Lihevhatin

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya dawî dîsan banga lihevhatinê kir. Rêber Ocalan got;  “Ez dibêjim ku ez ê di hefteyekê de rewşa şer û îhtîmala şer ji holê rakim. Ez ê çareser bikim. Ez bi xwe bawer im. Ez ji bo çareseriyê amade me. Ancax dewlet jî û aqilê dewletê jî divê tişta pêwîst bike.” Ev bangavaziyên Rêber Ocalan ne nû ne. Ji sala 1988’an de daxuyaniyên bi vî rengî dide. Bi taybet di sala 1993’an bi rêya serokomarê wê demê Tûrgût Ozal hewildan çareseriyek bê peydakirin. Lê ev nebû. Wê demê li Tirkiyeyê îradeyek siyasî ya Ozal hebû. Lê niha diyar dibe ku li Tirkiyeyê ji bo çareseriyê îradeyeke nîne.

Têkiliyên kurd û tirk nêzîkî hezar sal in dewam dikin. Ev têkiliyan piranî bi tifaqan meşiya ye. Bi taybet 2 demên girîng yên Osmaniyan û komara Tirkiyeyê de ev ji aliyê hemû dîroknasan ve tên piştrastkirin ku tifaqa kurd û tirk serkeftinên mezin bixwe re anîne. Lê dîroka dewleta Osmanî ya bi navê Nîzama Cedîd û Komara Tirkiyê ya piştî peymana Lozanê ji bo têkiliyên kurd û tirk demên jarî bûn. Tê zanîn endezyarê  nijadperastiya tirk, alman in. Heta mirov dikare bêje ji sala 1800’an heta dawiya şerê cîhanê yê yekemîn bandoriya dewleta alman li ser Osmanî û bitaybet Îtîhat û Terakî kir. Kemalîzma ku xwe spart vê feraseta piştî hebûna xwe xist bin garantî, dest komkujî kurdan û talana Kurdistanê kir.

Osmaniyên Nîzama Cedîd ji bo xwe esas girtin berê xwe dan gelên misilman û bi taybet jî berê xwe dan kurdan. Ji sala 1802’an heta sala 1881’ê salên bi destê Osmaniyan komkujiyên kurdan bûn. Ev salan xerabûna peymana Yavûz Siltan Selîm û Îdrîsî Bîtlîsî bû. Salên 1924 û heta roja îro bi komkujiyan kurdan dewam kir. Tîfaqa ku di kongreya Erzirom û Sêwasê hate kirin, di wan salan de yek alî bi destê Kemalîstan hat xerabkirin. Kemalîstên xwe spartên feraseta Îtîhat û Terakî ne tenê kurd, gelên xiristiyan û heta misilmanan jî xistin bin zextek mezin.

Dîroka heye herkes li gora xwe şîrove dike. Lê dema ev tê kirin rastî hene tê wendakirin. Lê gorî gelek dîroknasên dewleta tirk ev li ser hespan hatina vî welatî û bi tena xwe her tişt kirin. Li gora wan dîroknasan tirkan bi tu gelan re hevkarî nekirine. Ev feraseta nijadperest pir xeter e. Bi taybet feraseta tirk ya 200 sal e xwe dispêre nijadperestiyê ji bo tirkan jî, ji bo gelên din jî tenê êş aniye.

Dewleta tirk ya dagirker li dijî kurdan ne tenê di nava sînorê xwe yê siyasî, di nava sînorê Iraq û Sûriyê yên siyasî de jî, êrîşî kurdan dike. Heta dema rê jê re tê dayîn di nava sînorê siyasî yê Îran’ê jî êrîşê yê qirkirina kurdan berfireh dike.

Ev siyaseta Kemalîstan, niha jî bi navê Osmaniya nû tê dewamkirin. Hemû amûrên siyasî yên dewleta tirk li ser komkujiyên kurdan hatiye avakirin. Bingeha hemû êş, kuştin, komkujiyan înkara gelê kurd e. Dewleta tirk ger bixwaze aram bijî, divê destpêkê dev ji înkara kurdan berde. Kengê dewleta tirk dev ji vê siyasetê berda, dê bingeha lihevhatinê bê avakirin. Ev ji bo Bakûr û Rojhilatê Sûriyê jî û ji bo başûrê Kurdistanê jî ev derbasdar e.

Gelo wê dewleta tirk dev ji siyaseta komkujiya kurdan berde ya na?

 

Dikarî Biecibînî