aram

15’ê Tebaxê û Mam Zekî

Ji bo ku kesayetî û pêşengtiya heval û pêşengên mîna Mam Zekî, Helmet, Delal Amed, Zîlan û bi dehan û sedan hevalên din were zanîn, divê mirov şert û mercên dema Pêngava 15’ê Tebaxê û pêşeng û fermandarên wê pengavê Egîtan û Erdalan û Bedranan baş nas bike.

Heta ew îrade, ew ruh û ew amadekariyên wê pêngavê baş neyê pênasekirin, pêngava hevalên Mam Zekiyan û Helmetan jî baş nayên zanîn.

Hema em bala xwe bidin vê dîroka nêz a komara tirkan, em ê zanibin ku çi felaket û çi bobelat anîne serê gelê me û bi fermanên qirkirinê; weke li Dêrsimê, Zilan, Agirî û Amedê çawa talan û wêran kirine welatê me Kurdistan û gelê me çawa di komkujiyan re derbas kirine, em e aşkera û zelal bibînin. Bi kurt û kurmancî nav û naveroka kurd û Kurdistanê kuştibûn û ser beton kiribûn.

Komek rabû, di pêşengiya Rêber Apo de gotin ‘em vê dîrokê qebûl nakin, em vê qederê nasnakin û li hember vê zilmê serî hildidin!’

Dewleta tirkan, ji vê pêngavê gelek tirsiya û ji bo pêşiyê lê bigire, bi destê fermandarê xwe Kenan Evren, derbeya 12’yê Îlonê ya faşîst pêk anî.

Çawa bi fermanên qirkirinên berî vê serihildanê, doza gelê me di bin betonan de mirî nema û serê xwe hilda, bi fermanên îşkence û lêdan û girtin û qirkirinên faşîzma 12’yê Îlonê jî, nikarîbû doza vî gelî tune bike û ji holê rake.

Bi taybetî jî ev tevgera ku bi felsefe û pîvanên jiyana şoreşgerî yên Apoyî hatibûn perwerdekirin û ewqas ruhekî berxwedêr ê xwedî îradeyek ewqas xurt hatibû afirandin, êdî di zindanên faşîzmê de hilnehat, dîwarên zindanan qelişand û ew ruh derbasî derve jî bû.

Ev ruhê berxwedêr ê Mezluman, Ferhatan, Xeyrî û Kemalan, ji aliyê Rêber Apo ve hat hilgirtin û wî jî heval û gelê xwe li ser vê îradeya mezin û pîroz perwerde kirin.

Ev ruh û îradeya bi hêz, li xaka Kurdistana pîroz bû pêngava 15’ê Tebaxê. Tevgera pêşeng a gel mezintir û berfirehtir kir; ji PKK’ê bû HRK, ARGK, ERNK û li her çar perçeyên Kurdistanê û derveyî welat bû bi dehan, bi sedan rêxistin û sazî.

Di şert û mercên ewqas giran de, li hember ewqas êrîşên dewletên dagirker û hêzên hegemon ên cîhanî, her wiha li hember xiyaneta xwecihî, Pêngava 15’ê Tebaxê, ji hemû aliyan ve da çespandin ku ew hêz û îrade û ruhê bi rastî û canbexşane pêşengiyê ji gelê xwe re bike, tu hêzên dagirker û qirker û xiyanetker nikare pêşiyê lê bigire, her bi ser dikeve.

Çawa vê felsefeya Rêber Apo, fermandarên pêşêng ên weke Egît derxistin û pêngavên ewqas bi bandor avêtin û dagirker û zilimkar ewqas tirsandin, her wiha şopdarên van peşengên  weke Mam Zekî, Helmet û Delal Amed jî afirandi ye. Her yekê/î li gorî şert û mercên cihê lê diman, bi heman ruhê pêngavê têkoşiyan e.

Mam Zekî jî ji bo nîrê dewletên dagirkeran ên li ser gelên me yên êzidî bişikîne û her wiha wê qirêja xiyaneta Başûr li ser xaka pîroz a Êzîdxanê paqij bike û ji bo yekitiyek bi rûmet û rêxistinek bi heman felsefeya Rêber Apo û bi heman rêbaza Egîtan ava bike, ked û xebatek pir mezin û hêja da meşandin.

Heval Helmet jî li Başûrê, bi heman ruh û ramanê xebat dida meşandin. Bi taybetî xebata wî ya ji bo bandora xiyaneta kûr li Başûr bişikîne û li şûna wê yekitiyek niştimanperwerî ya rasteqîne li ser çarçovaya bîrdoziya Rêber Apo damezrîne, gelek bi dilovanî têdikoşiya.

Her wiha heval Delal Amed jî, li ser heman ruh û îradeya Pêngava 15’ê Tebaxê, pêşengiyek mezin a rêxistina jinê û bi taybetî ya bi hêzkirina Arteşa Jinê xebatek gelek bi rumet dida meşandin.

Îca hevalên wisa hêja û pêşeng, ji ber têkoşîna wan zulumkar ewqas ditirsand, zû bûn armanca neyaran û xwîna wan jî tev li xebat û xwêdana wan bû.

Şert û mercên îro jî, wê ruhê pêngava 15’ê Tebaxê, her weke hat behskirin, ji me hemûyan dixwaze. Ev ruh û îrade me bi pêşve dixe û digihêjîne armanca me ya mezin.

Bijî ruhê Pêngava 15’ê Tebaxê!

Dikarî Biecibînî