aram

Qedirnasî ji keda Aram Tîgran re

10`emîn salroja wefata mamoste Aram Tîgran (1934 –2009) ji bo 57 salên tije kar û xebata ji huner û doza Kurdistanê re bi qedirnasiyek bêdawî bi bîr tînim. Ew ermen bû, lê berevajî kesên kurd yên weke Celal Guzelses (1900 –1959) û Îbrahîm Tatlises ji huner û zimanê kurdî re xizmetek mezin kir. Dema ku êdî ji bo navdarîya rojê û malê dinê kesên weke Mihemed Celaledîn an jî bi navê xwe yê hunerî C. Guzelsesê talanker sedan stranên kurdî wergerandine ser zimanê tirkî, Aram Tîgran tê nava qada xebatê. Sala 1959’an Bilbilê Şerqê ku Mistefa Kemal bi zanebûn paşnavekî wiha ji wî kurdê xweş xizmet re hilbijartibû, dimire. Ew paşnav û nîşanên ji cinsê tenekê ji wan kesan re dihatin dayîn û pêşkêşkirin ku li Kurdistanê bi hemû awayî bibûne lîstikvanên siyaseta Kemalîstan a asîmîlasyonê. Dengê Aram ji binxetê giha bakurê welat û zû ji hêla gel ve hate pejirandin.

Dema em ked û xizmeta Aram Tîgran û hunermendên weke Hesen Cizîrî, Meryem Xan, Nesrîn Şêwan, Mihemed Arifê Cizîrî, Elmas Xan, Seîd Axayê Cizîrî û kesên din ku li dijî siyaseta înkar û dizîna mal û mîratê xwe bûn, bînin bîra xwe, hingê bihayê kar û hunera wan baştir tê ber çavên me. Wan tenê bi mercekî dikarîbûn li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bimînîn ku ew jî pejirandina rêbaza Celal Guzelses li dijî ziman û hunera gelê kurd a hezaran salan bû. Lê tevî ku wan dizanî yê bedelên mezin bidin, bi vê yekê re dîsa jî xwesparî nepejirandin û li xerîbîyê dengê wan gihişte her dera welatê wan yê dagîrkirî.

Bû dengê doza Kurdistanê

Mamoste Aram ji 1952’an heya 2009’an deqeyekê jî nesekenî. Sedan stran û awazên xweş kirin malê xizîneya dewlemend a hunera kurdî. Aram Tîgran di demekê de dest bi karê strangotinê kir ku li Kurdistana mezin bêdengî hakim bû. Kurd di her warî de bi siyasetên çewt, înkar, qirkirin, zor û zulmeke mezin re rû bi rû mabûn. Dema bo yekemîn car dengê wî yê germ li ser” şev çû ” û “rojên me yên dahatî” weke zengileke hişyariyê peyamên tije hêvî belavî nava civakê dikirin, mirov dizane ku Aram ji armancên girîng re dest bi karê hunerê kiriye. Wî bi zimanekî vekirî ji me dixwest ku di qada xebatê de xwe bi tenê nebînin. Vê yekê jî dikir ku kurd bi dilekî şatir doza xwe bidomînin û kesên ku bawerî bi dewlemendiyên xwe yên dîrokî hebûn, ji bo îmkanên rojê zû xwe li ber çavê gel sivik nekin.

Aram ji destpêkê heya dawiyê şervanekî qada huner û doza Kurdîniyê bû. Bêtir ji gelek kurdên hunermend û rewşenbîr bû dengê doza Kurdistanê.

Aram Tîgran û afirandikarî

Wî karî bi rêya afirandina sedan stran û awazên melodîk li ser xana dewlemend a hunera kurdî gencîneyek giranbiha zêde bike.

Diyapanoza stranên Aram zêde mezin an jî berfireh nebû, lê ew ewladê civaka kurda bûn û di nava xweşî û nexweşiyên gel de mezin bibû. Ji ber wê jî dizanî ka yê çawa bikarîbe bikeve nava dilê xelkê. Wî ew gotin û helbest ji awazên stranên xwe re hildibijartin ku qet neyên ji bîr kirin. Zû bikevin ser zimanê xelkê û nasnameya şêwaza wî bidin diyarkirin. Li her dera ku lêbû xwendina Aram Tîgran li ser civaka kurdewarî kûr û piralî bû. Ji ber wê jî ew zû ji hêla gel ve hate hezkirin.

Di nava rihê wî de stranên kurdî yên folklorîk baş rûniştibûn. Ew gotin li ser dilê wî rûdiniştin ku peyamekê bidene gel. Em vê rastiyê di gelek stranên weke:” Şîn û xweşe gundê me” de dibînin.

Felsefeya jiyana wî ya hunerî û xizmeta wî ji zimanê kurdî re jî vê rastiyê baştir ji me re dide ber çavan.

Aram û muzîka protestokirinê

Ji xeynî stranên folk û gelêrî mamoste Aram yek ji kesên destpêkê ye ku xwe neçar dîtiye di qada“ muzîka protestokirinê ” de jî helwesta xwe bide xuyanîkirin. Em di vê qadê de jî dijberîya wî a li hemberî zulm û bihêzkirina aliyê welatparêzî û bilindkirina hestên şoreşgerî di nava Kurdan de dibînin.

Aram heya sala 1956’an li Qamîşlo jiya û piştre tevî malbata xwe çûne Ermenistanê, lê ew çûyîn ne bi dilê wî bû. Hingê jî dema xatirê xwe ji gelê kurd dixwest wiha qêriyabû:” Diçim-diçim nema têm…”

Êdî ew venegerî Rojava û piştî 41 salan wî karî careke din li sala 1997’an bo cara herî dawiyê welatê bav û kalên xwe bibîne. Êdî ew dîtin ya dawiyê bû û di hevpeyvîneke xwe de wesiyeteke wiha jî kiribû:” Em hemû tovê mirinê ne, rojek zû an dereng ez jî  bimirin, lê ez dixwazim mala min ya dawiyê li kêleka mamoste Cegerxwîn û Mihemed Şêxo be û li wira bême veşartin…”

Mamosta Aram karî bi kedeke mezin û bêrawestan him îtibareke mezintir bide muzîka kurdî û him jî strana kurdî bi naveroktir bike.

Rojbaş Diyarbekir û Aram

Dema di sala 2008’an de çû Amedê, vê carê wî jî baştir zanî ka keda wî ya dehan salan çiqas di çav û dilê gelê kurd de bilind û giranbuha ye. Diyarbekir û Aram piştî salên dirêj bibûne yek dil û wî silaveke wiha da wî bajarê dêrîn:” Di xewnên şeva de min qet bawer nekir / bi çavan bibînim bajarê Diyarbekir

Rojbaş Diyarbekir me pir bîriya te kir….”

Li pey wê germahî û pêşwaziya bê mînak vê carê Aram wesiyeteke wiha jî kir:” Ger ez mirim min ne li Qamîşlo belkî li Amedê veşêrin. Çimkî qedirnasiya ku min li wira dît, qet ji bîra min naçe. Ez dixwazim di wê dinê de jî li kêleka kurda bim û ji wan dûr nekevin…”

57 salên tije kar û xebat

Aram û cunbûşa wî, rêya 57 salan birîn û ji Qamîşlo heya Yêrîvan, Diyarbekir, Athena û Brûksselê hevalbendên hev man.

Rûbarê awazên Aram Tîgran bi cunbûşa wî re salên dirêj herîkîne nava dilê civaka kurd.

Tenbûra M Arifê Cizîrî û Cunbûsa Aram Tîgran gelek xalên balkêş û hevpar yên wan du stûnên bingehîn yên hunera kurdî bi bîra dîrokê tîne.

Wî bi qasî hemû malê dinê ji Cumbûşa xwe hez dikir, lê bixwe jî nedizanî ev sirr ji kûderê dihat.!

Bîr û ramanên Aram heya dawiya jiyanê homanîstî bûn û tim stranên biratiyê, şiyarkirin û hevgirtinê digotin.

Ji sala 1952’an û şûnde, ji Qamîşlo heya radyoya Êrîvanê, ji destpêka karê MED TV heya vegera Rojava û Diyarbekirê heta saniyekê jî eşqa doza azadiyê ji bîra wî derneket. Ew layîq bû ku weke: ‘Dengê azadiyê û sembola biratiyê’ bê binavkirin.

Ji sala 2008’an û pêde pirî caran Aram behsa mirina xwe dikir. Li ser projên xwe yên nîvco diaxivî. Behsa azadiya Kurdistan û zordariya dewleta Tirkiyê dikir. Bi hesrtea dîtina serok Ocalan roj û saet dihejmartin. Herî dawiyê jî stranek got û wiha qêriya:”

“ Dunya dunya dem û dewran e /

Çiqas dirêj be xewnek şevan e…”

Ji strana yekê “ Şev çû” heya strana dawiyê: “Gelê kurd dest bidine destê hev…” mamoste Aram Tîgran tim xwest ku kurda bêtir li dora hev kom bike ku ji bo serxwebûna Kurdistanê bi yek bin.

Keda wî ji bîra dîrokê naçe û di dehmîn salroja wefata pîrê huner û evîndarê doza mirovahiyê bi qedirnasiyeke bêhempa dîsa jî Aram Tîgran yê tim bi saxî di nava me de bijî.

Dikarî Biecibînî