aram

Xayîntiya PDK’ê

Di Kurdistanê de xeta birakujî bi destê PDK’ê ve tê pêşxistin. Di roja me ya îroyîn de jî ev partiya di başûrê Kurdistanê de qaşo ji kurda re pêşengiyê dike, dîsa di nav hewldanên şerê birakujî de ye.

Dewleta tirk a dagirker hikûmeta başûrê Kurdistanê ku ji malbata Barzanî ve pêk tê û saziyên wê ji bo destkeftiyên kurda tune bikin bi kar tîne. Bi taybet di van çend mehên dawî de her roja diçe dewleta dagirker û xwînxwar xwe hîn zêdetir li başûrê Kurdistanê xwe bi rêya vê partiyê ve bicîh kiriye.

Dewleta faşîst a tirk li başûrê Kurdistanê bi avakirina baregehên leşkerî û sîxurî bi PDK’ê re bi awayekî koordîne tevdigere û ji bo xebatên kurdên azadîxwaz li vê herêmê têxin bin kontrola xwe di nav hevkariyek mezin de ne. Bêgûman faaliyetên sîxurtiyê yek ji faaliyetên PDK’ê yên bingehîn e. Bi saya vê xebata sîxurtiyê ve PDK li herêma Kurdistanê gelek şoreşger û têkoşerên ku di xeta azadiya Kurdistanê de têkoşîn dane meşandin, şehîd xistin. Niha jî heman zîhniyet vê carê di bin fermana dewleta tirk de ji bo tasfiyekirina xeta azadîxwaz bûye xulamê dewleta tirk.

Begûman li Kurdistana başûr gelek pêşmergeyên kevn û kesên ku dilê wan ji bo azadiya Kurdistanê û yekitiya gelê kurd lêdide hene. Ev kesên ku kedek wan a mezin di azadkirina axa başûrê Kurdistanê de heye bi tu awayî naxwazin li ser vê axa pîroz û bi rûmet xwîna kurda birijê. Lewma bi hemû hêz û derfetên xwe dijî şerê birakujî derdikevin û hevkariya PDK’ê û dewleta tirk jî bi zimanekî tund rexne dikin. Lê li rexmî ev kes hem di warê bawerî û heskirinê de bi başûrê Kurdistanê ve girêdayîne û ji bo parastin û azadiya wê têkoşiya ne jî îro rêvebiriya PDK zêde gûh nade van kesan û wan ji nedîtinê ve tê. Lewma li herêma Kurdistanê ev xulamtiya PDK’ê ya ji bo dewleta tirk dike zora gelek kesan diçe. Di van rojên dawî de gelek kesên li herêmê xwedî li rumet û nirxê xwe derdikevin jî, ji hêla çekdarên PDK’ê ve tên binçavkirin û bêtesîr tên hiştin. Ev jî bi awayekî pir aşkera radixe ber çavan ku êdî hêza PDK’ê nemaye ku li herêmê bikaribe berjewendiyên gelê biparêze. Ji bo ev derfetên ku li herêmê bi xwîna deh hezaran ciwanên kurd hatiye avakirin vala neçe pêwîst e PDK rojekê beriya rojekê dev ji vê xulamtiya xwe ya dewleta tirk berde.

Lê mixabin rêvebirên PDK’ê ji bo xulamtiyek hîn baştir bikin di nav pêşbirkê de ne. Rêvebiriya PDK’ê êdî famkiriye ku di Kurdistanê de mîna salên 1992, 1997’an wê nikaribe şerê birakujî pêş bixin. Ger gelê kurd li hember vê polîtîkaya PDK’ê bêdeng bimaya û nerazîbûna xwe di astek wisa bilind de nanîba ser ziman divê ku PDK’ê heya niha şerê birakûjî daba destpêkirin. Lê ji ber nerazîbûnek mezin heye nikarin bi awayekî aşkera vî şerî bidin destpêkirin. Lê êdî nikarin dev ji xulamtiyê jî berdin. Lewma niha di nav hewldanên cûda de ne. Ev hewldan çi ne?

Çend roj berê tevgerek ku heya niha ne ji bo Kurdistanê û ne jî ji bo tiştekî herî biçûk xebatek nekiriye daxuyaniyek da û got ku ew ê li herêma başûrê Kurdistanê dijî PKK’ê têkoşînê bidin meşandin. Ev koma çete ya bi navê Tevgersa Şoreşgerên Araratê bi awayekî pir aşkera xuyaye ku mîna çeteyên dewleta tirk ên li Rojava ew jî dê li başûrê Kurdistanê li dijî xeta azadiya Kurdistanê derkevin. Ev hêza tarî û xulamê celadê gelê kurd dê li ser çi navî û bi çi rengî dijî xeta azadiyê derkevin. Bêgûman wê PDK ji wan re cih bide û bihêle ku ew li herêmê bi awayekî azad tevbigerin, dewleta tirk jî ji wan re hedefê nîşan bide. Ev koma çete ya ku di bin sîwana û perspektîfa PDK’ê de tê avakirin beriya her tiştî hewldanên di Kurdistanê de bê îstîkratî pêşxistin e. Em ji bîr nekin ku di salên 90’î de li bakurê Kurdistanê de dewleta tirk jî bi hema perspektîfê hêzekî bi navê hîzbûllah avakiribû ev hêza xwîn xwar bi çav soriyek mezin êrîşî xeta azadiya Kurdistanê û alîgirê wê kiribû. Niha heman tiştî dixwazin li başûrê Kurdistanê jî pêş bixin.

Di van çend salên dawî de PDK bi siyaseta ku bi perspektîfa dewleta tirk ve dide meşandin, bi gelê me êşên pir mezin da jiyandin. Di 3’yê Tebaxa 2014’an de bi fermana serok çete Erdogan ve çeteyên DAIŞ êrîşî Şengalê kirin. Di van êrîşan de bi hezaran kurdên êzidî hatin qetilkirin. Pêwîst bû ku PDK vî gelê hejar û heya dawî bi baweriya xwe û nirxên xwe yê kurdî ve girêdayî biparasta. Lê mixabin 3’yê Tabaxa 2014’an çawa ji bo gelê me roja qirkirin û talanê ye heman roj ji bo PDK jî roja şermê û roja îxanetê ye.

Lewma di salvegera komkujiya Şengalê de pêwîst e di serî de malbata Barzanî û hemû rêvebirên PDK’ê vê îxaneta ku bi gel êşên mezin dan jiyadin kirin ji bîr nekin û kêm be jî xwedî li nirxê xwe derkevin. Çi fêde, kesên maneviyata xwe winda kiribin, dûrî nirxên xwe yê netewî ketibin û wateya azadiyê fam nekiribin wê çawa bikaribin êşa gelê xwe yê hejar jî parve bikin. Lewma em dibêjin PDK ji rastiya têkoşîna kurd û Kurdsitanê dûrketiye. Ger bi rastî ji vê xeta dûr neketiba dê îro li ser Wargeha Şehît Rûstem Cûdî (Mexmûr) ambargo nedida meşandin. Bi hezaran kesên ku ji zilma dewleta tirk reviyane û berê xwe dane başûrê Kurdistanê îro li ser axa welatê xwe penaber in. Di dîrokê de belkî tu mînakên wisa nîne ku mirov li ser axa welatê xwe penaber be û bi ambagoyên wisa tund re rû be rû bimîne. Lê cihê ku PDK û zîhniyeta ku em temsîl dike hebe ev pêkan e. Ji ber vê yekê pêwîstî heye ku li başûrê Kurdistanê bi taybet rêvebiriya başûrê Kurdistanê rexnedayinek mezin bidin gelê kurd.

Pêwîst e di serî de gelê me ye başûrê Kurdistanê hemû gelê kurd, ji bo van emelên PDK’ê yên bi kurdan pir mezin dide windakirin nerazîbûna xwe bînin ser ziman. Çawa ku li bakurê Kurdistanê yekitiya gel pêşî li komên çete û xayîntiyê anî li başûrê Kurdistanê jî yekitiyek li ser bingehek rast bê avakirin dê dawî li îxanet û hevkariya PDK’ê bîne. Di vê mijarê de israra gel a di azadiyê de wê diyarker be. Pêwîst e gelê me êdî li ser axa pîroz a Kurdistanê nehêle xayîn bi dilê xwe bijîn.

Dikarî Biecibînî