aram

Tecrîda teqez dê bi berxwedanê bê şikandin

Beriya hilbijartinên şaredariya Stenbolê ya 23’yê hezîranê, Rêber Apo bi parêzerên xwe re çar (ji bilî serdaneke ku berê hatibû kirin) û bi malbatê re carekê hevdîtin pêk anî. Balkêş e ku ev hevdîtin piştî hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê adarê pêk hatin. Ji ber vê yekê hat gotin ku dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê ji bo di hilbijartina Stenbolê de bi ser bikevin polîtîkayekê dimeşînin. Rêber Apo di hevdîtineke xwe de ji parêzeran re wiha gotibû; ‘piştî mehekê mêze bikin’ û bi vê gotinê hişyarî dabû.

Rêber Apo herî dawîn di 17’ê hezîranê de bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anî. Piştî wê hevdîtinê gelek caran parêzer û malbatê serlêdan kirin, lê hevdîtin pêk nehat. Careke din derket holê ku sozên hatine dayîn derew in û parçeyek ji lîstika şerê taybet in. R. T. Erdogan wê demê di televîzyonan de got dê hevdîtin pêk werin. Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul jî di heman çarçoveyê de daxuyanî da.

Bi vî rengî derket holê ku Rêber Apo di hişyariya xwe de mafdar e. Rêber Apo di pêvajoya diyalogê de jî hişyarî kiribû û gotibû baldar bin. Jixwe tiştên ku piştî nîsana 2015’an qewimîn hişyariyên Rêber Apo piştrast kir. Niha dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê heman polîtîka xistine dewreyê û pêkanînên wan heman in.

Başûrê Kurdistanê bi êrîşên dagirkeriyê re rûbirû maye. Bênavber tê bombebarankirin û her roj qetlîam pêk tên. Li hemberî rojavayê Kurdistanê senaryoyên dagirkeriyê yên nû dixin dewreyê. Piştî 23’yê hezîranê êrîş û provokasyon zêde bûn.

Dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê beriya hilbijartina 23’yê hezîranê destûr da parêzer bi Rêber Apo re hevdîtinê pêk bînin û li gorî xwe lîstikek xistin dewreyê. Xwestin di nav gel de hêvî û bendewariyên sexte biafirînin û di hilbijartina Stenbolê de bi ser bikevin. Dizanibûn ku li Stenbolê serkeftin tê wê wateyê ku li seranserê Tirkiyeyê serkeftinê. Di hilbijartina Stenbolê de dengê kurdan encama hilbijartinê diyar kir û ji bo bi destxistina dengê kurdan hesab kirin. Lê di hesabê xwe de bi ser neketin, li gorî encamên hilbijartina 31’ê adarê bêtir têk çûn. Bi vê encamê li gorî mikurhatina wan ne tenê Stenbol, tevahiya Tirkiyeyê ji destê wan çû.

Êvara 23’yê dewleta tirk li hemberî başûrê Kurdistanê êrîşên dagirkeriyê zêdetir kir. Li başûrê Kurdistanê li gorî salên berê tevgera hewayî zêdetir bû û bênavber balafirên keşfê û balafirên şer firandin. Bêguman ev nayê wê wateyê ku ger dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê di hilbijartina Stenbolê bi ser biketana evqas êrîş nedikirin. Ger di hilbijartina Stenbolê de bi ser biketana dê bi heman rengî êrîş bikirana. Hem jî dê bigotana gel piştgiriyê dide polîtîkayên me yên êrîşê û li gorî xwe êrîşên heyî rewa bidana nîşandan. Namzetê wan ê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Bîn-Alî Yildirim di bernameya televîzyonê de ev planên wan aşkera kir.

Stenbol ji destê wan çû lê dev ji êrîşan bernedan. Ger bi ser biketana dê bi hêzeke mezintir êrîş bikirana. Niha ji ber bêhêzî, lawazî û têkçûna xwe wekî çareya herî dawîn êrîşan pêk tînin. Civaka Tirkiyeyê piştgirî neda wan û li pey wan daneketin qadan. Tenê ‘piştgiriya’ hinek hevkarên başûrî wergirtin û ne diyar e ev piştgirî çiqasî berdewam bike.

Ji ber van rastiyan lîstikên ku beriya 23’yê hezîranê xistin dewreyê pêk nehatin û niha nikarin wan lîstikan pêk bînin. Jixwe ew jî baş dizanin ku nikarin bi van lîstikan encamê bi dest bixin. Di encama van lîstikan de ji wê demê heta niha destûr nedan parêzer û malbat bi Rêber Apo re hevdînê pêk bînin. Niha ne diyar e dê hevdîtin pêk bên, an pêk neyên.

Rêber Apo di nîsana 2015’an de ferq kiribû ku pêvajo ber bi kî alî ve diçe û bênavber hişyar dikir. Di hişyariyê xwe de behsa hevdîtinên ku di kîjan şert û mercan de bi wî re pêk bên dikir û ev hişyarî ji bo roja me ya îro jî derbasdar in. Ji wê demê heta niha dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê di polîtîkayên xwe de tu guhertin pêk neanîn. Bêguman Berxwedana Greva Birçîbûnê ya Bêdem û Bêdorveger ku bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kir, di serî de dayikên laçik spî û civak daketan qadan û encamên hilbijartinên 31’ê adarê dîwarên Îmraliyê derizandin, lê tecrîda teqez hêj dewam dike. Beriya 23’yê hezîranê pêkhatina çend hevdîtinan vê rastiyê naguherîne.

Ji ber vê yekê mebestên esasî yên Berxwedana Greva Birçîbûnê ya Bêdem û Bêdorveger hê jî dewam dikin. Pêwîst e em bi heman hesasiyetê bêtir li daxwazên Berxwedana Greva Birçîbûnê ya Bêdem û Bêdorveger xwedî derkevin. Ji bo pêkhatina van daxwazan hewce nake Berxwedana Greva Birçîbûnê ya Bêdem û Bêdorveger jinûve bikeve dewreyê. Bêguman ev nayê wê wateyê rêbaza Berxwedana Greva Birçîbûnê ya Bêdem û Bêdorveger ji holê hatiye rakirin. Pêwîst e ku di rewşa heyî de rêbazên nû yên berxwedanê bikevin dewreyê. Lazim e di serî de berxwedanên civakî û girseyî ku dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê di zorê de bihêlin pêk bên. Ji bo pêşxistina berxwedaneke bi vî rengî niha şert û merc guncaw in.

Ecelê dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê hatiye û ji bo temenê xwe dirêj bikin serî li her cure rêbazan didin. Her çiqas pêkanîna sûcên şer û sûcên mirovahiyê dabûn ber çavê xwe jî li hemberî tevgerên civakî şansê wan ê serkeftinê nîne. Şikandina tecrîda teqez a li ser Rêber Apo tê meşandin û paşketina dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê belasebep pêk nayê, bêguman dê bi berxwedanê pêk were.

Dikarî Biecibînî