Şaşitî

Rayedarên dewleta tirk a dagirker bi dehan caran dubare kirin û dibêjin “me şaştiya ku li bakurê Iraqê kir, em li bakurê Sûriyeyê dubare nakin.”  Ev gotin vala vala nayêkirin. Gotina bi vî rengî siyaseta dewletan didin diyarkirin.

Rastiya dewleta tirk ji bo kurdan ger destkeftiyek bidest xistîbin jî, ev di encama siyaseta wan de bûye. Nivîskar û siyasetmedarên başûrê Kurdistanê gelek caran bi têkiliyên xwe yên bi dewleta tirk a dagirkeran pesnê xwe didin. Kes û partiyên li perçeyên din ên Kurdistanê yên nêzikî siyaseta PDK’ê jî, van têkiliyan wek mînak didin xuyakirin. Ev kes û partî, rastiya dewleta tirk naxwazin bibînin. Bi vê jî sînordar namînin, dixwazin rastiya dagirkerî, komkujî, talan û bişaftina dewleta tirk veşêrin. Şaştiya kurdan jî di vir de ye.

Başûrê Kurdistanê di encama valatiya destwerdana NATO’yê ya li dijî rejîma Sedam Hisên de ji bo kurdan derfetek bû. Ev derfet her çend ji aliyê PDK û YNK’ê ve li herêmê desthilatdar nebaş hat bikaranîn û zivirî şerê birakujî û bi salan wiha dewam kir.

Derfeta ji aliyên hêzên navdewletî hatibû avakirin, PDK pişta xwe da dewleta tirk, YNK jî pişta xwe da Îranê. Başûrê Kurdistanê bû cihê şerê dewletên wek Îran û Tirkiyeyê; PDK û YNK jî bûn partiyên li ser navê wan şer dikin. Di vê navberê car car herdu partî jî li ser navê Tirkiye û Îranê êrîşî Partiya Karkerên Kurdistanê jî kirin.

Bi taybet PDK bi salan bû hêzekî çekdarî yê dewleta tirk. Li ser vê “xizmetê” dewletên dagirker ên li ser Kurdistanê derfeta hebûnê dan van partiyan. Ji bo dagirkerên Kurdistanê ger kurd hebin jî, divê wek leşkerê wan bin û ji bo wan şer bikin. Ev şer jî piranî li dijî hevbin. Ev wek stratejîkî bû û dewam dike.

Herêma başûrê Kurdistanê ne di encama hevkariya dewleta tirk de, di encama rûxandina rejîma Sedam a ji aliyê Dewletê Yekbûyî Amerîkayê de di sala 2003’yan de hate avakirin. Garantiya hebûna başûrê Kurdistanê jî destûra Iraqê ye. Deskeftiyên hene jî di çarçoveya destûra Iraqê de ye.

Dibe ku gelek kes naxwazin bînin bîra xwe lê, ji ber avakirina sîstemekî federal piştî rûxandina rejîma Sedam li ser dewleta tirk hate ferzkirin, dewleta tirk beşdarî êrîşa li ser rejîma Sedam nebû. Pişt re jî vê wek şaştî binav kirin, rayadarên dewleta tirk gotin “Ger em beşdarî êrîşa li ser Sedam bibûna, me nedihişt kurd li bakurê Iraqê derketina pêşiya me.” Siyaseta li başûrê Kurdistanê wiha dide xuyakirin ku bê Tirkiyeyê nikarin bijîn û yanî bi alîkariya dewleta tirk a dagirker wan derfetan bidest xistine. Ev ne rast e. Berovajî vê piştî Almanya, dewleta tirk malên xwe difiroşe başûrê Kurdistanê û salê bi milyar dolaran pere qezenc dike.

Siyaseta xwe dispêre PDK’ê, dewleta tirk a dagirker wek dostên kurdan dide nîşandan. Kurdên rastiya dagirkerî, kuştin, talan, îşkenceyê ya dewleta tirk aşkera dikin jî, reş dike. Wek çawa li Efrînê kir. Niha jî dixwaze li cihên din ên Rojava bike. Berî dewleta tirk êrîşî Efrînê bike û dagir bike, siyaseta xwe di çarçoveya PDK’ê de tevger dike, wek wê dewleta tirk hin kesên nebaş li Efrînê hene wê derbixe û Efrînê teslîmî wan bike. Wan kesên nebaş jî kurdên li derdora PYD’ê xwe tevger kiribûn. Wê demê jî gelek nivîskar û rewşenbîrên kurd, ev êrîşkariya dewleta tirk wek dijberî hemû kurdan pênase kir. Lê bi taybet siyaseta li derdorî PDK’ê xwe tevger kirî ev yek red dikir. Lê rastiya dagirkeriya tirk piştî çend rojên din aşkera bû; salek û nîv bi hemû aliyê xwe diyar bû.

Di encama siyaseta dewleta tirk a dagirker ku kuştin, revandin, îşkence û talanê de li Efrînê ne kurdên siyaseta PYD’ê ne jî kurdên siyaseta PDK’ê destek dikirin neman. Kesên wek Abdilhekîm Beşar, Fuat Elîko ku destek didan dagirkeriya dewleta tirk niha jî dixwazin vê rastiya siyaseta dewleta tirk a li Efrînê veşêrin.

Lê rastiya dagirkeriya dewleta tirk a dagirker ne têkiliyên wê yê başûrê Kurdistanê yên di encama “şaştiya” wan de pêk tên de ye. Rastiya dewleta tirk a dagirker di siyaseta wê ya dagirkeriya Efrînê hebûna kurd tune dike û zilma wê ya li gelê bakurê Kurdistanê ye. Niha jî dixwaze zilma xwe li bakur û rojhilatê Sûriyeyê firehtir bike. Divê kurd nebin hevkarê vê zilmê…

Dikarî Biecibînî