Jiyana hevbeş, li ser me berxwedana hevbeş ferz dike

Ev tevliheviya ku herêm ji hemû aliyan tê de dijî ji encamên kombûna krîzan yên bê çareserî ku civak tê de jiyane, ne tenê di van dehên salan de lê belê di van sedên salan yê bûrî de jî. Bi taybet ji dagirkirina Osmaniyan ji vê herêmê re û di nav re her du cengên cîhanî û sermayedarî û ta niha di ‘Erdoganiya’ ku nûnertiya rewa ya islama pişt nûjentiya sermayedariyê, yan jî ku bi navê islama siyasî dinase temsîl dike berdewam e.

Ev dem yek ji demên herî tarî ku di ser herêmê re çûye û em bandorên neyînî yên siyasî, aborî, çandî û ji hemû çarçoveyên civakî tê de dijîn.

Ev astengî û kelemên ku di ser herêmê re derbas bûn, hiştin ku gel jixwe dûrketinek kesayet û civakî bijî û hişt ku civak weke kerî yên dide dû gurên ku xwe di pişta şaşik û kirasê olîtî, yan jî di pişta şovenîzma êl û nijad de veşartine.

Ji lewra ku gelên herêmê xwediyên afirandinê û pêşketina mirovahî bûn di dîrokê de. Dema ku bawer dikirin ku hêzbûna wan di jiyana hevbeş bi heman gelên herêmê re ye.

Bingeha jiyanê ku hevjiyan û dan û standina çandan û wê encama wê pêşketina mirovan be.  Ji ber wê yekê ev herêm dergûşa şaristaniya mirovan bû yên ku vedîtina zanyariyên mirovî li xaka wê çêbûn.

Jiyana bi hev re di nav gelan de ew bingeha pêşketin û parastina kesan ji destdirêjbûna ji derveyî li ser wan bû. Hemû kesan ji bo her kesî dijîn. Kesayetî ji bo hemûyan bû. Jîrbûna kesan ji bo hemû civakê bû. Ji bo wiha pêşketina ziman û zanyariyên çandiniyê û bîrkarî û yên asîmanî û lêkirina bajaran lewre dema dewleta osmanî bû mêvanekî giran li ser herêmê, armanca wê dagirkirina gelek xak û qirkirina gelan di bin mebesta ala Îslama radîkal de bû.

Zêdî 400 salî Osmaniyan herêm wêran kirin û kirin bin baskê xwe de. Dûv re ingilîz û fransî û rûs û niha Amerîka, ew mejî nehat guhertin ji bo berjewendiya xwe û bi hişmendiya ‘bela gel herin dojehê’.

A niha em di sedsala bîst û yekê de ne û neviyê Osmaniyan Erdogan daye ser rêya Cemal û Talat û Enwer yên xwînmijê ermen, suryan, aşûr, bontaq û yewnanan…

Têkiliyên bihêz bi cihûyan re danîn e û cihû di Filistîn de bi cîh kirine û Erdogan weke bapîrê xwe xakê dişewitîne û plana qirkirinê dimeşîne di Şam û Iraq û Misir de. Û tirsê,  kuştinê û terxandinê dike di bin ala islama radîkal de û pêlavên wî Nusra, DAIŞ, Ixwan Mislimîn in.

Gefên wî ji bakurê Sûriyeyê û Iraq re berdewam e, ne ji vê demê de, bi şêwazê berê (ol) û di yek demê de li Lîbya û Misir leşkerê xwe û kurtêlxuran yên nû ji bo tunekirina aramiyê di herêman de û sûde digre ji neliheviyê û nerazîbûna gelan ji stemkariyê.

Ji bo vê rewşê divê hemû gelên herêmê li dijî Erdogan bisekinin bi hêzeke mezin û weke ku hevjiyan pêşketina gelan bû di dîrokê de, em îro weke berê divê em berxwedanê bikin li dijî dînbûna mezinahiyê ya Erdogan, biratiya gelan û hevjiyan ne slogan in lê belê divê em bikar bînin ji hemû alîyan ve û em ji vê rewşê xwe biparêzin bi berxwedanê û demokrasiya gelan ji bo hevjiyana gelan û biratiyê ya ku birêz û ramyar Ocalan li ser teqez kir di hildana raporên dadgeha mafê mirovan a Ewropayê de.

Gelo em nêzîkî rastiya xwe dibin di van demên gengaz de, ji bo ku em wateyên girîng derxînin ber bi afirandina paşeroja dîrokê ku jiyana me ya hevbeş, pêwîstiya berxwedana hevbeş ferz dike.

Dikarî Biecibînî