî” de bû. Her wiha çend salan jî di xwendingeha nimuneya kuran li bajarê Bexdayê, mamostayê Solfêc(j) jî bû. Elî Merdan ku cara yekê di sala 1940’an de li radyoya Bexdayê dest bi strîna meqam û stranên kurdî kir, di her ahengekê da ku saetekê an jî zêdetir dewam dikir, tenê dînar û nîvekê Îraqî ji îzgeha radyoya kurdî distand.

Salên dawiya jiyanê û xemgîniya Elî Merdan

Di salên dawiya jiyanê de, êdî dengê Elî Merdan ketibû û nedikarî bistire. Di nava civatan de êdî mat û bêdeng, bi nêrînên tije xem û hesret tenê guhdar dima.

Ji bo hunermendekî jî ji destdayîna deng yanî ji destçûyîna hemû tiştekî. Mirina menewî ji vira destpêdike. Ew di vê der barê dibêje: “Ez ji dan û standina kesên derdora xwe, têgehiştim ku êdî dengê min bi kêrî stirînê nayê… di wê demê de min wa dizanî ku tîrek li zikê min dan û xwê bi birînên min da werkirin…“ 

Wexera dawiyê

Mamostayê mezin Elî Merdan piştî ku gelek salên dûr û dirêj xizmeta hunera kurdî kir, di 24.07.1981’an (demjimêr 04.30 berê sibê), li bajarê Bexdayê wefat kir û li wira jî hat veşartin. Wî wesiyet kiribû ku li goristana Seywan ya bajarê Silêmaniyê bê veşartin, lê ev wesiyeta wî cî bi cî nebû.

Di roja îro de hunermendên ku stranên Elî Merdan ji nûve dibêjin, pir kes hene. Ev jî vê rastiyê bi me dide selmandin ku kar û hunera Elî Merdan bûye serûkaniyek ji nifşên piştî wî re. Heya niha koma Kamkaran, Ednan Kerîm, Kerîm Kaban, Mihemed Reûf Kerkûkî, Necmedînê Xûlamî û Nasir Rezazî, stranên wî ji nûve gotine.

Jêder:

(1). Heftexar: Navê gundekî başûrê Kurdistanê ye.

Jêder û çavkanî:

  1. Hevpeyvîn bi mamosta Wiriya Ehmed re
  2. “Goranîbêje Nemirekan”, nivîsîna mamosta Bakurî.

Çend Stranên Elî Merdan

  1. Şerte Ta Rojî Heşir (Meqama Hîcran)

Şerte ta rojî heşir xolyay min bê çawî yar

Wêlî sehra bim hemîşe terk ekem xiwêş û diyar

Şerte wek Mecnonî bêkes deşt û kêw bê meskenim

Ta be daxî Leylewe demnêne qebirî teng û tar

Şerte wek Ferhad qolingî yadî Şîrîn helgirim

Ta le pay kêwû fîraqa cê bihêlim yadigar

Şerte wek azîz mirde ser le ejino bernedem

Bo diley wêl dêwane keşkul û e´sayek helgirim

Bîxme lawe be carê îzzetî nefs û wîqar

  1. Be Yadimke

Be yadimke be yadimke

Be yadimke firyadimke

Herçend care ke naz dekey

Ay birînekem ekûlêtewe

Herwa derwa lence eka

Ser gonakey e´req deka

Nexoş bîxwa pêy ferq eka

Ay birînekem sarêj eka

Herwa derwa be naw dêda

Cotê sole sor le pêda

Dayikit kiwêr bê tuy bê kê da

Ay birînekem mekûlênewe

Areqî destî dulber bê

Ba jehirî marî hewt ser bê

Min her eyxom qestî ser bê

Ay birînekem sarêj eka

e-mail: Kakshar_oremar@yahoo.de

 

Dikarî Biecibînî