Li pêşiya Tirkiyeyê du rê hene

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku di navbera Moskov û Enqereyê de di çarçoveya hevdîtinên li Astanayê tên meşandin de li herêma Idlibê pêvajoya bêçalakiyê hatibû diyarkirin. Ev rewşa bêçalakî ji hêla hêzên çeteyên ên nêzî dewleta tirk ve hatiye xirakirin û di vê dema derbasbûyî de komên çete êrîş birine ser baregehên rejîm û Rûsyayê.

Li hemberî van êrîşan Rûsya, ji Tirkiyeyê xwest ku ew li gor peymana Astanayê tevbigere û komên çete dev ji êrîşên derveyî heremên ku têde ne berde. Lê çawa hemû welatên ku îro di Sûrieyê de li gor berjewendiyên xwe tevdigerin Tirkiye jî ev hişyariya Rûsyayê dijî berjewendiyê xwe dît û zêde guh nedayê. Lewma hêzên rejîmê bi piştîgirya Rûsyayê êrîşên xwe yên li ser vê herêmê xurt kirin. Bi taybet piştî êrîşên komên çete yên li ser herêma Laskiyê û Himeymîn ev êrîşên ku pêşdikevin derbayê mezin li komên çete dixe. Di vir de biqasî komên çete tengav bûne her ewqas dewlata tirk jî tevgav bûye.

Di erdnîgariya Sûriyeyê de cihê di destê komên çeteyan de maye Idlib e. Li vê herêmê ji bo çeteyên ku naxwazin bi rejiîmê re li hev werin û di heman demê de bi rejimê re nekevin nav pevçûnekê, di sala 2017’an de herêma ewle hat avakirin. Komên çete yên dijî rejîmê bi malbatê xwe re li vê herêmê hatin bicihkirin.

Di civîna navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê ya di 17’ê îlona 2018’an de li bajarê Rûsyayê Soçiyê hat derbaskirin de biryar hat girtin ku heya 15’ê cotmeha 2018’an komên çete derbasî hundirê herêma Idlibê bibin û di navbera komên çete û rejîmê de li vê qadê herêma ewley ya firehbûna wê ji 20-25 km pêk were, bê avakirin. Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan bi xwe di civînê de amade bû û ev plan wî bi xwe qebûl kir. Piştre Tirkiye bi hinceta di nava mehekê de ew nikare komên çete bikişîne vê qadê, ji Rûsya û rejîmê xwest ku ev dîroka ji bo herêma ewle hatiye diyarkirin bê dirêjkirin. Li rexmî Rûsya û rejîmê ev roj dirêj kirin jî Tirkiye biya xwe kir û nehişt hemû komên çete derbasî vê herêma ku hatiye diyarkirin bibin.

Dewleta tirk li bakurê Sûriyeyê û Rojava bi navê dijî  YPG û YPJ’ê şer dikin komên çete piştgirî dike. Tirkiye ji bo xwe li herêmê bicih bike komên çete wek mertal bikar tîne. Lê di vê dema derbasbûyî de li herêma ku dewleta tirk dixwest xwe lê bihêz bike pêşveçûnên bi dilê wê nehatin jiyîn. Lewma ew bi xwe daketiye qadê û niha rola ku di herêmê de komên çete dilîstin dewleta tirk bi xwe dilîze.

Dîmênên MÎT a tirk çeka bi çi awayî dide çeteyên DAIŞ’ê û çeteyên din di înternetê de ji hêla hemû cîhanê ve hat dîtin. Her wiha di dîmenan de tê dîtin ku MÎT a tirk komên çete çawa li hemberî kurda jî dide bikaranîn. Lewma niyeta dewleta faşîst a tirk ne ewlekariya herêmê ye, derdê wê ya sereke li herêmê bêîstikrariyê pêşbixe û bi vê ve kurda bêbandor bike.

Ev plana ku bi destê komên çete nikarî pêkbîne niha ew bi xwe dixwaze pêk bîne. Lê ji bo ev planên xwe yê qirêj jî pêk bîne dîsa pêwîstiya wê bi komên çeteyan heye. Lewma deweleta tirk dijî êrîşên rejîmê û Rûsyayê li ser Idlibê derdikeve. Lê metirsiya Tirkiyeyê jî ji komên çete heye. Ev komên ku wê bi destê xwe avakiriye li ser hebûna wê ya li herêmê jî bandorek neyînî avadike. Ji ber van sedema di roja me ya îroyîn de ji hêla hemû hêzên navnetewî de Tirkiye û komên çete mûtefîkê hev tên dîtin. Yek ji hewldanên Tirkiyê ew e ku vî navê qirêj ji ser xwe rake. Lê pêwîst e di vir de eniya xwe zelal bike.

Niha li pêşiya Tirkiyeyê du rê hene. Wisa diyar e rêvebiriya Tirkiyeyê êdî nikare li Sûriyeyê pêvajoyê bide meşandin. sedem carna xwe wek alîgirê Rûsyayê carna jî xwe wek aligirê Amerîkayê dide nîşandin, ji ber vê yekê ye. Hem Amerîka û hem jî Rûsya li ser Tirkiyeyê zextê dide avakirin ku êdî ew eniya xwe diyar bike. Êrîşên rejîm û Rûsyayê yên li ser Idlibê her roja diçe girantir dibin. Li hemberî van êrîşa ji dewleta tirk hîn deng derneketiye. Di heman demê de hişyariyên Amerîkayê yên ji bo Tirkiyeyê wê li ser sînor tengav kiriye. Di pêvajoyek wisa de wê revebiriya Enqere wê çawa tevbigere hîn ne zelal e. Her wiha çend roj berê berdevka Wezareta Karê Serve ya Rûsyayê Marîa Zaxarova jî ragihand ku ev bi tu awayî naxwazin Tirkiye êrîşî Rojava bikin û got ku pêwîst e Tirkiye beriya her tiştî nêrîna rejîmê bigire. Di vir de jî derdikeve holê ku êdî Rûsya jî ji hebûna Tirkiyeyê ya Sûriyeyê aciz e. Lewma di demek nêz de bi piştgiriya Rûsyayê rejîma Sûriyeyê dibe ku ji Tirkiyeyê bixwaze ji herêma Efrîn û herêmêndin jî hêzê xwe bikişîne.

Li gor tê dîtin Erdogan û rêvebiriya wî ji bo di vê mijarê de eniya xwe diyar bikin li benda civîna ku dê di 11’ê îlona 2019’an de ya di navbera Rûsya, Îran û Tirkiyeyê de li Enqereyê bê derbaskirin ne. Ev civîn ji bo Tirkiyeyê dê bibe civîna zelalkirina gelek tiştan. Lewma beriya vê civînê Tirkiye dixwaze li herêmê hebûna xwe û destê xwe xurt bike. Tişta ku ew ji bîr dike ango ew hesab nake planên Tirkiyeyê yên li ser herêma ew dixwaze xwe têde bicih bike bi Rûsya û Îranê ve nayê çareserkirin. Li vê herêmê beriya hertişî hêzên îradeya gelê herêmê temsîl dikin hene û hebûna hin hêzên mezin ên bi van hêzên herêmî re di nav tekîliyek xurt de ne jî pêwîst e ji baş hesab bike.

Dikarî Biecibînî