Ronahiya rojeke dîrokî; Ji 15’ê Tebaxê heya roja îro

Komeke zêde mezin nebûn, lê armancên wan wisa pîroz bûn ku ew neçar dikirin roj ji roja berê zêdetir xebatê bikin. Dema yek ji wan diaxivî bi hezeke bêdawî carna behsa dîroka tije ketin û rabûna a Kurdistanê û carna jî li ser serxwebûna welatê xwe xeber didan.

Mirov di dem û kêlîyên wiha de ger li ser gireke biçûk jî rûnîştî bûya, hemû Kurdistana mezin li dora xwe didît. Zana bûn û ji siyasetê fam dikirin. Evîndarên têgehiştin û têgehandinê bûn.

Dema diaxivîn herkesî bi baldarî guhdarî wan dikir û bixwe jî di guhdarkirinê de bêdeng diman. Ji ber wê jî zû ketin nava dilê çînên civakê û bi hezeke mezin şaxên rêxistina xwe berdane nava hemû gund û bajarên li ser axa Kurdistanê.

Hingê ji wan re digotin Apoçî an jî koma şoreşgerên Kurdistanê. Çi digotin zû jî dixistin nava kirasê patinê. Ji rabûn-rûniştina wan xûya bû ku xwendin û têgehiştina wan li ser civaka Kurd kûr û berfirehe. Kesayetiya Kurd baş naskiribûn. Bi serhev de saykolojiya civakê naskiribûn û dizanîn yê çawa gel bînin nava qada xebatê.

Sal hêdî-hêdî ber bi pêşve dihatin. Ji 1978’an û şûnde koma wan bibû navê partiyeke siyasî a sê pîtî: P.K.K. ango Partiya Karkerên Kurdistan.

Me berê ew nav di ragihandina welatên cîran de, piştre jî ji dengê radioyên dûrdest dibihîst. Kardoyên wê partiyê kêm bûn, lê tev ciwan û xwedî baweriyeke bêdawî bi serkeftinê bûn.

Di kar û kiryarên wan de “exlaq û li ber çavgirtina pirensîpên jiyana Kurdan” bibûn sedem ku herkes baweriya xwe bi wan bîne. Ciwanên xwedî têgeheke nû, lê tenê xort nebûn belkî keçên ciwan û zana jî di nava wê partiyê de biqasî xortên ciwan xwedî rol bûn. Ev pêngva yekê bû ku ew ji partiyên beriya xwe an jî kevntir cuda dikirin. Sade û jîr, fedakar û mutewazî, xwedî soz û doza xwe ya dîrokî bûn.

Herkesî dixwest teqlîda wan bike û weke wan xwe zana bike. Heza ji dîroka Kurdistanê bi rêya wan kete dil û mejiyê xelkê. Li ba wan pirtûk ji xwarina rojê bihagirantir bû û cihê ew lêbûna xwendina pirtûkan erkekî sereke bû.

Êdî hinek kar û kiryarên wan bibûne sebeb ku zû bikevin nava dilê gundî, cotyar û hejarên civakê.Di temenê xwe yê sala şeşê de bûn ku jiyana siyasî li Kurdistanê derbasî pêvajoyeke nûtir kirin.

Pêngav bi pêngav ber bi pêşve diçûn. Êdî dema 15ê Tebaxa sala 1984’an bû ku li bakurê Kurdistanê dengê şoreşa çekdarî jî giha dengê şoreşa siyasî. Ew pêngav di serdemeke taybetî da hatibû avêtin. Hikûmeta generalên faşîst li Tirkiyê hatibû ser kar. Kemalîst bi hemû awayî gihabûne wê baweriyê ku êdî Kurd û Kurdistan ji bîra Kurdên bakur çûye!.

Bi wan xeyalên vala xweşbawer bûn ku êdî siyaseta wan ya zalimane, tevkujîyên bêdawî û înkarkirina netewek bi navê Kurd gihaye encameke wisa mezin ku kes yê nikarîbe li hemberî hêza wan bejina xwe a dijberiyê bilind bike.

Wan salan ji hêlekê şerê di navbera du welatan, Îran û Îraqê de, ji hêla din jî hevkariyên stratejîk ên di navbera Tirkiye û dewletên din yên herêmê de germ û gor bûn. Rêberên PKK’ê zû pê hesiyan ku careke din şerê Çaldiran û peymana Qesrî-Şirîn li deriyê Kurdistanê dide.

Di wê rewşa taybetî de berpirsyartiyeke wijdanî tenê rêyek li ber wan şoreşgeran danîbû: şikandina dîwarê tirsê û herfandina taboyên ku biqasî dîwarên betonê stûr û giran bûn.

Ew roj dîrokî bû û dihat ku êdî dawiyê bi gelek rojên reş li Kurdistanê bîne. 15 ê Tebaxê ji bo civaka Xiristiyana rojeke pîroz e, çimkî dayika Hz Îsa diçe cenetê. Her wisa ew roj ji bo gelê Kurd û Kurdistaniyan jî roja serhildanê ye, roja dijî zulm û komkujiyan e, rojeke pir pîroz e ku bi jidayîkbûneke nû jî tê binavkirin.

Ji heval Egîd heya Zekî Şingalî

Du navên têkoşîna bakurê Kurdistanê û nasnameya keda wan yê bêtir bikarîbe girîngiya pêngava 15ê Tebaxê bi me bide nasandin. Fermandar Egîd xortekî zana û şoreşger bû. Sala 1956’an hate dinê û piştre bû fermandarê giştî yê Artêşa rizgariya gelê Kurdistanê -HRKê. Tirsa ji pêngava 15ê Tebaxê hemû hêza leşkerî û parastina Tirkiyê xistibû nava ger û lebatê. Ew hingê jî bi rêya xayîn û sîxûrên xwefiroş ketibûne pey nêçîra şoreşgerên tevgera Kurdistanê.

Fermandar Egîd bi wê pêngavê û teqandina yekemîn fîşeka şerê li dijî sîstema desthilatdar li Kurdistan û Tirkiyê bibû semboleke efsaneyî. Kawa û Newroz, rêzanî û xebat nasnameyên nû yên navê wî û hevalên wî bûn. Ew pêngav yê tenê li gor şert û mercên wê dema xwe bêne nirxandin.

Sal derbas bûn û bi hezaran kes ketin nava wê artêşa ku Egîd jê re fermandarî kiribû. Zekî Şingalî jî yek ji wan bû. Hemen karê ku Egîdê wêrek li Erûh û Gabarê gehandibû encamê vê carê Zekî li gelek cihên axa Kurdistanê encam dabûn. Ji Ewropa bigire heya çiyayên Kurdistanê û çeperê dawiyê jî li ser axa pîroz a Êzdîxan û Şingalê bû. Hemen pêngava ku Egîdê qehreman li bakur avêtibû, Zekî Şingalîyê fedakar û zana jî di nava Kurdên Êzdî de avêtibû. Ji ber wê jî ji mêj de bû ku dijmin bi rêya sîxûr û xayînên Kurd ketibû pey şopa wî.

Sala 2018’an ew dûrî axa bakurê Kurdistanê hate şehîdkirin û piştre dîsa li başûrê Kurdistanê hevalekî din yê wê rêbaza pîroz ango heval Helmet( Diyar Xerîb ) gehişte wî kerwanê doza azadiyê.

Ev kiryarên dagîrkerên tirk li dijî wan hevalan hemen giranî û mezinahiya wê pêngava yekemîn a bi nave 15ê Tebaxê bi bîra dîrokê tîne. Ji ber wê jî erkên mezin dikevin ser milê Kurdan.

Nabe kes bi hêceta xwe bilindkirina nav û nîşandana çavê û bejina xwe bikeve ser rêbaza wan.

Herkes dikare wê doze bişopîne lê rewşenbîr di ronahiya rojê de gere lampekê bigirine destê xwe û xelkê ji xewa mirinê şiyar bikin. Nasandina rêbaza Egîd, Zekî, Helmet û hevalên doza wan erkekî girîng radixe ber rewşenbîrên civakê.

Bi hêvîya serkeftina xwezî û hesretên fermandar û şoreşgerên doza azadî û serxwebîna Kurdistanê, bi minetdarî fermandar Egîd û Zekî û Helmetê jîr û zana bi bîr tînim.

Dikarî Biecibînî