Oroyel, Erdogan û baxê Idlibê

Trajediya li rojavayê bakurê Sûriyê li bajarê Îdlibê berdewam dike. Wêrankerî û koçberiya kul i vî bajarê pêk tê di rojeva cîhanê de ye.  Ew wêrankerî û koçberî li ber çavên dewletên ku qaşo ji bo pêkhatina aştiyê 13 caran li Astanayê kom bûne pêk tê. Di bin çavdêriya van dewletan de bajar bûye hêlîna teroristan û bûye gola xwînê. Çavê Erdogan jî li dagirkirina xaka Sûriyeyê ye. Ev dewlet li dijî dagirkeriya Erdogan jî bêdengin. Car caran tenê bi daxwiyaniyên şermok şîretan li Erdogan dikin.

Li aliyê din jî em dibînin ew kesên ku xwe wekî xwediyên rasteqîn ên dozê bi nav dikirin û digotin em rê nadin rêjîm êrîşî sivîlan bike bûne leşkerên Erdogan. Armanc, şêwaz û rengên wan heta navên wan jî li gorî daxwazên Erdogan guherîne. Ew kom bûne alavên destê Erdogan. Erdogan li gorî berjewendiyên xwe hesabên şerê xwe yê kirêt li ser hesabê gelê Sûriyeyê ku ji bo rûmet û azadiyê serê xwe rakiribûn dimeşîne. Wan komikan rûmeta mayî jî li bazarên mirovahiyê yên ku tê de bazarên kirêt li ser Sûriyeyê tê kirin de firotin.

Dîrok ji bo mirovan mamosteyê rasteqîn e. Ji ber kiryarên van çetayan di pêşerojê de kesên ku dîrokê bixwînin dê ruhê wan de birînên gelek kûr çêbibin. Lê belê kesên ku dîrokê nexwînin wê ti carî rastiya xwe û rastiya van çeteyan nas neke û vê trajaediyê jî nebîne.

Nivîskar Corc Oroyil romana di romana xwe ya bi navê ‘baxê ajalan’ de’ pêvajoya şerê duyemîn a cîhanê ku 74 sal berê qewimî bû nivîsî. Corc Oroyil ew romana xwe ji bo nifşê nû nivîsand da ku ji wan re bibe dersek.

‘Baxê Ajalan’ romaneke dokomenterî ya der barê şoreşa gelan de ye. Di warê xwendina rewşa heyî de nûjenî red dikir, xwe li dîroka derbas bûyî ya ku tu carî venagere digirt.

Ew heman qonaxa ku niha em tê re derbas dibin bi hemû hûrgliyên xwe li Idlibê, Idliba ku Erdogan û Pûtîn serpereştiya wê dikin. Wekî Stalîn û Hitler.

Bûyerên di wê romanê de dişibin bûyerên ku niha em tê re derbas didin. Weke ku niha em di sala 1945’an de ne û Oroyel li me dinêre, romana xwe dinivîsîne û li me dikene. Ji bo kesê ku ew roman nexwendiye ne pêwîst e di pirtûkxane û enternêtan de lê bigere. Bila li pêvajoya Sûriyê û Erdogan û Pûtin binêrin bese. Bila li bûyerên dramatîk û trajediyên Idlibê bişopînin bese. Hemû hûrguliyên wê romanê di şexsê Idlibê de tên jiyîn.

Nivîskar Oroyel di hûrguliyên “baxê ajelan” de li ser mirovên ku armanca wan dabînkirina jiyaneke xweştir û rûmetir û redkirina koletiyê radiweste.

Rêberên şoreşê bi xwe hevalên xwe firotin û bûn diktator. Tu cudahî di navbera wan û desthelatdarên ku zilm li wan dikir de nema.

Ew kesên ku banga şoreş û rûmetê dikrin xwe firotin Erdogan. Kesê bi navê Ferderk jî di wê romanê de pereyên sexte dide, da ku şoreşê bidize.

Tevî ku Erdogan bi ser wan de her tiştê anî ye jî fermandarên komên çekdar di bin fermandariya Erdogan de tev digerin.

Dîrok xwediyê meşeke taybet e. Kesên ku wê baş nexwendibe rehmê li nake.

Erdogan Kurdan ji bo xwe weke metirsiyê dibîne. Belê hinek rastiya wê heye. Wê Kurdên xwediyê vîna azad dawî li textê wî yê ku bi dehan salane ava kiriye bînin.

Kurd xwediyên erdê xwe ne, xwedî felsefeyeke nû ya ku bingeha wê jiyana hevpar û biratiya gelan digre. Ew jî bingeha xwe ji avakirina civaka exlaqî digre.

Wê paradîkmaya netewa demokratîk li dijî hişmendiya netew û dewleta faşîst bi ser bikeve.

Erdogan romana “baxê ajelan” bi hemû hûrguliyên xwe dubare dike. Kurd jî bi destê hemû civak û pêkhateyan romana “Netewa Demokratîk” dinivîsînin.

Dikarî Biecibînî